Ekrem Yapici yek ji 14 çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê ye. Îro 145 roj in ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Ew dibêje, çalakiyê kiriye ku ew li ser gelek tiştak zelaltir bifikire, bi biryar e ku çalakiyê bibe serî, û heger mirin nebe, piştî çalakiyê ew ê biçe Rojava.   

Ekrem Yapici sala 1988´an li Amedê hatiye dinê. Wî Tevgera Rizgariya Kurdistanê 2011´an ji nêz ve nas kiriye, bi wesîleya hevalekî wî yê zaroktiyê. Çawa nas dike jî dikeve nava xebatan de tevî wî hevalê xwe ango Firat Karabaş ê ku niha di hepsê de ye. Ew di nava xebatên ciwanan de cih digire. Piştî çend mehan em hatin girtin. ez 6 mehan di hepsê de mam.

Yapici, ji ber ku weke ku diviyabû di berxwedana xwerêveberiya Sûrê de cihê xwe negirtiye, îro jî şerm dike, dibêje, “Dema ez piştre diçûm heta cem Minara Çarling, êdî min nekarî bêhtir herim hundirê Sûrê. Wisa giraniyeke hebû li ser min. Weke şermekê bû. Ji xwe piştî berxwedanê, ez hatim girtin. Hingê 3 mehan di hepsê de mam û penaber bûm, niha li Ewrûpa me. Ev qederê 2 salan e. Ev 7 meh in jî li Fransayê me.”

Ez ê biçim Rojava

Ekrem yilmaz biryardar e ku heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, çalakiya xwe dewam bike. Li ser çalakiya greva birçîbûnê Ekrem Yapici dibêje, “Di nava çalakiyê de wî tevgera rizgariyê baştir nas kiriye; gelek pirsgirêk li dûv xwe hiştine. Ew dibêje, di nava civakê de cesaret û xwenasîn kêm bû. Niha herî dawî piştî daxuyaniya Serokatiyê min di nava xwe de hîs kir. Dilê min bi hestkirina pê, naskirina wê xweş bû. Min biryara xwe ya dewamkirina çalakiya xwe da. Dilsoziya min xurttir bû. Hicreyeke min jî negot, çima tu dewam dikî. Azadîxwazî li ku be, mirov xwe li wir xweş û rehet hîs dike. Ez dikarim vegerim welat. Li Bakur cezayê min hebe jî, ez dikarim biçim Rojava. Min xwe di mejî de wiha hazir kiriye. Heger mirin nebe, piştî çalakiyê ez dixwazim vegerim Rojava.”

Herçî hatina Ewrûpa û mana li ewrûpaya, ew dibêje, bi çalakiyê re wî kariye xwe ji gelek tesîran bişo û dibêje, “Dibe ku Ewrûpa bi hin tiştan xwe xweş nîşan bide. Belkî tesîreke demkurt bike, hewasekê çêke. Lê ez ê destûrê nedim. Ji ber ku rabûn û rûniştin, têkiliya min a bi mirovan re êdî bi sihettir e.”

 

STRASBOURG