
KELEŞ KÎWEXÎ
Zerîfa Ûsê ango bi navekî din Zerîfe keça Ûsê, Ûsê jî kurê Doxo ye û jê re tê gotin, Ûsê Doxo. Ûsê Doxo merxasekî Ezîdiyên Şêngalê ye, Malbata wan ji eşîra Bekiran e û ew serokê eşîrê ye. Cihê wan ji aliyê bakûr ve dikevê quntara Çiyayê Şengalê û ji hêla rojava ve Ziyareta Şerfedîn e.
Şengalî wê malbata bi nav û deng her dem di nav rêza mêrxasan de bî bîr tînin. Ji ber ku wan di nav mercên rojên giran de mêrxasi selimandiye.
Dema fermana Hafiz Elî Paşa (1835-1837) Osmaniyan êrişî Şêngalê kiribûn û şerekî dijwar qewimîbû. Hingê Ûsê Doxo Ezîdî parastibûn.
Piştî wê fermanê, li dijî Êzîdiyan fermaneke din bi destê Omer Vehbî Paşa sala 1893´yan li herema Şêxan a ser bi Duhokê pêk hat. Hêzên êrişker ên Omer Vehbî Paşa ji aliyê Duhokê ve dest bi qirkirina Ezîdiyan kiribû. Hingê li herema Şêxan gelek Êzîdî bi darê zorê kirin Misilman. Heta, Mîrza Beg û bîst mazinên Êzîdiyan hingê kiribûn Misilman.
Osmanî Mirza Begê dişînin cem Siwokê Mato bavê Berçes da kû ew ji bibin Misilman werin rayê. Siwokê Mato, Mîrza Begê diqewitîne û dibêje, ew amade ne serê xwê di oxira ol û netewa xwê de bidin, lê ti caran teslîm nabin.
Siwok kurê Matoyê Hiseynê Dumili ye ku mezinê eşira Dumila ye. Bi biryara Omer Vehbî Paşa (Firiq Paşa) 18 tabûr eskerên Osmaniyan li gel nefihameke mezin a ji Ereban, Çiyayê Şêngalê hatibû dorpêçkirin. Osmaniyan biryargeheke xwe li Solaxê yek jî li Girê Xirnofê danîbû. Wan 3 top jî tevî xwe anîbûn. Cara yekemîn e ku bi topan erişî Şengalê dikirin.
Hingê kesekî bi navê Mihemedê Yehya xwiniyê Siwokê Mato hebû, û ew wergerê Siwok Axa bû. Pişti çend guftugoyan, Êzîdiyan fêm kir ku daxwaza Osmaniyan xirab e. Siwokê Mato bang li hemû Êzîdiyên li çiyê dike û Civineke Mezin li bin Dara Zivinga aliyê Milkê Feqiran li dar dixin.

Siwokê Mato û Bekiran ji hev qut dibin
Di vê demê de Êzîdî dibin du beş. Eşîra Mala Zero hingê xwe didin rex Siwokê Mato bavê Berces. Şerê herî mezin û giran li Gedûka Leylê dest pê dike û heya herêma Bekiran a ku mala Usivê Doxo lê ye belav dibe. Li hêla Bekiran 3 roj û 3 şevan şerekî giran qewimîbû, ti kes bi hewara Bekiran ve nehat. Lê belê berxwêdana egîdên Bekiran didome. Hingê Bekiran biryar da ku şervanên xwê yên jêhatî bişînin Kersê, da ku zanibin gelo çima nayên bi hawara wan ve. Mihemayê Evdo siwariyên xwe yên herî xurt şandin cem Siwokê Mato. Dema ku Mihema nezîkî Geliyê Kersê bû, bala xwe dayê, dijmin topek danibûn serê girê Bekiran û ew top rê nadê ku kes were bi hewara wan ve. Hingê Mihema vedigere herêma Bekiran. Li wir şer dijwartir e, şervan kêm in.
Di encamê de Mihema mirûzê xwe dadixe û dizaxe. Jina bi navê Zerîfe ku 4 kurên wê û birayê wê Mehmûdê Ûsê di nav şerî de bûn, li ber Mihema disekine û dibêje, “Kuro Mihema, hêviya me hemûyan tu yî, em cesarete bi navê te didin wan xortan. Mihema, bavê mino, vê yekê bi me neke”.
Mihema pala xwê daya dîwarêkî û diponije, Zerîfeyê dit ku bi heyran û qurbanê ti tişt çareser nabe. Bi hêrs ji Mihema re dibêje, “Ma pişti kuştina van xortên heja tu li vir çi dikî?” Ew 3 roj û 3 şev in Zerife li ser piya yê û kozik bi kozik digere, xwarin, av û barûdê dide şervanan û birînên wan derman dikê.
Mihema dibêje Zerifê, “Herêma Gundê Koço teslîm bûye, eşîra Mendikan çûye rayê!navbera mê û Siwokê Axê de topeka mezin danîne, ji ber vê ti kes nikarê were bi hewara me ve, ez bê hevî mam, ez ê herim çi bikim?”
Xebera ketina rêwşa xirab a şervanên Şamaliyan jî, digihîje Zerîfê. Zerîfe dibejê:
“Dinya li me teng bû weke tara bêjingê,
min dît Osê Mejdîn, kekê Kemal sê denga gazî dikê Siwokê Mato bavê Berces,
Mihamayê Evdo bavê Saleh gelî bav û bira mêrçe bin xebateka mêran bikin û dest hilînin.
Çavên xwê ji nîzama Firiq Paşa meşkînin, ev sê roj in dengê tivinga Elî Axa bavê Milhim ji Gêdûka Xerbî nayê.”
Topa Osmaniyan ji destê wan distînin
Şêngali dibêjin, di wê navberê de Dayika Mihema jê tê û dibîne ku Mihema ne li meydana şer e. Hingê dibêje Zerifê: “Ev çi hal e, nebî nebî hûn teslîm nebin.” Zerife lê wiha vedigerîne: “Na dayê na, lê ti hêviyên Mihema nemane.” Dayîk berê xwe dide wî û dibêje, “Mihema, eger tu neçî şer, were bikeve zikê min.”
Gava ku dayika Mihema ev peyva tal li rûyê wî da, Mihema bi bayê bezê li hespê xwe siwar bû xwest biçe şer bike. Zerifê gotiyê: “Haydê em biçin wê Topa mezin ji navbera xwe û Siwok Axayê Geliyê Kesê ji destê Çawişê ser topê bistînin, ta ku Siwok Axa karibe bê hewara me.” Ev nehatibû bîra Mihema. Zerifê serê hespê wî digire û herdu diçin. Mihema erişê dibe ser topê. Zerifê ji wî re heta ku ew topê ji destê Osmaniyan distîne li tilîliyan dide. Li wê herêmê newalek heye. Niha jî jê re dibêjin, Newala Mirinê. Ji ber ku Mihema û şervanên Kurd di wê newalê de gelek leşkerên osmaniyan kuştibûn. Şêniyên derdorên Şêngalê heta roja îro kerengên ku di wê newalê dê şîn dibin naxwin, û dibêjin, ew der heram e.
Bi stendina topa mezin a ji Osmaniyan, Hewara Şêngaliyan dighîje hev. Xortên Êzîdiyan êrişî eskeran dikin ta ku dighîjin Kerkûkê. Hingê nişteciyên Şêngalê xwe ji halê xirab xelas dikin.
Ji Zerîfa Usê ber bi YPJ´ê ve
Dema keresata Tebaxa 2014, bi hatina şervanên Tevgera Azadiyê HPG´ê û nexasim YPJ´ê, hêza jinê Şêngalî bi rastiya xwe hisiyan. Ew 60-70 sal in ku dijberî û çewisandina jinê stûr bûye û rayên xwe berdane nav hişê civakê. Jin weke amrazekê dihat dîtin.
Heta wê radeyê ku navê Zerîfeyê ji nav strana wê kerasetê derxisitine. Şûna navê Zerîfeyê behsa navê Dawîdê Hisa hatiye kirin. Min bi xwe ji gelek Dengbejên Şêngalê pirsi ka çima navê Zerîfê nayê gotin; yekser dibejin, “Ew jin e”.
Belê Zerîfe jin e. Lê, eger YPJ´ya jinan dema kareseta tebaxa 2014´an şer nekiribûna rewşa Şengalê de çawa bûya. Îro li Şêngalê jin ji mêran bêhtir in û şer dikin. Di hemû fermanên berê de dîsa jînên Kurd şer dikirin. Asta jin û mêr wek hev bû. Jînên Qehreman ji nav Kurdan gelekî derketine.