Dêjîn a ciwan: Ti cih ji bo sponsoriya konseran bike, nîne. Ji bo vê, em ê konseran bi xwe amade bikin. Bavê min gelek alîkariyê dide min. Ez dixwazim piştî min xwendina xwe temam kir, bibim mamoste. Dixwazim jinên ciwan fêrî vê amûrê bikim.

PÎRDOGAN KEMAL / ANF / BEHDÎNAN

Gerîlayê HPG’ê Tolhildan Zana ku bala xwe li ser helbestê ye got, ”Helbest ji bo gerîla vegotina dilsoziya bibîranîn û jiyanê re ye. Gerîla çi qasî mezin bibe, çand-huner û wêje jî ewqasî bi pêş dikeve.”

Ciwanên Kurd ku li dijî hêzên mêtinger şerekî giran dikin, di heman demê de serpêhatiyên xwe jî dinivîsînin. Jiyana têkoşer û cangoriyan bi stranan, bi helbestan li rûpelên dîrokê tên nivîsandin.

Gerîlayê HPG’ê Tolhildan Zana qala cihê helbestê li nava gerîla kir.

Tolhildan Zana sala 1996’an li Edeneyê ji dayik bûye.

Hewasa ji bo Kurdiyê

Zana diyar dike ku dema ew diçû dibistanê, hişmendiya Kurdîtiyê pê re xurt bû û bi vê yekê re hewasa wî ji wêjeya Kurdî re çêbûye.

Helbestvan û hunermendên Kurd ên li nava malbatê qala wan dihate kirin, gelekî bala Zana dikişînin.

Zana dibêje, dema ku wî li helbestên wan guhdarî dikir, yan jî ew helbest dixwendin, di kesayeta wî de guhertinên cuda dibû û dibêje; ”Bêguman vê yekê ez hîn bêhtir nêzî şoreşê kirim.”

Divê gerîla bi wêjeyê bê vegotin

Gerîla Zana destnîşan dike ku piştî ku tevlî nav refên gerîla bû, di wêje û helbestê de ji bo wî gelek guhertin çêbûne, wî xwe nas kiriye û wiha behsa vê yekê dike: ”Bêguman em di nava têkoşînekê de ne. Ez timî ji xwe re vê dibêjim; ev ked, ev nirxên hatine afirandin, mîna her warî, divê li warê huner û wêjeyê jî bên parastin.”

Tolhildan Zana dibêje, ”Her kêliya jiyanê ya jî her hevrêyên şehîd bûne, divê li rûpelên dîrokê bên nivîsandin. Ev têkoşîn divê di jiyanê û helbestên me de bê vegotin. Ez dikarim bibêjim ku li nava refên gerîla di vî warî de pêşketineke baş heye. Li ser her hevalên me yên şehîd bûne divê stran bên gotin, helbest bên nivîsandin û jiyana wan ji civakê re bê ragihandin. Bi vê yekê re manîfestoyek derdikeve holê; ew manîfesto jî rastiya têkoşerên ji bo azadiyê ye. Ev bi me giran be jî, divê em vê ji bo wan bikin. Ji bo rastiya wan, divê em fedakariya wan ku ji bo mirovahiyê canê xwe feda kirine, li rûpelên dîrokê binivîsînin. Helbest ji bo gerîla tê wateya vegotina bîranînan û dilsoziya bi jiyanê re. Lewma helbest şêweyê herî rast ê vegotina vê mijarê ye. Bêguman nêzîkatiya Rêber Apo ya li helbestê, gelekî balkêş e. Nêzîkatiya Rêber Apo ya li helbestê, serpêhatiyeke jiyanî ye.”

Gerîla Tolhildan Zana dibêje, di nava PKK’ê de gerîla çiqasî mezin bibe, di mijarên çand-huner û wêjeyê de jî wê pêşketin bibe û wiha dipeyive: ”Di vir de tişta em ji xwe re esas digirin; rastiya şehîdan û Rêberê me ye. Em van tiştan ji bo xwe dikin pîvaneke jiyanê.”