Rojeva sereke ya Kurdistanê hewldanên ji bo pêkanîna yekîtiyeke giştî ya neteweyî ye li Kurdistanê. Bi vê armancê hevdîtinên KNK´ê dewam dikin, heyeta KNK´ê li Hewlêrê çû serdana Partiya Parêzgeran û eşîra Sûrçiyan. Li aliyê din bi heman rojevê civîn di navbera KCK û Tevgerra Gorran de pêk hat û her du aliyan jî yekîtiya neteweyî di ser partiyan re weke mijareke tevahiya netewe û ewlekariya wî nirxand. 

KNK hevdîtinên xwe yên ji bo bipêşxistin û danîna zemîna yekîtiya neteweyî dewam dike; di vê çarçoveyê de li Hewlêrê heyeta KNK´ê çû serdana Parêzgeran û eşîra Sûrçiyan.

Şandeya KNK’ê ya ji endamê Konseya KNK’ê Dr. Farûq Cemîl, Dr. Kamûran Berwarî û endamên KNK’ê Şehla Hafid û Ferhad Dostkî, li qezaya Xelîfan a ser bi navçeya Soran a parêzgeha Hewlêrê, çû serdana navenda Partiya Parêzgeran û şande ji aliyê serokê giştî yê partiyê Necad Sûrçî, rêveberiya partî û kesayetên nas yên eşîra Sûrçî ve hatin pêşwazîkirin.


Parêzgeran piştgirê yekîtiya neteweyî ye 

Hevdîtina KNK’ê ya li navenda giştî ya Partiyê nêzî saetek û nîvê dewam kir, piştî hevdîtinê Endamê Konseya KNK’ê Dr. Farûq Cemîl û Serokê Giştî yê Partiya Parêzgeran Necad Sûrçî daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Pêşî Dr. Farûq axivî û got, “Me xebatên KNK’ê yên ji bo sazkirina yekîtiya neteweyî bi Parêzgeran û endamên êşîra Şûrçî re parve kir. Em pirr xweş û baş hatin pêşwazîkirin û me dît ku piştgîriya xebatên me dikin.”

Piştî Dr. Farûq Serokê Partiya Parêzgeran Necad Sûrçî jî kêfxweşiya xwe ya ji serdana KNK’ê anî ziman û got, “Em weke Partiya Parêzgerên Kurdistanê û eşîra Sûrçiyan ji her erkeke ji bo yekîtiya neteweyî derkeve pêş me re amade ne. Ji bo vê xebatê çi bar bikeve ser şanê me, em amade ne ku rakin.”


Rojeva KCK û Tevgera Gorran yekîtî bû

Komîteya Peywendiyan a KCK’ê di çarçoveya xebatên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd de li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Gorran. 

Komîteya Peywendiyan a KCK’ê ya ji endamê Komîteyê Serhed Varto, Nûnerê KCK’ê li Başûrê Kurdistanê Hisên Ehmed û çend endamên din ên Komîteyê, doh li bajarê Silêmaniyê çû serdana navenda Tevgera Gorran a li Girdî Zergetî.

Şanda KCK’ê ji aliyê Rêberê Giştî yê Tevgera Gorran Omer Seîd Elî, endamê Desteya Rêveber a Tevgera Gorran, Celal Cewher û çend endamên din ên Tevgera Gorran ve hat pêşwazîkirin.


 Ya herî girîng yekîtiya neteweyî ye

Endamê Komîteya Peywendiyan a KCK’ê Serhed Varto derbarê armanca serdanê de got; “Niha ya ji bo Kurdan herî giring yekîtiya netewî ye. KNK´ê di vê çarçoveyê de dest bi xebatekê kiriye. Em giringiyeke mezin bi van xebatên KNK’ê didin. Divê tevger û hêzên Kurd hemû bi şêweyekî aktîf beşdarî vê xebatê bibin.”

Serhed Varto helwêsta KCK´ê ya elaqedarî yekîtiya neteweyî bi bîr xist ku got, “Em dixwazin di vê çarçoveyê de serdana aliyan bikin. Li gel wan li ser nêrîn û nêzikatiyên xwe nîqaş bikin. Ji bo em hemû bi hev re li ser yekîtiya neteweyî kar bikin. Ji ber ku li Kurdistanê her tişt li ser yekîtiya neteweyî ava dibe, ne ku yekîtiya neteweyî li ser hinek tiştên din çêdibe.”

 

Ji bo tevahiya netewe pêwîst e

Li ser helwêsta Tevgera Gorran sebaret bi mijarê jî Serhed Varto got; “Helwêsta Tevgera Gorran pir baş bû. Ew jî yekîtiya neteweyî weke karekî giring û stratejîk dibînin. Wan diyar kir ku ew jî piştgiriya yekîtiya neteweyî dikin û ew bi xwe jî bi şêweyekî aktîf beşdar dibin.”

Di dawiyê de Serhed Varto îşaret pê kir ku ew ê hevdîtinên xwe yên bi aliyên mayî re jî dewam bikin û wiha peyivî: “Her wiha serdana rewşenbîr, kesayet, çîn û pêkhateyan jî em dikin. Ji ber ku li gorî me mijara yekîtiya neteweyî ne tenê mijara aliyên siyasî ye. Mijareke neteweyî ye û ji bo tevahiya netewe pêwîst e.”

KNK’ê di 15-16’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê Şêwra yekîtiya neteweyî bi beşdariya nûnerên ji 4 beşên Kurdistanê û derveyî welêt li dar xistibû. Di vê şêwrê de biryarên girîng hatibû dayîn. Biryar hatibû dayîn ku li çar beşên Kurdistanê û Ewrûpayê şêwrên yekîtiyê werin lidarxistin û piştî van şêwran jî konferanseke berfireh a yekîtiya neteweyî bê lidarxistin.


DANA OMER /ROJNEWS/ HEWLÊR-SILÊMANÎ