Ev bedena bê hemta ji bo Mahmut Demirbaş jî xwedî cihekî taybet e. Malbata Demirbaş sala 1994'an ji ber ku gundê Dêrxustê yê Licê ji aliyê eskerên Tirk ve hat şewitandin, ji neçarî koçî Amedê kir. Demirbaş hêj di temenê zarokatiyê de heyranê bedewiya bedenên Amedê. Demirbaş her tim mereq dike ka sûrên Amedê çawa hatine çêkirin û dixwest sûrên Amedê çêke. Ji ber wê meraqê di 17 saliya xwe de dest bi neqişandina keviran kir. Bêyî ku biçe dibistanê yan jî di warê neqişandina keviran de perwerde bibe, bi hêza xwe fêrî neqişandina keviran bû. Demirbaş bi kevirên bazalt yên ji lavên volkanîk, tîne û dîroka şaristaniya Amedê li ser wan dineqişîne.


'Dîroka Surên Amedê bala min kişand'

Demirbaş diyar kir ku meraqa wî her tim li ser dîrokê hebû û wiha peyivî: "Bi taybetî jî dîroka bedenên Amedê bala min kişand. Amed ji gelek şaristaniyan re malûvanî kiriye. Her şaristaniyekê şopek li Amedê hiştiye. Ez dixwazim şopa cihên dîrokî yên Amedê bigihînim siberojê." Demirbaş got,  wî destpêkê ji heriyê berhem afirandine û wiha pê de çû: "Ji ber ku heriyê tiştên ku min dixwest dernexistin holê, min kevir bi kar anî. Gelek kevirên min şikestin heya ez fêrî neqişandina kevir bûn." Demirbaş anî ziman ku ji ber ku gelek deng ji keviran derdiket, dayika wî kevirên wî dişkandin û wiha axivî: "Dema mirov ji karekî hez bike, mirov dikare serkeftî be." 


Hem xwe bi pêş dixe hem jî ciwanan fêr dike

Demirbaş ev 5 sal in di baxçeyê mala xwe de vê xebatê dimeşîne û ev salek e ku li Atolyeya Çandê ya Arjîn Çem jî dixebite. Demirbaş got, piştî li wir dest bi xebatê kir, hem xwe bi pêş xist û hem jî ciwan perwerde kirin û weha peyivî: "Ji bo fêrkirinê ti sinorên me nînin. Heta ku kesek fêr dibe em perwerdehiya wî kesî dewam dikin. Berhemên ku di encam xebatan de derdikevin holê jî em li dikaneke taybet difiroşin. Pereyê ku jê tê jî li xebatkaran belav dikin." 

Ji bo dengê neqişandina keviran jî Demîrtaş dibîje: "Ji bo cîranên me bêzar nebin em seat di 10.00'an de dest bi kar dikin û heta seat 17.00'an bênavber dixebitin." 


 DÎHA / AMED