Cîhan bê deng e
Di civînê de wiha hate gotin : ‘’Bi êrîşa DAIŞ’ê ya di 10’ê Hezîranê de li Musulê û di 3’ê Tebaxê de li Şengalê destpêkirî û li Maxmûr û Celewla berdewam kirî, bû sedema komkujiya gelê me yê Êzîdî, gelên din li Kurdistan û Mezopotamya, yên mîna Asûrî-Suryanî-Keldaniyan û Turkmenan. Bi sedhezaran Kurdên Êzîdî ji Şengalê û gelên din jî, ji derdorê Musilê hatin koçberkirin, bi dehhezaran, bi rojan tî û birçî hiştin, bi hezaran însanên me qetil kirin, zindî binaxkirin. Eger berxwedana hêzên Kurdî neba temamiya xelkê Şengalê ewê bihata qirkirin. Bi vê minasebetê em wê berxwedanê silav dikin. Parastina gelê Kurdistanê û pêşîgirtina valakirina Kurdistanê bi helwesta neteweyî û bi hevra karkirina hemû hizbên Kurdistanî ve girêdayî ye. Kombûna me vê yekê pirr girîng dibîne û hebûn û nebûna Kurdistanê bi vê yekê ve girê dide."
Di nîqaşan de wiha hate gotin: “Parastina van destkeftinan erkekî neteweyî û niştîmanî ye. Ji bo parastina van destkeftiyan bangewazî ji bo hemû hereketên Kurdistanî hate kirin ku bi hemû derfetên xwe parastineke neteweyî ya hevbeş pêkbînin. Em êrîşên van terorîst ên DAIŞ’ê ku di bin navê Îslamê de têne kirin weke êrîşên dijî Îslamê bi nav dikin û şermezardikin." Di dawiyê de di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li cîhanê hate kirin ku li dijî êrişên DAIŞ´ê bibin xwedî helwest.
KNK bi Talabanî re civiya
Li aliyê din şandeyek ji rêveberên KNK´ê bi alîkarê serokwezîrê herêma başûrê Kurdistanê Qubat Talabanî re rûnişt. Di şandeyê de hevseroka KNK´ê Nilüfer Koç, endamên KNK´ê Faruk Cemil, Dr. Kamiran Berwari, Raman Mecid û Siroud Ahmad cîh digirtin Di hevdîtina li Hewlêrê pêk hat de bi berfirehî behsa êrişên li ser Kurdanê bi giştî hatin kirin û girîngiya yekîtiya neteweyî hat destnîşankirin. Hevseroka KNK´ê Nilûfer Koç beriya her tiştî ji Talabanî xwest ku pêdiviyên xwarin û dermanan yên nikarin derbasî Rojava bikin, destura vê yekê bête dayîn.
NAVENDA NÛÇEYAN