“Hemleya Zarokên Şehîdan” bi armanca xweşkirina dilê zarokên pakrewanan hat destpêkirin û dê 3 mehan bidome. Ev hemle wê heftiyê carekê pêk bê. Di yekemîn roja hemleyê de, sinevîziyon û bernameyên pêkenok li navenda TEV-ÇAND’ê ya bajêr ji bo zarokan hatin pêşkêşkirin. Her wiha hate zanîn ku bernameyên vê hemleyê ne tenê ji bo zarokên pakrewanan in, her carê wê saziyek ji bajêr jî amade be.
TIL TEMIR