
Li navçeyên Dêrik û Şemrexê yên Mêrdînê belavkariya rojnameyê di bin zext û zordariyên polîs û dozgeriyê de tên belavkirin. Belavkarên ku li Dêrik û Şemrexê rojnameyê belav dikin her tim rastî zext û zordariyan tên. Belavkarên rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Yasemîn Yilmaz û Nizametîn Yilmaz ku dayik û bavên 3 zarokan in, li gel hemû zext û zordariyan dîsa bêyî ku gavan paşve bavêjin hewl didin ku rojnameyêbigînin aboneyên xwe. Yasemîn Yilmaz, herî dawî 2 roj berê ji aliyê posisan ve rastî gefan û lêdanê hat. Yasemîn Yilmaz ku di nava 6 mehan de 4 caran hate bençavkirin û carekê hate girtin, bi dihan caran rastî êrîşên devkî, neheqî û astengiyên polîsan hatin. Gelek caran polîsan gef li wan xwar û gotin 'Ger ku tu carek din vê rojnameyê belav bike em dê te bigirin." Her wiha li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî dozgerê komarê yê Şemrexê gelek caran gef li Yilmaz xwar û got: "Ger wêneyên endamên konseya PKK'ê li di rojnameyê de hebe em destûr nadin ku tu bê navçeyê rojnameyê belav bike." Yilmaz gelek caran rastî lêdanên fîzîkî, derûnî, devki hat, lê dîsa bi biryare ku rojnameyê bigîne xwendevanên xwe.
- 12'ê cotmeha 2011'an: Belavkara Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gumdemê ya navçeya Dêrika Mêrdînê Yasemîn Yilmaz ku dayika 3 zarokan e, piştî duh li navçeya Şemrexa Mêrdînê hate binçavkirin sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgeriyê piştî îfadeya Yilmaz guhdar kir, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Asliye Ceza ya Şemrexê kir. Heyeta dadgehê jî der barê Yasemîn Yilmaz de bi bihceta rojnameya heftane ya Demokratik Toplum belav kiriye bi îdîaya "Rojnameya xedexe" belav kiriye" biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê. Yilmaz piştî çend rojan li ser îtîrazê serbest hate berdan.
- 15'ê mijdara 2011'an: Belavkarên Rojnameya Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz û Yasemîn Yilmaz dema li li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê rojname belav dikirin hatin binçavkirin. Yilmaz di 16 mijdara 2011'an de li Dadgeha Cezayên Asliye ya Şemrexê serbest hatin berdan.
- 28'ê Adarê 2012'an: Li navça Şemrexa Mêrdînê xebatkara belavkariya Firatê Yasemîn Yilmaz dema ku li navçê rojname belav dikir ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û hat binçavkirin. Yilmaza ku bi hinceta rojname qedexe ye hat binçavkirin birin midûriyeta polîsan a navçê. Yilmaz li dozgeriyê serbest hate berdan.
- 25'ê nîsana 2012'an: Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat a navçeya Dêrikyê ya Mêrdînê Yasemin Yilmaz ku dayika 3 zarokan e û li gel hevserê xwe rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav dike, ji aliyê polîsan ve rastî gefan hat. Dema Yilmaz bertek nîşanî helwesta polîsan da, polîsan Yilmaz darp kir û ew bi erdê re kaş kir û avêtin hewşa miduriyetê û li wir jî rastî lêdanê.
DÎHA/MÊRDÎN