Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li herêma Beqaa ya Lubnanê, bi merasîmekê şehadeta şervanê YPG'ê Dilgeş Qoto (Dilmer Efrîn) ku di berxwedana serdemê ya li Efrînê de 5'ê Sibata 2018'an şehîd bûbû, ragihand. Malbata Qoto û gelek Kurdên li Lubnanê beşdarî merasîmê bûn. Meydana merasîmê bi wêne û posterên şehîdan hate xemilandin.

Di merasîmê de endamê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM Abdulselam Ehmed axivî û got, "Em şehîdên xwe yên ku li hemberî dagirkeriyê, axa xwe bi canbexşane parastin û gihaştin şehadetê, bi rêzdarî bi bîr tînin. Şervanên QSD'ê, çeteyên DAIŞ'ê li Baxozê têk birin û ev jî serketineke mezin e û bi saya şehîdan em hatin van rojan."

Piştî axaftinan belgeya şehadeta Dilgeş Qoto, ji aliyê endamê TEV-DEM'ê Selîm Hesen ve hate xwedin û radestî malbata wî hate kirin.

 

BEYRÛD