Dîmenên herî bihestyar ên operasyonê jî doh ên wan welatiyan bûn ku xwe gihandin deverên bi ewle. Li gorî agahiyên ji nûçegîhanên ANHA’yê yên li meydana şer, bi hezaran welatiyên ji bajarê Minbicê ji ber çeteyan reviyan û ji bajêr derketin.
Van kesên ku xwe ji sitemkariya komên çete xelas kir, berê xwe da herêmên di bin kontrola hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û ji aliyê van hêzan ve li deverên aram û bi ewle hatin bicihkirin.
Li gorî zanyariyan, bi hezaran kes jî di rê de ne û berê xwe didin herêmên bi ewle yên di bin kontrola hêzên Melcîsa Leşkerî ya Minbicê. Doh gelek malbatên ji Minbicê ji aliyê rojava ve jî xwe gihandin şervanên Meclîsa Leşkerî û ji aliyê şervanan ve hatin bicihkirin.
2 gundên din hatin rizgarkrin
Doh sibehî du gundên Minbicê piştî şerekî dijwar hatin rizgarkirin, li aliyê din çerxerêya Kutab a stratejîk jî pêr êvarê hat rizgarkirin. Di şerê pêr de 22 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin. Di çarçoveya operasyonê de doh bi hezaran sivîlî karîbû xwe ji çeteyan xilas bikin.
Operasyona Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla kete roja xwe ya 20´an û doh di operasyona rizgarkirina Minbicê de Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê du gundên din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Gundên Yastê û Eyn El-Nexîl yên 3 km li rojhilatê bajarê Minbicê piştî şerekî dijwar ji aliyê şervanên Minbicê ve hatin rizgarkirin.
Li herêma di navbera herdu gundan de doh danê sibehê şerekî dijwar qewimî û di encamê de 22 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.
Çerxerêya Kutab ji çeteyan hat paqijkirin
Şervanên Minbicê û piştî şerê dijwar ê şev û rojekê, Çerxerêya Kutab a Minbicê ji çeteyan rizgar kir. Şervanên Meclîsê li aliyê rojavayê bajarê Minbicê Çerxerêya Kutab a li ser riya Minbic-Helebê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Çeteyên DAIŞ’ê Çerxerêya Kutab wekî benda kontrolê ya yekemîn li rojavayê bajarê Minbicê bi kar dianî û li vir jî gelek kes êşkece dikirin.
MINBIC