HÎVDA HEBÛN / ANHA / ŞEHBA
Dewleta Tirk a dagirker a ku ji bo Efrînê ji Kurdistanê qut bike dîwar lêdikir, dîroka 300 salî hilweşand. Dîwarê ku dewleta Tirk a dagirker ji bo Efrînê ji herêmê qut bike, lêdike, beşeke wê ya zêde li gundê Cilbirê ye. Gundê Cilbir ê li bakurê rojavayê Efrînê, bi ser Şerewayê ye û li herêma Çiyayê Lêlûnê ye. Di gund de 90 mal hene û gund 20 kîlometreyan dûrî navendê ye. Li gundê ku dîroka wê xwe dispêre 300 salan, gelek berhemên dîrokî lê hene. Debara gundiyan li ser zeytûn û çandiniyê ye. Li gund heywan jî tên xwedîkirin. Rêya sereke ya Efrîn û Helebê ji vî gundî derbas dibe. Ji ber vê jî ev gund di cihekî stratejîk de ye.
Gundî hemû merivên hev in
Ji niştecihêm gund, Ethem Mûsa li ser mijarê peyivî. Ethem Mûsa li gundê Cilbirê ji dayîk bûye û heta ku dewleta Tirk gundê wan dagir kiriye li wî gundî dijiya. Dema ku gundê wan hatiye dagirkirin, ji neçarî berê xwe daye Şerewayê. Mûsa diyar dike ku her tişta li gund ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye hilweşandin û got, “Gundê Cilbir, bi sedan salan heye. Gundî hemû merivên hev in. Em ji zû ve li wî gundî dijîn.
Xaniyan hildiweşînin û sînoran çêdikin
Dewleta Tirk a dagirker bi balefir û çekên giran êrişî Efrînê kir. Em jî ji neçarî ji gund derketin. Piştî ku em ji gund derketin, dozerên dewleta Tirk her roj li gund dixebitin. Xaniyan hildiweşînin û sînoran çêdikin. Heta niha 50 xaniyên li gund hatine hilweşandin. Jixwe tê dîtin, em her roj lê dinihêrin. Li gund 10 xanî nemane.”
Ti kes dengê xwe nake
Ethem Mûsa di dawiya axaftina xwe de qala dewlemendiya gund kir û got, “Li Cilbirê cihê rûniştinê yê dîrokî hebû, me jê re digot ode. Li ser odeyê, dîroka Cilbirê hatibû nivîsandin. Dewleta Tirk ew der hilweşand. Armanca wan a sereke hilweşandina dîrokê ye. Dewleta Tirk ew xaniyên dîrokî hilweşandin û berhemên wê birin. Di nav dîwaran de ti xanî nemane. Ev tişt li ber çavê her kesî tê kirin. Rejîma Sûriyeyê jî, dewletên navneteweyî jî vê dibînin û ti kes dengê xwe ji vê tiştê re nake.”