Ji bo Rojnamevan û hunermenda zindanî Zehra Dogan li Fransayê di çarîoveya pşêandana berhemên wê de Festîvala Dinyayên Din dewam dike. Festîval wê 21´ê mehê biqede. Rojên dawiya hefteya bihurî bi xwe di festîvala li bajarê Fransayê Morlaixê de yên herî bi xirecir bûn. Panela “Rojnamevaniya Alternatîf” 13´ê Cotmehê bi rê ve çû. Jerome Bastion ê ku li Tirkiyeyê demeke dirêj rojnamevanî kiriye, moderatorî kir. Guler Yildiz jî bersiva pirsên elaqedarî pirsgirêkên rojnamevaniyê li Tirkiyeyê kir.
Yildiz dîlgirtin û mişextkirina rojnamevanan û girtina dezgehên rojnamevaniyê û çapemeniyê bi biryarên di hukmê qanûnê (KHK) de kir û got, “Em dikarin bibêjin, li Tirkiyeyê rojnamevanî êdî nemaye.”Onur Erem ê ku di beşa Tirkî ya BBC´yê de kar dike û rojnamevanên serbixwe Yann Renoult jî behsa tecrûbeyên xwe yn rojnamevaniyê kir.
Bi çepikan silav kirin
Êvara heman rojê jî li navenda çandê ya bi navê Le Roudour konsereke piştgiriyê hebû. Hunermendan bi vê konserê destek da Zehra Dogan û tevhiya dîlgirtiyan. Komeleya “Rallumeur d’étoiles” jî fanoseke dêwane ya di rengê stêrkê de çêkir û li ser wê nivîsî “Em Zehrayê li ezmanan bigihînin çivîk û stêrkên azad”.
Di konserê de hunermendê navdar Titi Robin ê ku ji destpêkê ve destekê dide Zehra Dogan, pêşî peyama wê xwend. Hunermendê Breton, Erik Marchand bi zimanê xwe stran gotin û Gulay Hacer Toruk jî bi zimanên cihê. Sylvain Barou û Neşet Kutaş jî refaqetî wan kir. Beşdarên konserê di dawiyê de Zehra Dogan, hevalên wê yên di heman qawîşê de û tevahiya dîlgirtiyan bi çepikan silav kir.
Fuar bi 4 atolyeyyan bi dawî bû
14´ê Cotmehê jî li fuara pirtûkan a ku cih dida mijarên li ser Tirkiye û Kurdistanê, li ser mijarê 4 atolye bi rê ve çûn. Fuara pirtûkan bi atolyeyên li ser mijarên “Li herêma Morlaix piştgirî: Ji niyetê ber bi pratîkê ve”, “Xewnên jinan: Jin û komun”, “Weke amûreke azadbûnê pirtûk”, “Li jiyanê helbest zêdekirin” bi dawî bû.
Festîval 21´ê Cotmehê bi dawî dibe
Festîval, 21´ê Cotmehê (sibe) bi panela “Zehra Doğan: Hunerê li dîrokê gavan diavêje” bi dawî dibe. Serokê saziya kordînasyona çandê ya herêma Bretonyayê ya bi navê “Livres et lecture en Bretagne” a ser bi wezareta Çandê” Mathieu Ducoudray wê moderatoriya panelê bike. Çalakger, hunermend û rojnamevanê Îtalî Gianluca Costantini, û hunermend û çalakgerê Kurd ê li Swîsreyê penaber Niştiman Erdede jî wê beşdarên panelê bin.
Piştî festîvalê, berhem û nivîsên Zehra Dogan wê biçin paytexta Ingilîstanê Londonê da ku 8´ê Kanûnê di “Kurdish Art Fair (Fuara Huner a Kurdî)” de bên nîşandan.
MORLAIX