Ev her çar cêrên hanê ji mezelê firwûnê navdar Ramsesê 2’yê hatibûn dîtin. Hingê adet ew bû ku organên kesê mirî yên weke dil, ceger ji bedenê bên derxistin û di van ceran de bên bicihkirin û tevî laşê mûmyakirî di mezel de bên bicihkirin. Ji ber wê jî lêkolîner li bendê bûn ku di van cêran de organên Ramsesê 2’yê hebin. Lê gava bi lêkolînan eşkere bû ku dilê Ramses di nava mumyaya wî de ye, yanî nehatiye derxsitin, hingê lêkolîn li ser naveroka cêran jî hat kirin.

Ev cêrên bi şînekî turkuaz û xetên reş hatiye xemilandin, ji bo dehîdana xwedayan hatine bikaranîn, gelekî paşê weke cêrên organên miriyan di mezel de hatine bicihkirin. Ji ber şûna tiştên di cêran de hatin dîtin em dibînin ku qederê 800 (ji beriya mîladê 1035’an heta bi beriya mîladê 275’an) salan ev cêr hatine bikaranîn. Dîsa jî bi rengê xwe û bi saxlemiya xwe bê nimûne xuya dikin. Gava ku muzeya Louvreê ev cêr kirîn, gelek rexne lêhatibûn girtin ji ber ku parçeyên gora Ramses dihatin qebûlkirin.

   

 PARÎS