Komîteya Malbatên Şehîdan ya KCK’ê bi boneya 18'ê gulanê daxuyaniyekî nivîskî da û hemû têkoşerên azadiyê yên di miha gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Komîteyê di daxuyaniya dayî de got: “Şehîd di tarîtiya koletiyê de meşaleya azadiyê ye.” Herwiha da zanîn ku, pêwîste weke erkekî exlaqî û wijdanî em xwedî li şehîdan derkevin û ala wan bilind bikin.
Komîteya malbatên şehîdan ya KCK’ê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de  diyar kir ku, şehîdên şoreşa Kurdistanê bi xwîna xwe jiyan ji nû ve biwate kirin û wiha got: “Bi boneya meha Şehîdên Gulanê û roja Şehîdan 18 Gulanê, bi hêviya ku di vê pêvajoya giring de rêya me ronî bikin, em hemû şehîdên şoreşê birêz bibirtînin û bejna xwe li ber wan de di tewênin. Wekî erkekî exlaqî û wijdanî, pêwîste em her roj wekî roja şehîdan himbêz bikin  û bi nûkirina bîranînên wan di giyan û hizra xwe de, em her kesî vedixwînin bilindkirina ala şehîdan û xwedî derketina li şopa wan. Komîteya Malbatên Şehîdan a KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de balê dikişîne li ser girîngiya şehîdan ya ji bo gelan û  wiha pêde çû: “Şehîd jiyane, lêgerîna jiyana bêdawî di mirinê de ye. Şehîd dema ku jiyan bêwate dibe hêza ji nû ve bi wate kirina jiyanê ye. Di taritiya koletiyê de meşala azadiyê ye. Jiber ku em gelekî bê dîrok bûn, şehîdên me bi xwîna xwe li ser çiyayên Kurdistanê dîroka me dan nivîsandin. Li welatê me hertim zivistan bû şehîdan bi xwîna xwe gul avdan û bihar anîn.”


'PKK partiya şehîdan e'


Komîteyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku, “Di tevgera azadiya gelê Kurd de rolê pêşengtî û afirênkariya şehîdan hîn baştir tê berçav. Rêber Apo bi gotina ‘PKK partiya şehîdane’ cihê şehîdan û giringiya wan ya di avabun û pêşketina tevgera azadiyê de bi awayek herî baş vegotin kiriye. Jiber ku avakirina PKK’ê jî di nav de hemû pêngavên girîng di pêşngtiya şehîdan de û wekî xwedîderketina li biranînên wan hatine avêtin. Tevgera me ya ku her şehadetekê dizivirîne ji nû ve xwe avakirinê, di dîroka gelê Kurd de rûpelek nû yê berxwedan û tekoşînê vekiriye. Ev rastiya PKK’ê hêzek wisa avakiriye ku di kare li beramberî hemû hêzên dagirker û xayîn li berxwe bide û her roja diçe tekoşîna mafdar ya gelê Kurd di astek hîn bilind tir de bimeşîne.”
Komîte radigihîne ku pêwiste  gel li gorî cewherê rojê tevbigere û daxuyaniya  wiha dom kir, “Gulan meha şehîdane. Wekî gel û rêxistin ji bo em vê mehê ligor cewherê wê pêşwazî bikin  pêwîste em ji xwe pirs bikin gelo çiqas em li biranînên şehîdan xwedî derketine û me daxwazên wan bicih aniye. Jiber ku biranîna herî biwate ya meh û roja şehîdan şopandina doza wan û pêkanîna wesiyeta wane.”

Pêvajoyeke girîng


Komîte destnişan dike ku “Pêvajoyek nazik û pir girîng re derbaz dibin. Ev pêngava ji aliyê Rêber Apo ve hatî derstpêkirin ji bo bi serkeftî encam bigire, ji her demî zêdetir zindîkirina bîranînên şehîdan û xwedîderketina li rêça wan li ser me ferz dike.  Pêvajoya 'Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' herî zêde di çarçovê daxwaza şehîdan ya avakirina jiyanek nû de derdikeve pêşiya me. Fêmkirina ruhê vê pêvajoyê û li gor vê li her qadê bilindkirina ala tekoşînê bîrnanîna herî biwate ya roja şehîdên me yên qehremane. Şehîd ruh û hêza serkeftinêne. Biqasî em li bîranînên wan xwedîderkevin serkeftina tekoşîna me ya azadiyê ewqas misoger dibe. Bi heman awayî çiqas em di tekoşîna azadiyê de destkeftiyan bi dest bêxin em ewqas li bîranînên şehîdan xwedî derdikevîn."

Banga xwedîderketinê


Komîteya Malbatên Şehîdan a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gel dike ku xwedî li nirxên xwe û biranîn û doza şehîdan  derbikevin û wiha  dawî li daxuyaniya xwe tîne;  “Bi hêza ku em ji meh û roja şehîdan digirin, pêwîste em li her qadê tekoşîna azadiya Rêber Apo û avakirina jiyana azad bilind bikin. Dîsa bi boneya meh û roja şehîdan em hemû şehîdên xweyên qehreman birêz bibirtînin, bejna xwe li ber wan di tewênin û soz didin ku em dê ta serkeftinê bi hemû hêza xwe li ser rêça wan bi meşin.”

 

ANF/BEHDÎNAN





PAJK: Kesayeta ku herî baş me temsîl dike ye


Koordînasyona PAJK’ê derbarê salvegera qetilkirina ji kadroyê pêşeng ên PKK’ê Hakî Karer de daxuynaiyek da û got: “Hevalê Hakî Karer, girêdayê kevneşopiya şoreşa ciwanên Behrareş, baweriya wî ev bû ku şoreşa Tirkiyeyê di şoregaş Kurdistanê de derbas dibe. Bi vê baweriyê bêyî ku bikeve gumanan li Kurdistanê ji bo biratiya gelan, hevalekî eneternasyonalîst yên ku têkoşîn meşandiye.”
PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Hemû gel, jin, komên baweriyan, xizan û bindest niha di bihareke nû de.  Em xweşikahiyê, jiyanek nû û azadiyê di vê biharê de dijîn.  Ev bihara nû Manîfestoya Newrozê ya Abdullah Ocalane. Ev manîfestoya ku Mezopotamya û Anatolya aniye cem ehv hîmê zîhniyeta jiyana azad ava dike. Ev manîfesto, ruhê agirê azadiyê yê li Kurdistanê pê ketiye bi mîlyonan re aniye cem hev û nemîrbûn careke din ispat kiriye.  Diyalketîka Hakî Karer-PKK’ê îro jî dê diyalektîva yekitiya azad ava bike.

Ji bo biratiya gelan têkoşîn
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Heval Hakî Karer ji Behrareşe.  Girêdayê kevneşopiya şoreşa ciwanên Behrareş e. Baweriya wî ev bû ku şoreşa Tirkiyeyê di şoreşa Kurdistanê de derbas dibe. Bi vê baweriyê bêyî ku bikeve gumanan ji bo biratiya gelan têkoşîn meşandiye.  Taybetiya herîm ezin ya heval hakî ev ku nirxên mirovahiyê heta dawî biparêze. Bi vê biryar û serkeftinê têkoşîna xwe meşand. Hevkar û hêzên sîxur dît ku dê li hemberî vê hêzê têk biçin di 18’ê Gulana 1977’an de hevala Hakî qetilkirin. Yên ku ehval Hakî Karer qetilkirin îro di sergoyê dîrokê de ne. Navê wan tune bûne. Lê hevalê Hakî wek pêşengê Gelê Kurd û Rojhilata Navîn di dîrokê de cihê xwe girtiye. Li piştî wî bi hezaran Hakî Karer vejiyan.  Îro peyama Rêber Apo bi hezaran kes bi çepikan erê dike.  Ev jî tespîta nemiriya hevalê Hakî Karer e.

Bi vê wesîleyê em di 36’emîn salvegera şehadeta Hevalê Hakî Karer de careke din wî bir êz bibîrtînin û soza xwe ya xwedî li têkoşîna wî derketinê dubare dikin. Em di şexê heval Hakî Karer de hemû şehîdên di Zindanê de şehîd ketine, hemû şehîdên netewa demokratîk bir êz bibîrtînin”




'Şehîdên Gulanê' hatin bîranîn


Li Edene, Agirî û Amedê PKK'iyên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Di bîranîna de goristan hatin ziyaret kirin.
EDENE: Li taxa Belediyeevlerî ya navçeya Ceyhanê ya Edeneyê MEYA-DER'ê ji bo PKK'iyên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan bernameyekî bîranînê li dar xist. Rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê û bi sedan welatî tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşengên PKK'ê Mahun Korkmaz (Egît), Kemal Pîr, Mehmet Hayri Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz û alên PKK'ê hatin daliqandin. Di bernameyê de sloganên "Sehîd namirin", "Dîsa dîsa serhildan serokê Ocalan" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê sruda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin û slogana "Sehîd namirin" hate berzkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edene Ugur Bayrak têkildarî mijdarê de axivî û wiha got: "Ji Birêz Ocalan ê ku em anîn vê astê re silav dişînin. Heke îro gelê Kurd li cîhanê bê nasî ev yek bi saya şehîd û serokê me ye. Em soza dê her tim bi wan ve girêdayî bimînin didin."
AMED: Rêxistina BDP'ê ya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê bernameyek li dar xist. Rêveberên BDP'ê, Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, malbatên PKK'iyan û gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Peyasê Davut Kesen axivî û diyar kir ku bi saya têkoşîna hate dayîn gel Kurd îro di vê astê de ye û wiha got: "Ev me ji bo berxwendana dîroka Kurdan gelek girîng e. Heke îro em jiyanekî bi rûmet dijîn ev yek bi saya têkoşîna şehîdên me ye. Kurd şehîdên xwe tu caran ji bîrnakin." Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz jî wiha got: "Kesên di dema têkoşîna Kurdan de şehîd ketin rûmeta vî gelî ya herî mezin in. Meha gulanê ji bo me gelek girîng e. Di meşa şoreşê de yekemîn şehîd di vê mehê de pêk hatin. Ev meh meha şehîdan e." Piştî axaftina sînevîyon hate pêşandan.
AGIRÎ: Li Agiriyê jî bi heman armancê goristan hatin ziyaretkirin. Endamên Meclîsa BDP'ê, rêveberên BDP'ê û gelek welatiyên din li taxa Kazim Karabekir hatin cem hev û ber bi Goristana Agiriyê ve meşiyan. Li goristanê girseyê gul danîn ser goran û piştî rêzgirtinê sruda "Çerxa şoreşê" hate xwendin û slogana "Ey şehît xwîna te li erdê namîn e" hate berzkirin.

Pişt re Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Agiriyê Halef Keklîk axivî û wiha got: "Di têkoşîna Kurdan de meha gulanê gelek girîng û watedar e. Em îro di şexsê Hakî Karer de hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin û bejna xwe li ber wan di tewînin." Endamê Meclîsa BDP'ê Rahmî Çelîk jî wiha got: "Em hemû şehîdên xwe li vir careke din bibîrtinîn. Têkoşîna azadiya Kurdan bi saya van şehîdan îro hate vê astê."


NAVENDA NÛÇEYAN