Tevî bipêşketina şoreşê jî, hîna zimanê Kurdî li hemû saziyan bi awayekî baş nehatiye rûnandin. Ev jî erkeke Fakulteya Zimanê Kurdî ye ku kadroyên zimanê Kurdî bên amadekirin. Fakulteya wêje, mirov dikare bibêje, zemîn û rengîniya bingehîn a Zanîngeha Rojava ye.

 

LUQMANGULDIVÊ / QAMIŞLO

 

Zanîngeha Rojava ji bo xwendekarên li Rojava bûye navendeke gihandina kesên pêdiviya civakê bi wan heye. Di destpêka Şoreşa Rojava de şoreşa ziman hebû. Ev şoreşa ziman xwe di avakirina Zanîngeha Rojava de weha dide der: Fakulteya Wêje û Zimanê Kurdî hîmê sereke yê zanîngehê ye. Rêveberê fakulteyê Bedran Penaber li ser damezirandina fakulteyê, naveroka dersan, pezwendiyên wan bi parçeyên din ên Kurdistanê û zanîngehên welatên din re bersiva pirsên me da. Ew ji bo esasbûna fakulteya wêje û ziman li zanîngehê dibêje, “Vêca di vê serdemê de ku Kurd û Kurdî hîna di nav pencê asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê de diperpitin, zanîngeheke Kurdî çêbe û Ziman û Wêjeya Kurdî lê tine be, wê dîwarên wê bihejin.”

Çima li Zanîngeha Rojava Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî lazim bû?

Wek yekî ji endamê damezrêner ê Zanîngeha Rojava, ez bibêjim, di hişmendiya damezrandina Zanîngeha Rojava de ya girîng ji beş û fakulteyan zêdetir, hişmendiya avakirina vê zanîngehê bi xwe ye. Du sedemên kifş û bingehîn bûn dîwarê avakirina Zanîngeha Rojava.Ya yekem; avakirina kesayetiyekî civakî. Civakîbûneke di ruh, hiş û kirinê de - yanî ew ji civakîbûnê pijiya bin. Yanî ne kesên ji bo dîplomayê dixwînin; lê kesên ji bo kevirên dîwarên pêşketina civakê binijînin, çêbin. Ev yek ji mercên pêwîst ên avakirina zanîngeha Rojava bû. Ya duwem; havênê fikra avakirinê bipêşxistin û xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî bû ku bi sedema yekê re kî elaqedar e.

Bi bahoza Şoreşa Rojava re, şoreşa perwerdehiya Zimanê Kurdî jî li her dera Rojava li gorî derfetan hate destpêkirin. Ev perwerdehî tevî kêmahiyan jî bi fedekariyeke mezin heya astekê hate bipêşxistin. Bi mezinbûna şoreşê re û ji bo parastina destketiyan pêwîst hate dîtin ku zanîngehek vebe. Lê kevirê wê yê bingehîn jî Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî ye. Weke bersiva pirsê ez bibêjim, ji ber ku ziman nasnameya zindî ya neteweyan e; ew nebe nabe û wêje jî nan û ava manewî ya ziman û neteweyan e. Vêca di vê serdemê de ku Kurd û Kurdî hîna di nav pencê asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê de diperpitin, zanîngeheke Kurdî çêbe û Ziman û Wêjeya Kurdî lê tine be, wê dîwarên wê bihejin.

Gelo dersên beşê bêhtir ji bo amadekirina mamosteyên dibistanan in ? Heger na, kî û ji bo çi qeyd kirî ne li dersan?

Heta astekê ji bo bipêşxistina mamosteyên dibistanan e. Bêguman li dibistanan jî mamosteyên baş, bi tecrûbe hene, ne ku tine ne, lê têra perwerdehiyê nakin. Ji ber ku li Rojava bi sedan dibistan hene û li gorî hişmenediya Neteweya Demokratîk pêwîstiya van dibistanan jî bi kesên şareza û pispor heye. Wekî din, xwendekarên fakulteyê diqedînin, azad in. Ji bilî sazûmaniya perwerdehiyê li sazî û destgehên din ên rêveberiyê xizmetê dikin. Jixwe, pêdiviya hemû saziyan bi endamên şarezayê Kurdî bin, heye. Bo nimûne, par, hejmarek xwendekaran fakulte qedand, niha ji bilî mamostetiya dibistanan di gelek saziyên din de kar dikin. Tevî bipêşketina şoreşê jî, hîna zimanê Kurdî li hemû saziyan bi awayekî baş nehatiye rûnandin. Ev jî erkeke Fakulteya Zimanê Kurdî ye ku kadroyên zimanê Kurdî bên amadekirin. Li fakulteyên din pirraniya dersan bi Erebî ne. (Mamoste bi xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî nizanin.) Ji bo vê jî, fakulteya wêje mirov dikare bibêje, zemîn û rengîniya bingehîn a Zanîngeha Rojava ye.

Di mufredatê de çend dersên we hene û ji bilî kurmancî zaravayên din jî hene?

Li gorî standardên navdewletî mufredat hatiye diyarkirin û li gorî wê standardê perwerdehî tê dayîn. Rêziman, wêjeya klasîk, wêjeya nûjen, zargotin, werger, Erebî, Ingilîzî, roman, rexneya wêjeyî, zimannasî, rêbazên lêkolînê, morfolojî, ferhengnasî, şano, helbest, wêjeya cihanê û zaravayên Kurdî. Ji bilî van dersên bingehîn ên ziman û wêjeyê li fakulteyê wek dersên jineolojî, dîrok, neteweya demokratîk, û civaknasî tên dayîn. Ev waneyên hanê kokên zexm ên zanistê ne. Sedema din a di mufredatê de bicihkirina van waneyan avakirina kesayetiyekî civakî ye; civakê ji ezezîtiya bela serê wê biparêze û wê ilm û zanîna ku girtî têxe xizmeta civakê. Yanî ji bo ku xwendekar civakê  û derdor baş fêm bike û ne xerîbê civakê be.

Mamsoteyên fakulteyê kî ne, xwedî paşxaneyeke çawan in?

Mamosteyên me, erê li pêşiya navên wan kurteka Prof. Dr. tune ye, lê hemû jî xwedî paşxanekeyeke xurt a wêjeyî ne û lêhûrbûneke berfireh a wan di warê nivîs, lêkolîn û dahêneriyê de heye. Weke nimûne em bêjin: Mamoste Salihê Heydo, dibe ku ne xwedî dîplomayeke bilind jî be, lê berhemên wî, dahêneriya wî ya taybet û zêdeyî sîh pirtûkên lêkolînê li ser folklor, wêjeya Kurdî hene. Dîsan, mamosteyên din kêm jî be hemû di dersên xwe de, xwedî tecrûbe ne û berhemên wan ên wêjeyî hene.

Hemû mamosteyên ku li fakulteyê bi karê perwerdehiyê ve mijûl dibin, ne tenê ji Rojava ne, ji beşên din ên Kurdistanê jî hene. Mînak, ez ji bakurê Kurdistanê me. Piştî ku min li zanîngeha Selahedînê beşê ziman û wêjeya Kurdî li Hewlêrê qedand, bi xwesteka perwerdekaran û bi dilxwazî min berê xwe da Rojava û bûm yek ji endamên damezirêner ên Zanîngeha Rojava. Dîsan mamoste Xecê ji bakurê Kurdistanê hatiye û di nava xebatên perwedehiyê yên li fakuleteyê de cihê xwe digire. Ji bo wê jî deriyê fakulteyê ji kesên pispor û şarezayên zimanê Kurdî re vekiriye û em pê dilxweş dibin ku her kes weke mala xwe ya duwem bibîne û lê xwedî derkeve.

Heta niha peywendiyên we di aliyê navnetewî-danûstandinên akademîk de çêbûne? We bi çi zanîngehan re peyman mor kirine?

Di warê kesayetî de serdan û peywendî cûr bi cûr bi welatên cuda re çêbûne. Ji Misrê hejmarek mamosteyên zanîngehê par serdana zanîngehê kirin, dîsan ji gelek welatên Ewrûpa serdan di warê fakulte û zanîngehan de çêdibin. Weke kes peywendî bi wan re hene, lê ji ber rewşa defakto ya Rojava, heta niha ev peywendî bi awayekî fermî navdewletî çênebûne. Dîsan ji Emerîka û welatên wê herêmê ji bo zanîngehê serdan çêbû. Herî dawî bi peymana xuşkûbiratiyê di navbera Zanîngeha Rojava û fakulteya Antropolojiyê a Zanîngeha Kalîforniyayê re ya Amerîkayê bi awayeke fermî hate morkirin - di encama Konferansa Navtêdana li dijî Modernîteya Kapîtalîst a li Hamburgê de. Em bi hêvî ne ev têkilî wê werin bipêşxistin û di wî warî de hewldan hene.

Heya niha xwendekarên we tezên baş nivîsî ne?

Bêguman, jixwe mercê derketin û standina dîplomayê, di tezê de serketin e. Xwendekarê ku di berhevkirina tezê de bi ser nekeve, nikare dîplomaya zanîngehê wergire. Ji bo wê jî di warê nivîsandina tezê de lêhûrbûneke mezin û berfireh çêdibe. Ew tezên xwendekaran ji bo perwerdehiyê û xwendekarên nû, dibin çavkaniyên bi sûd. Di aliyê nebesiyên tezan de jî, dibe ku pisporiya lêkolîneriyê hîn baş ne pişkivî be, wekî din jî gelek caran çavkanî bi dest nakevin. Ev jî bandorê li ser kalîteya tezê dike. Salên destpêkê di vî warî de ji ber nebûna pirtûk û çavkaniyan pirr zehmetî hebûn, lê niha heta astekê mirov dikare bibêje ew zehmetî hatine li paş hatine hiştin û hejmarek baş pirtûk li pirtûkxaneyên me kom bûne. Ev jî wê bandorê li ser rêbazên lêkolînê û kalîteya tezê bike.

Siyaseta Başûr dest werdide

 

Li ser pirsa têkiliyên bi akademiya li Başûr re, Bedran Penaber xweziyan îfade dike: “Bêguman, li ser bingehê hevbipêşxistinê, ji bo avakirina peywendiyan, deriyê me li zanîngehan hemûyan re vekirî ne. Vêca bi taybetî daxwazeke/hêviyeke mezin a me ji zanîngehên Başûr hebû, heye. Me pirr xwest em têkilîyan bi pêş bixin, lê mixabin ev têkilî hatin astengkirin. Naxwazim navan hildim, hinek partî, hêz li Başûr hene deriyên peywendiyan digirin. Par di asta hevserokatiya Zaningehê de serdanek ji aliyê me ve ji bo bipêşxistina peywendiyan çêbû, di warê kesayetî û fakulteyan de jî be, serdanên wan jî çêbûn. Em bi van peywendiyan kêfxweş bûn, lê paşê dîsan mudaxaleyên siyasî çêbûn û ev peywendî qut kirin. Niha dîsan peywendî hene lê ji ber destwerdanên siyasî yên aliyê Başûr, ev peywendî di warê kesan de ne. Bêguman em dixwazin van peywendiyan fermî û berfireh bikin. Em bi hêvî ne di demên pêş de ev peywendî wê li ser bingehekî baş bên bipêşxistin.

Rexneyeke li akademiyê

   

Penaber beriya ku bersivê bide pirsên me, rexneyeke giştî li zanist û zanîngehên modern digire: “Pêşî dixwazim hinekî behsa avakirina naveroka heqîqî ya zanîngehan bikim. Wisa bersiva pirsyarê wê zelaltir bibe. Mixabin, herçî pirraniya zanîngehên serdema me ne, mîna dêr û mizgeftên modern li wan hatiye û ew bûne amûr ji bo bi dest xwe ve anîna qezanca zêde ji bo alî/aliyên bi hêz. Ev rewşa kambax a ku zanîngeh ketinê, li hinek parzemînan kêm jî be, li Rojhilata Navîn ji dûr ve xuya dike ka çi qas zanîngeh ji naveroka xwe ya îdeal sil û havî bûne, û bêkêr mane. Ango bi kurt û Kurmancî, hişmendiya heqîqî ya avakirina zanist û zanîngehan li gorî pêwîstiyên civakê avakirina kesayetên pispor e ku ew jî xemxurên civakî ne, ji bo çaresekirina êş û janên civakê, ji bo xizmet û peydekirina pêwîstiyên civakê dixebitin.”