
Mihrîcana Fîlman a Sarayevoyê li Ewropayê yek ji mihrîcanên fîlman ên herî girîng e. Festîvalê ji 60 dewletan 247 fîlm û sînemahez anîn cem hev. Di kategoriya fîlmên dirêj de, fîlma derhênerê Kurd Erol Mîntaş a bi navê ’Klama Dayîka Min’ weke fîlmê herî baş îsal hat hilbijartin û xelata ’Dilê Sarayevoyê’ wergirt. Mîntaş piştî ku xelata xwe wergirt got: ’diya min jî li cem min e. Bi saya fîlm hûn dizanin ka li Şengalê çi diqewime.’ Di mihrîcanê de xelata lîstikvanê mêr ê herî baş jî Feyyaz Dûman wergirt ku di fîlma ’Klama Dayîka Min’ de rola sereke girtiye.
SARAYEVO