
Ne gerstêrkên dûr, belê yên li dora stêrkên ciwan ên ku enerjiyeke zêde li hawîrdora xwe belav dikin, lê belkî yek ji gerstêrkên derveyî sîstema rojê, yên herî nêzîkî me, di warê fezayî de cîranê dinyaya me, belkî ya herî baş be ji bo bi kêra jiyanê bê.
Stêrka Ross 128 ji ber ku ne zêde çalak e û êdî ewqasî ciwan nîne, dibe ku gerstêrka li dora wê ya navê Ross 128b lê hatiye kirin bi kêra jiyanê bê. Ev jî ne gotinên me ne, em derewînên zanyaran in. Li gorî zanyaran ev gerstêrk hem nêzîk û hem jî ji bo jiyanê bi konfor e; ango heger jiyan lê pêk bê, yan jî hatibe, ew ê wê tine neke û destûrê bidiyê lê dewam bike.
Ross 128b hema hema bi qasî dinyaya me mezin e, û muhtemelen germahiya serzemîna wî jî nêzî ya dinyaya me ye. Ev yek û kalîteya stêrka wê dikin ku ew bibe yek ji namzetên herî baş ji bo ku jiyan karibe lê peyde bibe û dewam bike.
Ross 128 dema mirov li ber stêrkên din digire ku nisbî nêzîk in û li dora wan gerstêrk hene, ya herî aram e. Halê hazir 11 salên rohniyê dûrî dinyaya me ye, lê dilê xwe rehet bikin, 79 hezar salên din ew ê bibe stêrka herî nêzî me. Navenda Çavdîrî û Lêgerîna li gerstêrkan a Başûr a Ewrûpî ku weke HARPS tê nasîn ev gerstêrk û stêrka wê Ross128 û Ross 128b vedîtibûn. De ka ya xêrê, belkî mirov koçab bar kin û biçin Ross128b´yê.
LONDON