Hevseroka KCD’ê Leyla Guven nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser goristanên gerîla da û got, ”Dîrokê tu carî yên ku zilm li gel kirine efû nekiriye. Axîna dayikên ku li ber hestiyên zarokên xwe nobedê digirin wê di stuyê AKP-MHP’ê de be.”
Guven wekî din got, Dixwazin bêjin, ‘Dest ji ziman, nasname û çanda xwe berdin’. Destê xwe dirêjî nirxên pîroz dikin. Dixwazin bêjin, ‘Em tehemûlî miriyên we jî saxên we jî nakin’. Eger zilm li cenazeyan bê kirin hingî zehmet e ku bi mirovên sax re li hev bikin’.
DENÎZ ÎKE / AMED
Hêzên dewleta Tirk di vê dema dawî de ango meha rojiya remezanê êrişên xwe yên li ser gor û qebran zêde kir. Dewleta Tirk bi taybetî êriş dibe ser gorên gerîlayên HPG’ê. Ev yek di nava raya giştî de dibe sedema nerazîbûnan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven têkildarî êrişên li ser gor û qebran, û armanca vê dijminatiya dewleta Tirk axivî.
Guven bi gotina ”Eger hûn dixwazin welatekî nas bikin li şêweyê mirina mirovên wî welatî binerin” ya Albert Camûs dest bi axaftina xwe kir û got, ”Bi dîtina min ev gotin hinekî kêm maye. Li gel vê yekê divê mirov binêre ka mirov li wî welatî bi çi rengî tên veşartin. Niha li Kurdistanê polîtîkayeke hovane li dijî goristanan tê meşandin. Veşartina miriyan û girtina şînê ne tenê rewşeke hiqûqî ye, di heman demê de exlaqî ye û wijdanî ye.”
Dayikan ev êriş pûç kirine
Guven bi bîr xist ku rojên dawî li Mûş, Wan, Farqîn, Çewlik bi taybetî jî li Colemêrgê 7 caran goristan hatin xerakirin û got, ”Ev kirin dike ku Kurd ji xwe bipirsin ‘Gelo em li salên 90’î vedigerin’. Ji ber ku ev rêbaz wê demê hatibû ceribandin û di serî de dayikên Kurdan bi sekna xwe ya serhildêr û wêrek ev konsept pûç kiribûn. Dema ku cenazeyê Agît Îpek bi kargoyê hat, li gel ku rewşeke gelekî giran bû dayika wî bi serbilindî got, ‘Bila serê gelê me sax be’. Li cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk, Dayika Taybet, Ekîn Wan, Cemîle Çagirga û li gelek cenazeyên din bi heman rengî êşkence hate kirin û xwestin peyamê bidin gelê Kurd. Lê belê gelê me li gel van kirinan ji têkoşîna xwe ti carî venegeriya.”
Ne li gorî dînê xwe ne jî
Guven diyar kir ku dewamkirina tundiyê piştî mirinê cihê êşê ye û got, ”Lê belê tişta ku hesabê wê nekirine ew e ku ev rewş di nava civakê de bi demê re vediguhere hêrsê û hêrsê mezin dike. Bi qasî ku van rojan di çapemeniyê de hate weşandin çalên mirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê eşkere bûn.
Ev çeteyên ku dijminê mirovahiyê ne, bi taybetî dijminê jinan e bi êşkenceya li cenazeyan û tunekirina goristanan tên naskirin. Ji bo vê zîhniyetê negirîng e ku meha Remezanê ye yan na, ji ber ku ji aliyê dînî ve jî ew sûc dikin. Lê li gorî dînê Îslamê her tiştê mirovan nirxek e. Tê gotin ku her kes ji malbateke Xwedê ne. Lê belê ji ber ku konsepta wan li ser tunekirinê ye, li gorî dînê jê bawer dikin jî tevnagerin.”
Dixwazin serî li gel bitewînin
Dayika Hakîfe ya li Çewlikê got, ‘Eger pêwîstî pê hebe ez ê ji bo hestiyên keça xwe nobedê bigirim’ ku ev gotin nîşaneya berbiçav a vê êşê ye. Bi van kirinan hewl didin serî li gelekî bitewînin. Dixwazin bêjin, ‘Dest ji ziman, nasname û çanda xwe berdin’. Destê xwe dirêjî nirxên pîroz dikin. Dixwazin bêjin, ‘Em tehemûlî miriyên we jî saxên we jî nakin’.
Lê belê gelê me bi taybetî jî dayikên Kurd ên leheng bi dehan sal in li dijî vê zîhniyetê bi rengekî destanî têdikoşin. Em vê yekê ji ku zanin? Ji têkoşîna Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Roboskî zanin. Lê belê em dixwazin bi gotina Seyîd Riza bersivê bidin yên ku van kirinan dikin: Eyb e, guneh e, şerm e, zilm e’.”
Eger zilm li cenazeyan bê kirin hingî zehmet e ku bi mirovên sax re li hev bikin’. Ji ber vê yekê em careke din dibêjin ku bi vê nikarin encamê werbigirin. Birîn çiqasî kûr bibe wê pêçandina wê jî zehmet be.
Yên ku van polîtîkayên zilmê dimeşînin bila zanibin ku dîrokê ti carî yên zilm li gel kirine efû nekiriye. Dayikên ku li ber hestiyên zarokên xwe nobedê digirin axîna wan wê li 7 cîhanan di stuyê AKP-MHP’ê de be.”