Di operasyona ku bi tevlêbûna nêzî 10 hezar leşker, polîs û cerdevanan de leşkeran bi tang, top û balafirên şer herêm bombe kir û bi ser gelek gundan de girtin. Di serdegirtina gundan de leşker û polîsan xanî û maşîneyên çandiniyê şewitandin. Dîsa dahl, rez û çandiniyên welatiyan şewitandin. Gelek karger û qadên debarê şewitandin û zerarek mezin da welatiyan.
Di êrîşên 11 dojan de welatiyek û 3 endamên HPG’ê hatin înfazkirin. Bi dehan welatiyên li dijî operasyonê derketin, hatin binçavkirin û di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin. Bi giştî 18 welatiyên hatin binçavkirin hatin girtin. Di operasyonê de 5 leşker hatin kuştin û 7 leşker birîndar bûn. Leşkeran li gundê Helhelê yê Hezroyê bi ser gelek malan de girt û li talanê welatiyan xist. Alav û amûrên wan tev talan kirin û şewitandin. Leşkeran di serdegirtina gund de hemû alav û amûrên malbata Ugurlayan şikandin û şewitandin.
Dîmen her tiştî nîşan didin
Piştî operasyonê welatiyan dîmenê daristan û malên ku ji aliyê leşkeran ve hatine şewitandin bi kamerayên telefonan kişandin û qeyd kirin. Weltiyan dîmenê şewata daristanê û mala şeniyê Gundê Helhelê Îrfan Ugurlayan yek bi yek kişand qeydê. Dî dîmen û wêneyan de tê dîtin ku daristana li hemberî gund a herî kêm 2 leşker li vir hatin kuştin, ji aliyê Helîkoptera Kobra ve tê şewitandin. Kobra herêmê bombe dike û piştre şewat derdekive. Piştre ambulans li gel maşîneyên zirxî yên Kobra tên navçeya Hezoyê. Dî dîmenek din de tê dîtin ku leşkeran bi maşîneyên kar mala Îrfan Ugurlayan xera dike û xaniyan talan dike û dişewitîne.
Mal kirin qereqol
Şêniya Gundê Helhelê Tulay Ugurlayan, diyar kir ku leşkeran di 25’ê Hezîranê de bi ser mala wan de girt û deriyê wan şikand û wiha got: “Hemû alav û amûrên malê belav kirine, tev li hev kirine û perçe kirine. Her tişt şikandine, belav kirine û xera kirine. Her der qirêj kirine. Hemû zexîreyê ku min ji bo cejnê stendibûn tev xwarine. Hemû xwarina dolabê derxistine û xwarine. Yên nexwarine jî li derdorê belav kirine. Xaniyê me wekî qereqolê bikar anîne. Cil û pêlavên hevserê min birine. Dînemoya avê, seta berojan tev birine. Gelek avalên malê dizîne û yên nebirine jî talan kirine.”
‘Leşkeran mala min xera kir’
Dayika 6 zarokan Birsel Ugurlayan jî anî ziman ku wan bi kedek mezin û hezar zahmetiyan xaniyê xwe ava kir, lê leşkeran li ber çavê wan xaniyê wan bi kepçeyan xera kir. Leşkeran bi hinceta tapoya xanî tune xera kir. Ger ku tapoya xanî tune çima ceyranê tînin. Xanî tev alav û amûrên hundir xera kirin. Leşkeran got; ‘Em dê li pêş çavê te xaniyên te xera bikin’ û xaniyê min li pêş çavê min xera kirin. Ez û 6 zarokên xwe li derve man.” Ugurlayan, destnîşan kir ku dewletê di sala 1993’an de xaniyê wan xera kir û niha jî didome.
Her wiha hate dîtin ku leşker û polîsan li gundê Zenge û Licokê yên Lîcê jî li ser dîwaran “T.C.”, “ POH”, “JOH” û heyv çêkirin.