Zanyarên tibê weha diyar e ku bi ser rêyeke dermankirina mayînde a kurmîbûna diranan peydekiribin. Êdî, belkî di nava çend salekî de pêdiviya me û diranên me bi dagirtina bi madeyên ne ji bedena mirovî nemîne.

Li zanîngeha King´s Collegeê a navenda wê li Londonê, komeke zanyarên tibê, bi ezmûnên xwe yên li ser mişkan, derxistin holê ku dikarin kurmîbûna diranan heke zêde bi pêş ve neçûbe derman bikin, bêyî ku cihê ji ber kurmîbûnê valabûyî, bi madeyên ne ji bedena mirov were dagirtin.

Rêbaza tê bikaranîn ew e ku singereke dikare biyolojîk jihev bê xistin di nav derman (kîmyewî ye) tê dakirin û pişre li cihê ji ber kûrmîbûnê valamayî tê bi cihkirin. Ev derman bi navê ‘Tideglusib’ e, û ew dike ku şaneyên kok ên diran çalak bibin û kun û qulên heta bi 0,13 milîmetroyan kûr temîr bike, hem jî bi rêyeke biyolojîk û mayînde.

Ji koma lêkolînê Profesor Paul Sharpe li ser mijarê dibêje, tişta muhim li vir ew e ku ew singera tê bicihkirin dikare biyolojîk ji hev bê xistin û wiha dewam kir: “Cihê singer tê bicihkirin bi mîneralan tijî dibe, û di encamê de tebeqeya di bin mîneya diranan dentîn xwe nû dike.

Herçî dermanê ‘Tideglusib’ e, tesîrê li sînyalên diçin şaneyan dikin û ev jî ji bo xwenûkirina şaneyan û zêdebûna wan heyatî ye. Ji ber vê yekê ev derman ji bo dermankirina xurifînê ji niha ve tê ceribandin. 


 LONDON