NÇM’a Dîlokê xebatên xwe yên çandê yên serdema nû bi 7 beşên weke tembûr, gîtar, şano, erbane, keman, koroya zarokan û şanê didomîne. Xebatkarê NÇM’ê Mehmet Demîr diyar kir ku ew ê di serdema nû de biçin gundan û xebatên xwe li herêmên çolter zêde bikin.
Demîr anî ziman ku Dîlok bi gelên Kurd, Tirk, Ermen û Ereb mozaîqa gelan e û çanda gelan bi sedan sal e ku li bajêr bi hev re û di nava hev de heye.
Kurdî jî didin hînkirin
Demîr bilêv kir ku di çarçoveya xebatên xwe yên li bajêr dimeşînin de li Semta Gazîkent a navçeya Şehîtkamîlê şaxek vekirin û tevî ku şaxa wan nû ye jî kursê didin 50 xwendekaran. Demîr destnîşan kir ku ligel kursên çand û hunerê kursa zimanê Kurdî jî vekirin û wiha axivî: “Li vir perwerdehiyên me baş diçin. Carinan bi zarokan re bav û dayîkên wan jî dikevin dersan. Ev yek hem me û hem jî şagirtên me kêfxweş dike. Ji ber ku em bêhtir bi gelan re têkîliyê datînin.”
DÎLOK