Însan dîrok e. Çand dîrok e. Gotin dîrok in. Danûstandin bi tevahî dîrok in. Rastiya însan a ku dem û cîh derbas dike dibe malê dîrokê. Heval Sara, ev qonaxên dîrok û dîrokbûne di tevahiya jiyana xwe de bi cîh kiriye û temenê xwe bi temamî kiriye demeke awarte û biserketiye. Tevî vê yekê Heval Sara ji me hemûyan re nîşan daye ku kûrbûna wê ya azadiyê hem dema xwe hem jî cîh û mekanê xwe derbas kiriye. Bi rastiya Sara, kaniya hebûnê ya azadiya civakê ku ji destpêka mirovahiyê heta îro herikiye di bedena jinê de xwe ji nû ve daye der. Weke ku bi rastiya Sara çemê dîrokê biherike û xwe bigihîne îro.
Sara bi têkoşîna xwe nîşan daye ku sosyalîzm di rastiya jinê de çawa berbiçav dibe, çawa ji nû ve jîn dibe û ji hemû cîhanê re dibe hêvî û çawa îdealên wê ji nû ve jîndar bike. Ya rastî, Sara hiştiye ku sosyalîzm ji nû ve were dinê. Rihê Rozayan ji nû ve aniye bîra her kesî û ji hemû cîhanê re ragihandiye ku azadî bi azadiya jinê gengaz e. Ji ber vê yeke ew ne tenê ji bo jinên Kurdistanê, ji bo hemû jinên Rojhilata navîn û yê têkoşîna azadiya dimeşînin, ji bo tevgerên sosyalîst, demokratîk û azadîxwaz û ji bo hemû jinên cîhanê yên dixwazin azad bijîn nirxeke giranbûha ye. Pîvanê vî nirxî û şehadeta wê bê guman ne tenê hestirên çavan, jana dil û xemgînî ye. Lê dîsa jî ji bo kesên weke me yên bi daneyên berbiçav fêr dibin, ev dikare weke daneyek were qebûlkirin.
Yek ji pîvanên PKK, têkoşîna demdirêj a bê navber e. Sara jî yek ji çavkanî û pêşenga vê têkoşînê ye. Yek ji ferqa PKK a ji rêxistinên şoreşger, milîtanên jin ên pêşeng in. Her yek ji milîtanên di têkoşîna azadiyê de cîh digirin, bi serketina xwe PKK jî kirine partiyeke serketine û bi berxwederiya xwe cewherê berxwedanê yê PKK afirandine. Bi idîaya xwe ya têkoşînê hiştine ku PKK jî bibe partiyek ku biryardariya wê ya têkoşînê demdirêj bibe. Her milîtanek ev taybetmendî ji şehîdan, ji pêşengên çavkaniya PKK û serokatiya wê dewr girtine. Ev carna yekser, carna jî bi şopên nirx û berhemên pêşengên xwe yên di jiyanê de wergirtine. Her yek ji milîtanên PKK, ev hucreya bingehîn girtine û çalakiya herî mezin, afirandina kesayeta nû pêk anîne. Çalakiya herî mezin a her yek ji militanên PKK, xwe ji nû ve çêkirine.
Sara, çalakiya xwe ya demdirêj û herî mezin di kesayeta xwe de pêk aniye. Hemû jiyana xwe kêlî bi kêlî kiriye çavkaniya vê çalakiyê. Ev weke hunermendekê bi xweşikbûnê, weke mîlîtanekê bi cesaret û cidiyeteke mezin, weke jineke bi biryar, parvekirin û fedakariyeke mezin ev çêkiriye. Ew rûyê jinê, hiş, mêjî û zekaya jinê ya herdem û hemdem e. Di her jineke ku li ber xwe dide, yek ji rayê berxwedana Sara heye. Di her jinek û têkoşerekê ku karibe têbikoşe, şer bike û vê bide ber çavên xwe, cesareta vê nîşan bide, di her jineke qasî ku têdikoşe karibe ji bo rêhevalên xwe û dîroka têkoşîna azadiyê nirx û wateyên nû biafirîne, ev rayê berxwedana Sara heye.
Ew rastiya xwedavendan ku bi lêgerînên Sara yên jiyanê tovê wê şîn bûye û di zindana Amedê de derketiye holê, di tevahiya salên şoreşê de mezin bûye, şîn bûye, şitlên xwe daye û bûye dareke azadiye ku bi siya xwe karibe sed hezaran însan bixewîne.
Ya ku hiştiye ku PAJK rêbertiya bîrdozî a sedsala 21. bike jî ev e. Çend saat be jî yê ku bi heval Sara re mabe di zanebûna vê rastiyê de ye. Di her rewşê, di her şert û mercî de pîvan û xeta PKK diparast. Ew xet û rastiya PKK di kesayeta xwe de jî bi cîh kiribû. Eger were pirskirin ku “Pîvanên PKK bi zeka, têgihiştin û girêdana jinê dikare çawa were nîşandan?” bersîva vê; “Nêzîkatî, uslûb û sekna jiyanê ya Sara” ye. Heval Sara jiyana xwe bi agirê têkoşîn û berxwedana xwe daye jiyîn. Tevî vê yekê beyî ku bibe xwelî ji nîvê pêla vî agirî ji nû ve xwe afirandiye. Sara, qasî meşandina berxwedanê, di warê demdirêjkirina vê berxwedanê de jî xwedî tecrûbeyên mezin bû. Bi vê yekê nîşan dida ku jiyan bi awayekî mekanîk, dogmatîk û jiberkirî nikare were jiyîn.
“Dema enerjiya însan ya jiyan û berxwedanê bi awayekî hosteyî bi polîtîkayê re bibe yek û di wê qadê de berê xwe bide hedefên rast, wê demê enerjiya xwe dide wir, hestên xwe ji wir digire û ji wê atmosferê li her tiştî dinêre. Di vê noqtê de agirê siyasetê dişewitîne, kes nas nake. Hêza te, enerjiya te bi dijwarî jî biherike eger siyaseta te di hundirê rêxistinbûn û şerê wê de cihekî saxlem negirtibe, wê tê li vir û li wir bide. Tu ji van hejandinan û bêîstîkrariyê nikarî xwe rizgar bikî.”
Ev gotinên Heval Sara, rastiyên ku ji jiyana xwe niqûtandiye û bi me re par ve kirine. Ev di heman de nîşaneya nûjenbûna hucreya bingehîn e.
Dema li Libnanê li cem Serokatiyê bû ji ber ji lingê xwe ameliyat bûbû nikarîbû biçe çiyayê Kurdistanê. Wê demê ji Hevalê Zamanî re weha gotibû: “Ji xwe min bi mirinê re peyman mor kiriye. Ew ji min ditirse. Heta ku ez azadiya Kurdistanê nebînim ezê nemirim. Divê ez nemirim ne wisa?” Ev gotin idîaya jiyana bi wate a Heval Sara diyar dike. Bi heman idîa, bi heman êvîna jiyanê di heman sedsalê de Hevala Zîlan bi bedena xwe li Dersîmê berê xwe da çalakiyê û ev ne tesadûfî bû.
Dema Serokatî Heval Sara bi rê dike, hêviya xwe ya serketinê tîne ziman: “Hayde Sakîne, tu ji çiyayan hez dikî. Bawer dikim tê li çiyayan bidî û bi wan re bibî yek! Ez li benda agahiyên serketina te me.” Ev gotin, qasî hêviyên Serokatiyê, rastiya Sara ku Serokatî di kesayeta wê de dibîne jî nîşan dide.
Îro PKK, bi wan pîvanên ku Heval Sarayan afirandiye li ser piyan dimîne û hewl dide vî rihî û van pîvanan bigihîne hemû cîhanê. Sara pêşeng û rêbera vî xetî û awaya nûjen a xeta azadiyê ye. Ne tenê ku xwe bi PKK û sedsalê re bike yek, weke xwedavendeke azadiyê xeta azadiyê nûjen kiriye. Ev pîvanên ku bi têkoşîna xwe afirandiye derbasî nifşên din û têkoşerên sedsala îro jî kiriye. Ji ber vê yekê Têkoşîna Azadiya Jinê a Kurdistanê bi rêbertiya Heval Sara, afirîneriya wê û nirxên ku bi xwedan û berxwedanê xwe çêkiriye hatiye xeta îro. Bi van nirxan Sara, di dilê hemû jinên êvîndarê azadiyê de cîh girtiye.
Sara, di heman demê de di Têkoşîna Azadiya Kurd de pîvana civakbûnê ye.
Pîvana Sara, nîşaneya yekîtiya jinan a paradîgmayekê, jiyanekê û bîryardariya têkoşîna azadiyê a hevpar e.
Pîvana Sara, îspata hebûna azadiyê a bi rengê jinê zekaya jinê û jiyana jinê ye.
Pîvana Sara, nîşanaya azadiyê a bi meşandina berxwedan û têkoşînê ye.
Pîvana Sara, pîvana hebûna însaniyeta me ye.