Ji bo mandelkirina nasnameya hebûnekê, tepisandina wê yan jî texrîbkirina wê, timî ne lazim e ku şidet were bikaranîn. Eger rêbazên pêwîst ên civakî, çandî, dîrokî, teorîk û aborî têra xwe werin seferberkirin, hingê awayên jiyanê, çand, gel, ziman û sîstemên ekolojîk dikarin werin texrîbkirin û paşê jî li ser rûpelên nenivîsandî yên dîrokî werin rûreşkirin. Bi vî rengî şaristaniya serdest xwe ferz kir -ango bi êrişên birêkûpêk ên îdeolojîk ên li dijî civaka xwezayî.

Jin mexdûra pêşî ye ji bo sîstemên ku şidet, xislet û xwebûna wan diyar dike; û ev sîstem Matrîx (hêmana pêkhatin û hebûnê) ya dewlet, kapîtalîzm û baviksalariyê pêk tîne. Lidervehiştin û kolekirina jinê ku herî kêm hevnivîskara nîvê dîroka mirovan e, bi rêya avahiyên fikrî yên bi zanîn hûnandî çû serî.

Bi heman rengî gelê Kurd jî daf dan alî û keviyên dîrokê. Ji bo rewakirina netew-dewletê li Rojhilata Navîn rêbazên weke jinûve nivîsandina dîrokê, asîmîlasyon û piçûkxistin pêwîst bûn. 

Jinên Kurd bi vî rengî dûçarî gelek têgeh û terîfkirinên ji derve yên biyanî hatin hiştin. Ew "çiyayî" bû, "ne medenî", "hov" bû weke beşeke ji miletekî bê netew-dewlet bi terîfên weke "nîv-mêr", "cinsê duyem" û jin, xwişk, dê, keç yan jî hezkiriya zilamekî hat pênasekirin; lê ti carî weke xwe bi xwe nehat pênasekirin.


Jina Kurd a azadtir?

Di rêûresma rojavayî-oryantalîst de nexasim di sedsalên 18 û 19´an de jina Kurd bi rengekî ji rengan bi awayekî erênî tê danîşan. Gerokên rojavayî di rojnivîsên xwe de jina Kurd weke modern, azad, bixwebawer, xurt û ji jinên cîran bi hêztir terîf dikin. Li aliyekî nabe ku mirov van întîbayên di nava civaka Kurdistanê ya baviksalar û feodal de giştî bike û helbet dikare bi civaknasiyê rave bike (weke mînak civaka gund, jiyana li çiyê, dewletdarnebûn, û hwd. yên ku şert û mercên azadtir û azadkertir diafirînin), li aliyê din girîngtir e mirov bipirse kengî û çima ev terîfên bi vî rengî bi kêra kê dihatin.

Ji bo rewakirina hevkariya bi elîtên Kurd re beriya serdema koloniyê û di wê serdemê de Ewrûpî neçar bûn ku Kurdan weke modern, pêşverû, bi fikra xwe rojavayî û "guhertî ji wanên din" pênase bikin. Bankevanê Ingilîz Ely B. Soane bi vî rengî behsa xwezaya serhildêr a jina Kurd, wekheviya cinsan û cihêtiya qaşo darîçav a ji çandên Îslamî dike. Îdealîzekirina nexasim wan jinên Kurd ên beramberî Brîtaniyan hizr-dostane, di wê serdemê de diqewime ku Împaretoriya Osmanî ji hev de dikeve, ango serdema kolonîkirina Iraqê ji aliyê Brîtaniyan ve.


Elîtên Kurd ev îmaja jinê bi kar anîn

Heyranmana Ewrûpiyan li cihê xwe nema, wan elîtên Kurd rahiştinê ku di serdema avakirina netewe dewletan li Rojhilata Navîn propagandaya dewletbûna Kurdistanê dikirin. Bi îdîaya ku dibêje, jina Kurd ji jinên din ên Rojhilata Navîn, mêran motîfa jinê ji bo armancên jeopolîtîk bi kar anîn. Ji ber ku hingê elaqeya statuya jinê bi modernbûnê re dihat danîn, van mêran nîşan dida ku desteka ji bo dewleteke serbixwe hatibû "heqkirin". 

Gelo heman mêr bi rastî jî xwedî armanceke wisa ya azadkirina jinê bûn, pirseke wisa ye ku divê mirov li bersiva wê bigere. Elîtan îmajên erênî yên jina Kurd ji bo berjewendiyên jeopolîtîk bi kar dianî û di heman demê de li Kurdistanê jin dûçarî şidetê dibûn.


Hevkarên me Kurdên baş?

Ev rêbaz roja me ya îro jî dewam dike. Şerê ji bo mirovahiyê yê li Kobanê şahidî dikir li berxwedana jina Kurd a rêxistinkirî. Lê belê, stratejiya çapemeniyê ya welatên rojava û ya elîtên Kurdan, siyaseta sedsalên bihurî ji nû ve dide der. Tevî ku YJA Star bi salan weke terorîst hat binavkirin, YPJ êdî bûbû hevgirê qehreman. Çapemeniya welatên rojavayî peyvên mîna "Ew nûneriya nirxên medenî dikin" bi kar dianîn da ku Îdeolojiya dijkapîtalîst, radîkal-demokratîk û azadkera jinê depolîtîze bike.  Piştî ku li seranserê dinyayê bi heranmayî li YPJ û YJA Star hat nihêrîn, partiyên baviksalar ên Kurd dest pê kirin ku jin dan ber rohniyên dikên temaşeya raya giştî. Li ser yekîneya pêşmergeyên jin a YNK´ê ya ku sala 1996´an hat damezrandin û ji hingê ve di yek şerî de jî cihê xwe negirtî, nûçe hatin çêkirin û hat gotin, ew artêşeke jinan a li bereya şer e. PDK´ya ku di siyaseta wê de cihê jinê nîne, dest pê kir û yekîneyên jinan damezrandin. 

Dema ku Komara Federal a Elmanyayê dest pê kir û yekser sîleh ji pêşmerge re şandin, çapemeniya Elman jî dest bi pesindayîna pêşmergeyên jin kir. Weke beriya bi sedsalan, hêzên hegemoniyal divê hevkariya xwe ya bi Kurdan re rewa bikin. Vê jî wisa dikin ku bi têgehên weke "şaristanî" û "modernbûnê" wan erenîtir nîşan didin. Lê hema, çawa ku Kurd ne li gorî berjewendiyên wan tevgerin di cih de vîn û daxwaza wan tê krîmînalîzekirin.


Jina Kurd xwebûna xwe îfade dike

Xweterîfkirina azad a jinên Kurd di çend salên bihurî de di nava tevgera rizgariya Kurd de dest pê kir; dema ku jinan cihê ji mêran û xweser xwe seferber kir di şer de, li kolanan, li meclîsan, li komunan, koperatîfan, akdemiyan û li meydana siyasetê. Jina Kurd a rêxistinkirî ji xwe re kir wezîfe ku

pênasekirin û terîfên biyanî yên hebûn, jiyan û tecrûbeyên xwe derxe holê, li wan vê yekê eşkere bike û teoriyên xwe yên wê bi xwe diyarkirî li ser xwebûna xwe îfade bike.

Nexasim jî bi minaqeşeyên her diçe dewlemendtir dibin ên li ser Jineolojiyê, jina Kurd ji herdemê bêhtir nêzîkî kiriye li bîreweriya xwe bi xwe. Jin êdî wan pênasekirinên romantîzeker ên jinên Kurd qebûl nakin, ên ku mêr wan dinivîsin û yekane armanca wan berjewendiyên jeopolîtîk yan jî neteweperest in, lewma azadiya jinê vegurî yek ji prensîpên navendî ya paradîgmaya nû ya azadiyê.

Bi gotinên Abdullah Ocalan: “Jin divê serê pêşî bibe xwe bi xwe û bibe ya xwe - xwebûn“.