Min berê xwest ez di bin serenavê "Tiliya Ahmet Altan û Rûṣen Çakir di vê teqîna Dîlokê de heye!" binivîsim, lewre her çendî xwediyê ereba hatî teqandin Îlyas Olmez fabrîkatorekî bajarê Sakaryayê ye jî, ew bi awayekî sextekarî dixebitin ku vê teqîna bêbav têxin stûyê Tevgera Azadî. Lê di encama ramanên kûr de ez têgihîṣtim ku ew jî bi fermana "Gazaniz mubarek ola!" vê bêbextiyê dikin.
Ev teqîna li Dîlokê hemî sextekariya faṣîzma kesk, dek û dolabên wan ên ji qirêjiya dîrokê tê bê kêmasî li ber çavan radixîne. Rastiya vê teqînê di xwînxwariya wan ya dîrokî de veṣartiye. Ji wê divê mirov berê vê rastiya wan ṣiroveke.
Di dema osmaniyan de gava artêṣa wan ji bo talan û kujeriyê dest bi êriṣa ser gund û bajaran dikirin, bi niyeta teṣvik kirinê di despêkê de wan ew pîrozdikirin, wê kujerî û talanê helalkirinê ji leṣkerên xwe re bi awayekî fermanî û duakirinê digotin: "Gazaniz mubarek ola!" Ev gotin jî ji bo wan zebaniyên talanker û kujêr dibû wek fetwayeke îslamî. Bi gotineke kurt çawa ku bi fermana xwedê vî erkî pêkbînin, wisa êriṣ dikirin. Ango mina ku axa dest li piṣta xulam xistibe, êdî pêṣî li wan nedihat girtin, her der tar û mar dikirin..
Ev mejîyê "Gazaniz mubarek ola!" îro li Tirkiyê li ser kar e. Wan ev mejî di tevahiya beṣên civaka Tirk de dane rûniṣtin. Civak guhezandine civakeke cinawiran. Ji bo van cinawiran bingeheke qaṣo yasayî jî afirandine. Di bin navê "Hemwelatî bertekên xwe nîṣan didin” de wan li aliyekî diparêzin û li aliyê din jî li dij Kurdan sor dikin.
Berê T. R. Erdogan bi mejiyê; "Gazaniz mubarek ola” bi awayekî fermanî got: "Zarok jî be jin jî be, wê hêzên ewlekariyê tiṣtê jê tê xwestin bikin!” Li pey wê; serî û mil hatin ṣikandin, 171 zarok hatin qetilkirin. Êdî li kuçeyan dest bi êṣkenceyan kirin. Çapemeniya wan jî di paraleliya vê de ji bo veṣartin û belovajîkirina rastiyan kete nava tevgerê.
Fetullahê ku di afirê MIT ê de kemilî û niha di bin perê CIA û FBI de ye jî, li Pan Silvanyayê bi fermanî got: "Pêncsed kes jî be, pêncî hezar kes jî be, dorpêç bikin û bikujin!” Li pey jî bi nifirên xwe, ji zebaniyê xwe re got: "Haydê gazaniz mubarek ola”  Bi vê fermanê li Geliyê Tiyarê, Roboskî, Betlîsê û li hemû kuçeyên bajarên Kurdan bi awayeke çavsorî mirovên bê tewan hatin kuṣtin.
Wekî dema osmaniyan kê hîn zêde xwînxwarî kiribe, di bin diruṣmeya "Gazaniz mubarek ola!” de wan bi erkên berz xelat dikin. Wek mînak Nejdet Ozelê kîmyewî kirin sererkanê leṣkerî. Ew S.S. Ayê ku wek êṣkencekar û destdirejîkarê bêsinc tê nasîn jî, kirin cigirê gerînendeya ewlekariyê. Hê di ser de jî Erdogan bi xwe, bê ku ji xwe û erkê xwe ṣerm bike, vê kirina xwe diparêze.
Baṣ tê zanîn ku di sala 1955 de îstîxbarata serkariya Tirk a wê demê teqemeniyek di qaṣo xaniyê Mustafa Kemalê ku li Selanîkê ye de da teqandin û li pey jî ji bo talankirina malên xiristiyanan û derbederkirina wan, ferman dan sangole û serseriyên kuçeyan û gotin "Gazaniz mubarek ola!” Di encama vê fermanê de praniya xiristiyanan ya derbederkirin, yan jî kuṣtin. Heyiya wan jî bi tevahî talan kirin. Hin dewlemendên wan ên îro, ji wê talanê barê xwe dagirtin.
Ev teqîna li Dîlokê jî dek û dolabên vê mejiyê "Gazaniz mubarek ola!” ye. Ev jî wek mijara Selanîkê planeke wan ya gelek xiniz û bêbext e. Di vê provakasyonê de armancên wan ên pirralî hene. Dema mirov li pêvajoya li pey vê teqînê dinêre, bi hêsanî wê zexeliya ku di paṣ vê provakasyonê de veṣartiye, dibîne.
Hê agirê teqinê nehatibû vemirandin, çawa ku ṣeyh-ul îslamê wan ji wan re bi fermanî gotibe "Gazaniz mubarek ola!” Serserî û sangoleyên kuçeyan, bê ku rawestin, ka ev teqîn çi ye, çi nîne, hima êriṣên avahiyên BDP kirin, rayedarên serkariya faṣizma kesk jî, li ser agahiyên bingehîn nesekinîn, hat-hot bi devê girêzinî êriṣên Kurdan kirin.
Çapemenî û qaṣo rojnamewanên wan jî, di çarçoveya vê fermana "Gazaniz mubarek ola!” de dest avêtin qelemên xwe yên qirêj û xwîn. Hele gava mirov nivîsa wî Huseyîn Gulerceyê yaverê Fetullah dixwîne, veriṣiya mirovan tê. Ev jî plankirin û rastiya vê êriṣê bê kêmasî zelal dike.
Wan xwestin bi vê teqînê; li aliyekî bi berzkirina qirêjiya ṣerê pisikolojîk li dij Kurd û saziyên Kurdan êriṣekî di forma linckirinê de bidin destpêkirin. Li aliyê din jî ji ber pêṣketinên li rojavayê Kurdistanê: A – ya bi boneya wê êriṣê rojavayê Kurdistanê bikin, ya jî herêmek tampon avabikin. B – Bajarê Dîlokê di warê aboriyê de bajareke pêṣketî ye, lewma dixwezin Dîlokê ji Kurdan paqij bikin. Bêguman armanceke wan jî ev e; wan xwestin bi vê êriṣê têkçûna polîtîkayên sentêza Tirk – îslam ji bala giṣtî veṣêrin.
Hêvî ew e ku êdî ew kesên Kurd û yên demoqrat ên ku hê di bin vê narkoza bangaṣiya ṣerê psikolojîk de ne, bi virên van îmamên sexte hê di transê de ne, vê cinawiriyê bibînin û berê xwe bidin rastiyê.