Di nava civakê de dibêjin, dimsa tûyan ji nexweşiya ulserê, bêxwînî re baş e û gelek feydeyên wê yên din jî hene. Dimsa bi destê jinan tê çêkirin, gelek zahmet be jî bi dilek rehet tê xwarin. Li Licê bi hatina biharê re jin bi hev re tûyan kom dikin û paşê di qazanan de dikelînîn û dikin dims.
Sacide Dolan a li gundê Comlaşê diyar kir ku ew Hezîranê dest bi çêkirina dimsa tûyan dikin û got: "Pêşî dema tû digihîn em diçin ser dara û kom dikin. Em li binê daran paçên mezin radixin, piştre darê dihejînin. Tûyên ku diweşin, em dixin sîtilê. Em tûyan dixin qazanê û ji bo bipijin, em datînin ser êgir. Dema dims dikele, hertim kefika ser dimsê divê ji serê bê girtin. Piştî ku tû hatin kelandin ji bo parzûnkirinê em tûyan dixin kisîkan û ava tûyan dixin sifrîkê û li ber tavê datînin. Piştî wê em ava ku ji tû ya tê li serê banan datînin û 10-15 rojan disekinînin."
'Ya herî zehmet weşandina tûyan e'
Saciye da zanîn ku ya herî zehmet dema weşandina tûyan e û weha dom kir: "Hertim tevdana dimsê jî pir zehmet e. Çiqasî karê me zehmet be jî em bi dilekî rehet dimsa tûyan dixwin û em dizanin ku xwezayî tê çêkirin. Dimsa ku em çêdikin carna 2 -4 kîlo derdikevê û ev dims tera malabatêkê dike.
Saciye sudên dimsa tuyan jî wiha rêzkir: "Dimsa tuyan ji bo nexweşiyên weke bexwînî, mîde, ulser, bêhntengî, bronşît, serma girtinê, ji bo kuştina mikroban û gelek nexweşiyên din, derman e. Di heman demê de jî ji sporvanan re, mezinbûnê û zirêktiya zarokan bi feyde ye."
ŞEHRÎBAN ASLAN/JINHA / AMED