
Serokê PADÊ Qetan Elî pirsên der barê berxwedana Şengalê, civîna provakatîf a li Şerfedînê qewimî û nêzîkatiya PDK ya li gel îradeya gelê Şengalê de bersivand.
Hûn civîna li Şerfedîn çêbûyî çawa dibînîn?
Ew civîna ku li Şerfedîn çêbûyî nûnertiya Êzîdiyan nake. Kesê sereke li civînê amade bû Bavê Şêx bû. Di civînê de çiqas daxwaz ji Bavê Şêx kirin ku bêje bila PKK ji Şengalê derkeve, lê Bavê Şêx ev yek nekir û negot. Ev yek gavek gelek mezin û baş bû. Divê oldarekî weke Bavê Şêx û bavê Êzîdiyan, vê yekê nepejirîne ku PKK ji Şengalê derkeve. Çiqas hewldan ku Bavê Şêx razî bikin vê yekê bêje, lê nekarin razî bikin. Ew kesên ku li Şerfedîn civîn li dar xistin nûnertiya Êzîdiyan nakin. Ji derveyî wan hêzên cûda yên Êzîdiyan hene. Ne tenê partiya me ya Êzîdiyan hene. Di heman demê de meclîsa me heye. Hêzên me yên leşkerî hene, saziyên me yên din hene. Em vê civînê jî weke ser navê Êzîdiyan napejirînin. Civînekî ji aliyê siyasetê ve hate meşandin. Bi taybet ji aliyê PDK’ê ve hate kirin. Ji aliyê kesên PDK’î ve hate bi rêvebirin. Li ser bingehê ku bêjin bila PKK ji Şengalê derkeve komkirin û civîn li darxistin.
PKK’ê 238 Şehîd dane
Heya roja îro li Şengalê PKK’ê 238 Şehîd dane û hîn jî şehîdan didin. Yên ku ji bo Şengalê şehîd dane PKK ye. Yên ku dixwazin PKK’ê ji Şengalê derbixin bila bên temaşeyî şehîdgeha Şengalê bikin. Tu jî heft salî heya 70’ê saliyê Êzîdiyan bipirsî wê ji we re rastiyê bêjê kê xwedî li Şengalê derket. Em wê yekê napejirînin ku her çend kes xwe bigihîn hev û bêjin bila PKK derkeve. Yên li Şengalê Êzîdî bi ruh kirin PKK ye. Yên niha li wargehên Başûr de sax mane bi saya PKK’ê mane.
Bavê Şêx negot bila PKK ji Şengalê derkeve
Li Şengalê 5-6 hezar pêşmergeyên PDK’ê hebûn, lê ev gel di nava DAIŞ’ê de hiştin. Ev gel bê parastin hiştin. Di heman demê de hikûmeta Iraqê jî heman tişt kir. Qet ji Êzîdiyan re tiştek nekir. Yên xwedî li Êzîdiyan derketîn PKK ye. Yên li ser navê Êzîdiyan bêje bila PKK ji Şengalê derkeve tiştekî şaş e û em vê yekê qet napejirînin. Yê ku bikare li ser navê gişt Êzîdiyan biaxive Bavê Şêx bû, lê li ser PKK yek gotin negot. Bavê Şêx negot bila PKK ji Şengalê derkeve. Bavê Şêx got ku ez ne li ser vî bingehî hatime Şengalê. Got ku ez ne li ser vî bingehî hatime civîna Şengalê.
Weke we anî ziman ev civîn ji aliyê PDK’ê ve hate lidarxistin, gelo çawa cesaret dikin ku li ser navê Êzîdiyan bêjin bila PKK ji Şengalê derkeve?
Di wê civînê de qet mezinek yan ji rêveberekî Êzîdiyan yê sereke nebû. Yên ku dibêjin bila PKK derkeve piştgiriya DAIŞ’ê dike. Kesên ku tên van civînan li Şengalê çêdikin û kesên ku dibêjin armanca PKK’ê ew e ku Tirkiye bê Şengalê bidin, nerast e. Fermanên ku hatine li ser vî gelê Êzîdî, aktorên sereke Tirk bûn. Ev kesane dixwazin rêyekê vekin ji Tirkiyeyê re da ku bikevin Şengalê. Dema ku Tirkiye bikeve Şengalê wê Êzîditî nemîne. Bila vê yekê baş bizanibin. Wê qet Êzîdî li Şengalê nemîne. Em amade ne ku li dijî wan kesên ku dixwazin Tirkiyeyê bîne Şengalê şer bikin û tola gelê Êzîdî ya 73 fermana ji Tirkiyê bistînin. Weke hêz hêza me heye û em amade ne vê yekê bikin. Şervanên me hene. Em amade ne ku li dijî her kes û hêza ku bêje bila PKK ji Şengalê derkeve şerî wan bikin. Cîhan hemû dizane kê Şengal parast lê ev kesane dixwazin rastiyê berevajî bikin. Kesên ku dixwazin rastiyê berevajî bikin bila biçin cihê şehîdgehê û rastiyê bibînin.
Weke PADÊ hûn hebûna PKK’ê li Şengalê çiqas girîng û pêwîst dibînin?
Dema ku PKK ji Şengalê derket wê Êzîdiyatî nemîne. Bila her Êzîdiyek vê yekê baş bizanibe. Yê ku ji bo Êzîdiya kar kirî kî bû, PKK bû. Her kes vê yekê dizane. Yên ku şehîd dayîn kî bûn û yên ku ji Şengalê reviyan kî bûn. Her kes dizane. Li Zovayê xortên me çûbûn pêşiya pêşmergeyan gotin ku hûn şer nakin, çekan bidin em ê keç û dayik û zarokên xwe biparêzin, lê sê xortên me kuştin. Îspata vê yekê heye, wêne û dîmen hene. Ji ber ku gotin çeka bidin me ev her sê kes kuştin. Tenê ji ber gotin emê şeref û namûsa xwe biparêzin. Ewan dibêjin tektîki ye, tû yê çawa gelekê bi tektîkî bê parastin bihêlî. Bi vê yekê ne kesek nehiştin heya roja îro jî keçên me di destê DAIŞ’ê de ne û li bazaran tên firotin. Li ser van tiştan ezê çawa bêjim bila PKK ji Şengalê derkeve.
Niha xaka Şengalê çiqas di destê çeteyên DAIŞ’ê de maye?
Ji sedê 60 xaka Şengalê di destê çeteyên DAIŞ‘ê de maye. Eger van hêzên siyasî rê bidin keç û xortên me, ez di wê baweriyê de me wê di nava salekê de tevahî bihata rizgar kirin. Ji ber ku niha keç û xortên me yên di nava YBŞ û YJŞ‘ê de bi nasnameya xwe tên serdana malbatên xwe dikin, tên girtin, niha bi dehan keç û xortên me di girtîgehan de ne. PDK dibêje sedem PKK ye. Çima nayên em tev bi hevre azad nakin. Bi dehan caran PKK’ê ji PDK’ê re gotiye were em bi hev re cihên di destê DAIŞ’ê de ye azad bikin. Lê PDK nayê tiştek wiha nake. Ji ber ku naxwazin îro Şengal rizgar bibe. Ji ber ku dixwazin Tirkiyeyê bêxin Şengalê.
ROJNEWS/SILÊMANÎ