Bi kampanyaya alîkariyê, eynî weke di dema krîza dovîzan a 2018’an de çawa kampanyayên serfkirina dovîzan dûrî rastiyên aborî bûn, ew bêhtir ji bo ku bloka desthilatdariyê hilbijêrên xwe di warê siyasî seferber bike, bûn, niha jî tiştekî welê tê kirin. Kurt û Kurmancî, di her bûyerê de ku zorê li desthilatdariyê dike, em dibînin stratejiya xwe disipêre dubendiya ‘em-ew’ xistine dewrê.
LUQMAN GULDIVÊ
Krîzeke koronayê ya ku dinya hîç jê re ne amade bû, bû bela serê wê; ji ber tevdîrên li dijî vegirtina virûsa koronayê jî li gorî texmînan 3 milyar mirov di malên xwe de ne. Minaqeşeyên li ser derketina holê ya vîrusê jî gelekî ji hev cihê ne; yên ku dibêjin xweza tolê dihilîne, yên ku dibêjin, kapîtalîzmê rê li ber vê krîzê vekir; û hê bi gelek analîzên siyasî, civakî, aborî û zanistî hewl tê dayîn krîz bê terîfkirin. Yek ji îfadeyên pirr belav jî ew e ku dibêje, ti tişt wê nebe weke berê, lê belê nivîskarê navdar ê Hindistanî, Arundhati Roy ji bo vê dibêje, “Ti tişt wê ji vegera li normalê ne xirabtir be.” Ev yek her wiha bi bîra me dixe ku derfeta me heye niha em dinyayê biguherînin û bi hevgirtin û piştgiriya em di vê pêvajoyê de ava bikin, divê em bi ser kevin.
Lê ma ka rewşa aboriyê çi ye? Li seranserê dinyayê banga mana li malê tê kirin, lê karker ji vê muaf tên girtin, ka gelo maneya vê çi ye? Em li ser tesîrên krîza koronayê li ser aboriyê, helwêstên hikûmetan li ser mijarê û gelek mijarên din bi aborîzanê akademîsyen yê li Berlin School of Economics and Lawê, Prof. Dr. Umit Akçay re peyivîn.
[caption id="attachment_241282" align="alignleft" width="300"]

Ümit Akçay[/caption]
Piştî belavbûna şewba kurewî ya ji ber vîrusa koronayê li seranserê dinyayê dewletan tevdîr girtin. Cenabê te helwêstdiyarkirina aborî ya dewletan weke “aboriya şer bi nav kir”. Te bi vê xwest çi bibêjî?
Gava ez dibêjim aboriya şer, ez behsa wê dikim ku aboriya bazarê hatiye qerisandin vê kêliyê, eynî weke dema şer, destwerdanek hatkirin ku ji bilî sektorên xwarin û tenduristiyê di sektorên ne heyatî de hilberîn li gelek waran sekinî, ha ez çêl li vê destwerdana aboriyê dikim. Mesela tevdîrên weke dewletîkirinê di sîstemên li ser milkiyeta taybet ava bûyî de, di demên “normal” de bi xweşbînî mirov wan qebûl nakin, lê em dibînin, van rojan hin welat bê dudilî van tevdîran bi cih tînin. Gava em awayê destwerdanê weke ‘aboriya şer’ bi nav bikin, hingê em her wiha çêl li wê yekê dikin ku bi vegera demên ‘normal’ re ev tevdîr wê bi dawî bibin. Mesela, IMF’yê jî ji ber vê sedemê pêvajoya têkoşîna li dijî vîrusa koronayê şiband aboriya şer.
Gelo gava em li siyasetên dewlet didin ber xwe binihêrin, ew di navbera “Jiyana Mirovî” û “Mezinbûna Aborî” de tercîhan dikin?
Esas, gava em her du tercîhan weke du seriyan bibînin, her dewlet, têkeleke van tercîhan a cihê, bi cih tîne. Ka rêya hatiye tercîhkirin nêzîkî kîjan seriyî ye, ev jî bi van faktoran bi xwe tê diyarkirin: kapasîteya sîstema tenduristiyê a li wî welatî, pêkhateya desthilatdariya siyasî yan jî ya blokên wê desthilatdariyê û kapasîteyên dewletê bi xwe yên aborî û sazûmanî. Di vê çarçoveyê de Elmanya û Hindistanê tevî tesîrên negatîf ên aborî jî tevdîrên xwejihevdûrgirtina civakî zû girtin. Beramberî vê, dewletên ku tirsiyan tesîrên aborî wê gelekî xirab bin û di dema xwe de tevdîr negirtin hene, yên weke Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Tirkiyeyê.
Gelek welat siyaseteke navlênekirî ya “weke kerî bipêşxistina jêvenegirtinê” pêk tînin. Gelo ev tercîheke aborî ye?
Gava biryardêr vê rêbazê tercîh dikin, sedema vê bi ya min ew e ku hêviya wan ew bû ku zirarên aborî yên vê rêbazê wê kêmtir bin. Jixwe hin serok dewletan weke Donald Trump ev yek eşkere îfade jî kir.
Me dît nirxê piyaseyan bi hişkî ket. Di serî de dewletên Yekîtiya Ewrûpayê, li gelek welatan çav li rê ye ku piçûkbûneke aborî çêbe. Bi ya cenabê te wê li dawiya vê pêvajoyê piçûkbûna aborî çêbe gelo?
Niha weke misoger tê qebûlkirin ku sala 2020’an wê di aboriya kurewî de piçûkbûneke aborî ya zêde çêbe. Li DYE û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) tesîrên vê piçûkbûnê bêhtir tên hîskirin, lê li gorî texmînan Çîn wê di nîvê diduyê yê salê de bê ser hemdê xwe û salê bi mezinbûnê temam bike. Dîsa jî dibe ku ev mezinbûna Çînê li gorî caran kêmtir be. Ji bo aboriya Tirkiyeyê sala 2020’an wê bi îhtîmala herî baş bibe saleke sekaniyê; heta texmînên bi tevdîr jî dibêjin, dibe ku aborî piçûk bibe. Ji niha û pê ve ya muhim hem ji bo aboriya dinyayê û hem jî ji bo ya Tirkiyeyê ew e ka aborî di sala 2021’ê de wê çiqasî bi lez bê ser hemdê xwe.
Ji bo ku tesîrên şewbê li aboriyê kêm bikin, dewlet siyasetên çawa pêk tînin?
Serê pêşî bi du amûrên ji rêûresmê yên siyasetên aboriyê (pere û siyaseta maliyê) dest werdan meseleyê. Mesela, li DYE’yê bankaya navendî Fedê faîz daxistin sifirê, ji nû ve dest bi pêkanîna firehbûna mîqdarî kir. Û ji bo ku li dinyaya mayî pirsgirêkeke pereyê diherike çênebe, bi bankayên navendî yên dewletan re dest bi danîna peymanên pevguherînê kir. Bankayên din ên navendî yên mezin ên weke YE û Meliktiya Yekbûyî jî tevdîrên weke van girtin. Lê zû dîtin ku ev tevdîr wê ji bo nermkirina tesîrên xirab ên aborî yên vê pandemiya şewbê bi kêr neyên. Piştre siyaseta maliyê kete dewrê. Tevdîrên weke yekser çûna bi hewara şirketan ve, paşvexstina bacê, yan jî tevdîrên ji bo parastina îstîxdamê siyaseta maliyê ne, yanî bi zêdekirina mesrefên dewletê ew çêbûn. Dewletên weke Elmanya, Meliktiya Yekbûyî û Danîmarkayê bi tevdîrên xwe yên berfirehtir ji bo demeke diyar, beşa mezin a mûçeyê karkeran da. Esas li Tirkiyeyê ew tevdîra karê demkurt jî yeke weke van e. Lê belê ji ber ku şertên sûdwergirtina ji vê fonê li gorî vê krîza siheta miletî gelekî zehmettir in û hem jî ji ber ku nifûseke kar a ne qeydkirî û bê ewlehiya kar û civakî ya gelekî mezin heye, pêkanîna vê ya li Tirkiyeyê gelekî sînordar e.
Wekî din dewletîkirina hin sektoran, yan jî ji bo carekê yan ji bo demeke diyar alîkariya dahatê ya tê plankirin, ji siyasetên din in ku dewlet wan pêk tînin.
Tevahiya welatan ji bo welatiyên xwe fonan vediqetînin, lê Tirkiyeyê kampanyaya alîkariyê da dest pê kirin. Gelo em dikarin weke agahdariyeke li ser rewşa aboriyê şirove bikin?
Qismî mirov dikare wisa bibêje. Di aboriyên weke yên Tirkiyeyê de yên ku gelekî hesas in beramberî tevgera sermayeya biyanî, tê gotin, pakêtên xilaskirinê yên berfireh siberojê wê înflasyonê zêde bikin, ji ber wê ne kêmkirina faîzan, dibe ku sibe dusibe ji neçarî faîz bê zêdekirin jî; û ji ber vê jî paketên xilaskirinê li van welatan sînordar tên hiştin. Bi ya min ev îdîa ne rast e. Lê belê ji bo kêliyekê em qebûl bikin ku rast e jî bijarteyên di destê desthilatê de bi dawî nabin. Weke nimûne, heger tevgera sermayeyê bê sînordarkirin, paketên berfireh dikarin bên pêkanîn. Desthilat vê rêyê tercîh nake; divê em vê bi ehemniyet bibêjin. Dibe ku ew wisa difikirin, heger vê rêyê bidin ber xwe, ew ê ji rêya modela li Tirkiyeyê serwer a fînansbûna tabi’ê tevgera sermayeyê derkevin û ev jî wê bêhtir zirarê bike li desthilata wan. Gava mirov wisa li meseleyê binihêre, ez yeqîn nakim ku tenê hinceteke aborî ya wê yekê hebe ku paketa piştgriyê sînordar be û li şûna wê kampanyaya alîkariyê bê destpêkirin. Heta dibe ku ji hincetên aborî bêhtir bi hincetên siyasî vê kampanyaya alîkariyê destpê kiribe. Bi kampanyaya alîkariyê, eynî weke di dema krîza dovîzan a 2018’an de çawa kampanyayên serfkirina dovîzan dûrî rastiyên aborî bûn, bêhtir ji bo ku bloka desthilatdariyê hilbijêrên xwe di warê siyasî seferber bike, bûn, niha jî tiştekî welê tê kirin. Kurt û Kurmancî, di her bûyerê de ku zorê li desthilatdariyê dike, em dibînin stratejiya xwe disipêre dubendiya ‘em-ew’ xistine dewrê.
Li Tirkiyeyê jî van demên dawiyê hin qedexe hatin, lê karker hema hema bi tevahî li derveyî vê hatin hiştin, li her warî karker dixebitin. Gava em li vê rewşê binihêrin ev li ser peywendiya AKP û sermayeyê ji me re çi dibêje?
Beşên sermayeyê yên cihê, helwêstên cihê nîşan dan. Şirketên mezin ên ku bi pirranî fermî dixebitin, karîn ji fonên dewletê yên weke paketên teşwîqê û fona dema kar a kurtkirî sûdê wergirin. Ji ber wê zirarên wan qismî kêmtir bûn. Heta van beşên sermayeyê karîn behsa tercîha rawestandina hilberînê ji bo demeke diyar, tevî alîkariya dahatê ji bo karkeran bikin, vê bînin rojevê. Lê belê ew beşên sermayeyê yên ku bi hejmara xwe zêdetir in, û pirraniya wan şirketên mezinahiya navîn in û îxracatkaran qebûl nekir hilberîn bê rawestandin. Bloka desthilatê heta niha nêzîktirî vê beşa duyem e. Bi ser de jî li derdora desthilatê tê gotin, tesîrên vê şewbê wê di demeke kurt de li paş bên hiştin, û piştre jî bi sedemên weke hêsanbûna derfetên fînansî yên kurewî yan jî kembûna buhayê petrolê, aboriya Tirkiyeyê wê bi lez bê ser hemdê xwe. Ez yeqîn dikim ku komên cihê yên sermayeyê jî wiha difikirin.
Em niha dibînin ku gelek karker ji kar tên derxistin. Li Tirkiyeyê xebitîna bê sîgorte jî pirr belav e. Mirov çawa dikare pêşiyê li ji kar derxistinê bigire?
Mirov dikare bi qedexekirina derxistina ji kar pêşiyê li vê bigire. Di pêkanînê de mirov têşwîqên ji şirketan re veqetandî yan jî kêmkirinên bacê bi şertê jikardernexistina karkeran bi cih bîne, dibe ku ev mumkin be. Dîsa jî ew ên derveyî qeydên fermî bê sîgorte dişixulin, wê hebin û ew ê ji kar bên derxistin, ji bo wan jî alîkariya dahatê ya yekser dikare bê dabînkirin. Lê belê xuya ye ku dethilat vê rêyê bi xurtî tercîh nake û mesrefên krîza aborî jî ji wan derdoran re tê hiştin ku dişixulin.
Yek ji mijarên ez bi xwe gelekî meraq dikim, mijara zad û qût e. Heger tevdîrên karantînayê demeke dirêjtir dewam bikin, gelo îhtîmala qîmnekirina xwarinê, zad û qut heye?
Du aliyên hilberîn û belavkirina hilberîna çandiniyê hene. Ya pêşî ew e ku li welatên di hilberîna çandinî de têra xwe dikin, wê di nava tevdîrên sereke de dewamkirina vê hilberînê û vekirî hiştina kanalên girîng ên belavkirina van berheman di rêza pêşî de hebin. Aliyê diduyê jî yê bazirganiya navneteweyî ye. Nexasim ew welatên ji ber şert û mercên cografî yan jî ji ber îhmalkariyê neçar in berhemên çandiniyê ji derve bikirin, hewl didin ku bazirganiya van berheman dewam bike. Lê belê heger tevdîrên karantînayê dewam bikin, mirov dikare pêş bibîne ku ji ber astengiyên di hilberîn yan jî dabînkirinê de dibe ku buhayê zad û qût zêde bikin. Weke nimûne, di dema şerê Koreyê yê salên 1950 heta 1953’yan de di aboriya dinyayê de buhayê zad û qût zêde bûbû.
Bi milyonan mirov hene, heger danekî alîkarî ji wan re neçe, ew ê wî danî birçî bimînin. Bi sedhezaran kes di karên rojane de kar dikin. Li gorî vê rewşê, hewcedarî bi tevneke çawa ya piştgiriyê heye?
Qismekî mezin ê kesên dişixulin, ji bo karê xwe neçar in derkevin derve; ji bilî vê krîza siheta gel, ji ber tesîrên wê yên aborî, êdî meseleyeke wan a ji ber zêdebûna bêkariyê jî heye. Di vê rewşê de tesîrên krîza heyî ji ber ku bêhtir giştî ne, em dikarin texmîn bikin ku tesîra parêzer a piştgiriya bi peywendiyên ji rêûresmê yên malbatê wê sînordar be. Tevnên piştgiriyê yên ku şaredarî organîze bikin jî di asta taxan de dibe ku bi kêr bên. Lê belê ji xwe asta bêkariyê beriya krîza siheta gelî jî pirr bilind bû. Ji ber pirsgirêkên nû yên niha, bi bêkarên nû re ku wê li yên berê zêde bibin, dibe ku em bên ber qeyran û buhraneke civakî.