CANO ŞAKIR

Kurd yek ji gelên cihanê yên xwedî zimanekî dewlemend û giran biha ne. Ev di pirr zaravayan de xuya dibe; Kurmancî, Soranî, Kirmanckî, Hewramî, Lekî.

Li milê din Kurdên bi tevahî 3 alfabeyên Kurdî yên cihêreng û cêwaz bi kar tînin; ev jî alfabeya Latînî, alfabeya Aramî-Erebî û ya Krîlî ne.

Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê alfbeya Latînî, yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê alfabeya Aramî-Erebî, û Kurdên li komarên sovyeta Kevn jî alfabeya Latînî bi kar tînin, lê belê alfabeya krîlî jî li nav wan hat bikaranîn.

Alfabeya Kurdî ya ku ji aliyê pirraniya nîvîskar û rewşenbîrên Kurd ve tê pejirandin û bikaranîn alfabeya Latînî ye, ji ber ku tenê tîpên Latînî bi kêrî bikaranîna zimanê Kurdî tên, û li gorî ku di dîroka zimanê Kurdî de xuya dibe, ev alfabe ji aliyê dildarê ziman û alimê Kurd Mîr Celadet Elî Bedirxan ve hatiye amadekirin, û yekemîn car di hejmara pêşîn a Kovara Hawarê de sala 1932´yan hatiye bikaranîn,

Lewma jî roja derketina yekemîn hejmara Kovara Hawarê yanî 15 Gulanê bi înîsiyatîfa KNK´ê wekî cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Li aliyê din çavkanî û jêderên dîrokê diyar dikin ku alfabeya latînî ji bo Kurmanciyê ji beriya Hawarê ve jî hatiye amadekirin, û Kurdên Sovyetê ew in ku bo cara yekê ew bi kar anîne. Û li gorî lêkoler û zimanzanên ku vê yekê piştrast dikin, alfabeya bi tîpên Latînî di sala 1928´an de ji aliyê Erebê Şemo, û Îshaq Maragûlov ve hatibû amadekirin, û ji aliyê Hikûmeta Moskovê ve jî  wê demê hatibû pejirandin.

Lê her wiha bi vê alfabeyê di 1´ê Nîsana sala 1930´î de Kovara bi navê Riya Teze dest bi weşana xwe kir.

Hêjayî  gotinê ye û bibîrxistinê ye jî ku Erebê Şemo û Îshaq Maragûlov xwediyên pirtûka (Xwe bi xwe hînbûna xwendina nivîsara Kurmancî) ne, ku di heman sala ku wan alfabeya xwe tê de amade kiriye, ev pirtûk bi tîpên Latînî çap kir da ku bi Kurdên Sovyetê re yên ku dixwestin fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bibin, bibe alîkar, û ziman bi hêsanî li ber wan şirove û zelal bike. Ev yekemîn pirtûka bi zimanê Kurdî bû ku bi tîpên latînî hatibû nivîsandin.

Herî dawî ji bo Kurd bibin xwedî yek  alfabeya hevpar, di serî de zimanzan, nivîskar û lêkolêrên Kurd,  pêwist e bidin û bistînin da ku derbarê alfabeya Kurdî de bibin xwedî hinek xisûsên wan li hev kom bikin, ji ber ku weke avvexwarinê û nanxwarinê, pêdiviya me Kurdan li herçar parçeyên Kurdistanê bi yek alfabeya Kurdî heye.