Tirkiye ev hefteyeke guftûgo dike ka hevdîtina Tayyip Erdogan a Trupm re ku di 16’ê Gulanê de pêk were wê çawa bi encam bibe. Hevkariya Tayyip Erdogan-Dewlet Bahçeli û çapemeniya piştgirê wan dixwaze Trump polîtîkaya dewleta Tirk a derbarê Sûriyeyê de qebûl bike. Yanî li gor wan divê Şoreşa Rojava were fetisandin, li Sûriyeyê hevkarên Tirkiyeyê yên dijminê demokrasî û mirovahiyê ne werin tercîh kirin. Ji bo ku polîtîkyên li Bakûr^Kurdistanê dimeşîne li Rojavayê Kurdistanê jî bidomîne vê yekê dixwaze. Polîtîka û dîplomasiya dewleta Tirk bi mabesta di komkujiya çandî re derbaskirina Kurdan tê meşandin. Dixwaze hevdîtina bi Trump re bike jî ji bo derbaskirina Kurdan di tevkujiyê re bikar tînin. Hemû mijarên din ên di hevdîtinê de werin rojevê wê weke amûrê dayina qebûlkirin a polîtîkaya tevkujiya Kurdan bi Trump werin bikar anîn. 

Dema li Sûriyeyê aloziya siyasî derket Tayyip Erdogan difikirî ku hêzên sûnî yên mezhebparêz di demeke kurt de rejîmê têk bibin û yekser xwe avête nava şerê li Sûriyeyê. Pêşî destek da rêxistina Birayê Misilman (Ihwanî Muslim) dema ew lewaz bûn destek da El Nûsra, dema ew jî lawaz bû û DAIŞ bihêz bû piştgirî da DAIŞ’ê. Di rewşeke ku Sûriyeyeke ku ev hêz lê desilatdar hatiba avakirin, hem wê di polîtîkaya Rojhilata Navîn de bi bandor bûba, hem jî Şoreşa Rojava hatiba fetisandin. Ji ber vê yekê jî şerê hûndir ê Sûriyeyê gihande asteke nedîtî ya xwîndar. Polîtîkaya bila Kurd têk biçin, kî bi ser dikeve bila be meşand. Bi gotinên, Kobanê bajarê Ereba ye, ha ket ha dikeve re beriya her kesî serkeftina DAIŞ’ê pîroz kir.

Dema hate dîtin ku li Kobanê şervanên azadiyê berxwedaneke mezin nîşan didin, gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd li Kobanê xwedî derketin vê carê bi rengekî veşartî dijminatiya berxwedana Kobanê kir. 

Piştî ku Berwxedana Kobanê bi ser ket, Şoreşgerên Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk a YPG jî di nav de darbe li ser darbeyê li DAIŞ’ê dan û tevahiya Sûriyeyê kete bin bandora Şoreşa Rojava vê carê got PYD, YPG, YPJ terotîstin û dijminatiya xwe ya ji bo Şoreşa Rojava vekirî nîşan da. Vê carê jî hewl da hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî xera bike û bi vê yekê re bingehê êrişkirina Şoreşa Rojava ava bike. Polîtîkaya tevkujiyê ya li dij Kurdan li ser hêzênên koalîsyonê, Ewropa û Rûsyayê ferz kir. Zexta an ji polîtîkayên tevkujiyê re bibin destek an bêdeng bimînin kir. Dixwest bi tevkujiyê Şoreşa Rojava tasfiye bike. 

Lê belê Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dij DAIŞ’ê têkoşîneke serkeftî dan û DAIŞ bi paş xistin. Her wiha hêzên koalîsyonê û Rûsya nexwestin bibin şirîkê polîtîkaya tevkujiya li ser Kurdan. Ev her dû bûn sedem ku Tirkiye negihije armancên xwe. Tayyip Erdogan mîna sedsala 20. destekê ji bo tevkujiya li ser Kurdan dimeşîne dixwaze. Lê belê ji ber ku denge û statukoyên sedsala 20. belav bûne rewşa piştgirî an bêdengmayina ji bo polîtîkayên tevkujiyê guherî ye. Ji ber vê yekê jî zexta li ser hêzên koalîsyonê ya mîna an hûnê li gel terorîstan bin an li gel me bin bê encam ma. Ji ber ku armanca bi tenê ya Tayyip Erdogan derbaskirina Kurdan di tevkujiyê re ye di polîtîkaya perçiqandina Şoreşa Rojava de israr dike. 

Tayyip Erdogan ne tenê ji bo fetisandina Şoreşa Rojava destekê dixwaze, her wiha ji bo polîtîkaya tevkujiyê ya li Bakûrê Kurdistanê jî destekê dixwaze. Bi her kesê û derdorê ku li dij zext û zilma di çerçoveya polîtîkayên tevkujiyê de dimeşîne re di nava têkoînê de ye. Sedema pirsgirêkên di navbera wan û Ewropa, DYA û dewletê din de ewe ku nerazîbûna xwe li dij polîtîkayên wan ên tevkujiyê tînin ziman. Dewleta Tirk dixwaze di sedsala 21. de herkesî bixe şirîkê tevkujiya li ser Kurdan. Mîna ku di sedsala 20. de tevkujiya li ser Ermeniyan pêk anî, di sedsala 21. de ku 3. Şerê Cîhanê li dar e dixwaze Kurdan di komkujiyê re derbas bike. Ji ber vê yekê jî di 16’ê Gulanê de wê ji Serokê DYA’yê Donald Trump re bêje, “Têkiliya bi Kurdan re bibire, destekê bide polîtîkayên min ên tevkujiyê, ezê jî artêşa xwe têxim bin xizmeta te.“

Tayyip Erdogan dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne û çeteyên girêdayî xwe bibandor bike. Heger hêzên girêdayî Tirkiyeyê serdest bibin li Sûriyeyê demokrotîkbûn pêk naye. Bi vê yekê re jî mafê Kurdan nayê dayin. Dema li Sûriyeyê demokratîk pêk neyê wê karibe desilatdariya xwe ya otorîter hesantir bimeşîne. Ji ber ku Tayyip Erdogan dizane heger li Sûriyeyê demokratîk bûn pêk were wê nikaribe li ser desilatdariyê bimîne. Ji bo vê yekê jî hem li Sûriyeyê hem jî li rojava dixwaze dînamîkên demokratîk ji holê rake. Lê belê di vê mijarê de wê Hêzên Sûriyeya Demokratîk teslîmî van polîtîkayan nebin. Beranberî hewldanên Tirkiyeyê yên ketina Reqa an cihên din şik û guman tuneye  wê hêzên Sûriyeya Demokratîk li ber xwe bidin. Bêhtir ketina Tirkiyeyê ya herêmên hundir ê Sûriyeyê wê bibe sedem ku pirsgirêkên vî welatî kûrtir bibin. Ji ber vê yekê jî êdî ne Hêzên Sûriyeya Demokratîk destûrê didin Tirkiyeyê ku mudaxeleyî hûndê welêt bike, ne jî hêzên koalîsyonê destûrê bidin ferzkirinên Tirkiyeyê yên pirsgirêkên li Sûriyeyê girantir bikin.

Di sedsala 21. de Ewropa, DYA û Rûsya heger bibin şirîkê tevkujiyê di serî de ewê bi xwe wenda bikin. Nirxekî bi tenê yê wan li ser lingan bigiren namîne. Dibe ku di roja me de polîtîkayên van dewletan were rexne kirin, lê belê heger destekê bidin tevkujiya li ser Kurdan wê gunehê wê giran be. Heger destekê bidin Tayyip Erdogan ê dijminê Kurdan û demokrasiyê, ne tenê Kurd ev welat bi xwe jî wê zirarê jê bînin. Her desteka ji bo Erdogan wê were wateya destek dayina dijminatiya ji bo Demokrasiyê û Kurdan. Dijminatiya Tayyip Erdogan a li dij YPG, YPJ û PYD’ê şuphe tuneye ku dijminatiya li dij Kurda ye.  Ya meylê dirde hemû polîtîkayên hûndir û derve yên Tirkiyeyê dijminatiya li hember Kurda ye. Kî bibe parçeyekî van polîtîkayan li dij Kurdan, li dij mirovahiyê sûc dike. Pêwiste her lîderê siyasî û dewlet ê bi Tayyip Erdogan re têkiliyê deyne wê vê rastiyê bibîne û wisa tevbigere. Ji ber vê yekê Erdogan ê ji bo tevkujiyî û dijminatiya li ser Kurdan destekê bigire diçe DYA’yê wê negihije armanca xwe. Wê nirxên mirovî, vîjdanî û exlaqî biser bikevin.