
Dayreya Fezayê û Hewayî ya Neteweyî- NASA ji Peyk a bi navê GOES-16 wêneyên herî zelal û bi kalîtê yên cîhanê bidest xistin. NASA plan dike ku di çerçoveya projeya GOES-16 de 4 peykên din jî li dora cîhanê bicîh bike. Di vî wêneyî de dinya tevî heyvê hatiye kişandin. Bi saya vê projeyê rewş û tevgera hewayê ya li dora cîhanê berfireh tê şopandin û daneyên dîrokî tên berhev kirin. Bi saya projeyê tê payin ku bahoz, lehî û felaketên din ên ji ber rewşa hewayê pêk tên zû werin kifşkirin û tedbîr bên standin.
WASHÎNGTON