Li Colemêrgê Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran ku bi xebatên xwe yên Kurdewar derdikeve pêş, di qada hunerê ya şanoyê de jî berhemên giranbuha diafirîne. Lîstikvanên şanoyê yên navenda çandê niha jî bi lîstika şanoyê “Jiyana Laqirdî” bi pêşberî hunerhêzan e. Lîstika “Jiyana Laqirdî” ku derhêneriya wê ji aliyê Ayhan Taşçi û Ferhat Çîçek ve tê kirin ji 3 beşan pêk tê û di nav meh nîvek de hat amade kirin. Di lîstikê de nêzîkê 14 kes dilîzin û gelek mijaran wek jin, jiyana mêtinger, çanda desthilatdarî, bandora medayaya civakî, meleyên sexte di nav xwe de dihewîne. “Jiyana Laqirdî” wekî ku navê wê jî li ser e zêdetir li ser henek û kêfeye lê di her sê beşan de jî mijar diguherin.

Di beşa yekemîn de zêdetir li ser desthilatdariya baviksalar a di nav malan de hatiye vegotin. Di nav pergala heyî de rol û rista jinan çi ye û nakokî ji ku derê derdikevin bi awayek zelal tê vegotin. Ligel vê jî têkoşîna jinan a li hember vê ferasetê û çawaniya têkoşînê jî di vê beşê de tê nîşandan. 


Medyaya civakî û meleyên sexte 

Di beşa duyemîn de jî gelek mijar tên vegotin. Çanda çayxaneyan ku li Colemêrgê gelek bi pêş ketiye di vê beşê de tê rexnekirin. Her wiha lîstikavanan di vê beşê de medyaya civakî jî girtiye dest û vê mijarê jî li ser meleyên sexte vedibêjin. Meleyên sexte ku civakê dixapînin çawa bi peretî ji gel re niviştan çêdikin û civakek çawa diafirînin tê vegotin. Medyaya civakî jî di roja îroyîn de li ser gel çawa bandorê dike û civak çawa bûye dîlê vê medayayê tê nîşandan. Asta vê bandorê jî dîsa li ser van meleyan tê vegotin û di beşa duyemîn de mele ayatên xwe li ser înternetê dibînin û bi van ayetan niviştan çêdikin. 


Hem difirkirîne hem dikenîne

Beşa sêyemîn jî balê dikişîne ser polîtîqayên pişavtinê yên pergala heyî. Zarokên Kurd ên di dibistanan de tên pişavtin mijara sereke ya vê beşê ye. Her wiha sosretiya mamosteyên ku ji zimanê zarokan fêm nakin jî dîsa bi awayek henekî hatiye destnîşankirin. Her çiqas eleqeya beşan ji hev re xuya neke jî di bingeha xwe de her 3 beş jî berdewamên hevdu ne. Di her sê beşan de jî pergalên rizî ku civak di bandora wan de ye tên vegotin. “Jiyana Laqirdî” temaşavanan ji serî heta binî dide kenandin lê li aliyê din bi peyamên xwe yên civakî jî aciz dike. Lîstik heya niha carekê tenê li Colemêrgê hat pêşandan lê di meha sibatê de li Wanê jî û pêşerojî jî li gelek cihan were pêşkêşkirin. 


‘Me rastiya pergalê vegot’

Yek jê derhênerê lîstikê Ayhan Taşçi diyar kir ku wan di lîstika xwe de bi awayek henêkî hin şaşiyan li civakî nîşan daye. Taşçi destnîşan kir ku hê jî di civakê de gelek kes hene ku di bin banê hin amûran de gel dixapînin û lîstik jî vê rastiyê ji civakê re nîşan dide û li ser lîstikê ev tişt anîn ziman: “Ji aliyê pergalê ve bi gelek aliyan ve civaka Kurdan ji çanda xwe tê dûrxistin. Me rastiya pergalê nîşan da. Her wiha kêmasiyên di civakê de tên jiyîn dîsa tê rexne kirin.” 

Lîstikvanê şanoyê Rûken Sumer jî da zanîn ku ew kêfxweş e ku di lîstikek bi vî awayî de cih digire. Sumer jî li ser mijarên lîstikê rawestiya û bi lêv kir ku zilma mêran a li ser jinan hê jî bi dawî nebûye, ji ber wê jî ew mecbûr in di her qadê de vê rewşê derxin holê. Sumer anî ziman ku yek jê mijarên giring ji bo wê ew e ku ev zilm di lîstikê de tê nîşan dan.


GOKHAN ALTAY/DÎHA/COLEMÊRG