
a.Dîroka Ariyan:
Pirraniya dîrokzanên Ewrûpî dibêjin ku Arî li bakurê Behra Reş (Volga) 6000 salan jiyane û ji vir hinek ber bi rojava hinek jî ber bi rojhilat ve belav bûne… Gelo ew destpêka Ariyan bû? Bi dîtina min: destpêka belavbûna wan ji Anadol, Kurdistan û Heyva bi bereket ber bi bakur ve ye. Yanî, divê paşê çûbin Volga ye. Lê li dor salên 2000 Bz îdîa heye ku ji Volga tevgereka çûyîn û belavbûneke ber bi dora gola Aral, Xorasanê ve heye. Yanî, navbera rûbarê Indûs, Oxoz û dora Qabîlê. Li ser ve Siraç Bîlgîn dibêje: “Sirî-Amu (Seyhan/oxoz –Ceyhan/Jaxartes) derya welatê Arya yî orîjînal tê qebûl kirin, Sasaniyan jê re Îranîvej digotin“ (Zerdüst-Proto-Kürt bir peygamber, Rewşen, Stockholm 1997). Lê li gorî kolanên dawî tê gotin ku Asya Pêş cihê jê belavbûne ye. Li ser wê gelek îdîa, tez û ispat hene ku xelk demeke dirêj li bakurê Kurdistan û cihên kaniyên Dîclê û Firatê jiyane û ji wir belav bûnê. Navên cografîk û bûyerên dîrokî jî vê piştrast dikin û di beşa erdnîgariyê de em ê vê meseleyê fireh bikin. Kurd li dor 2000´î Bz ji herêma jê re Arîana jî tê gotin (dora Herat e) heta bi Behra Reş belav dibûn. Gereg tekîliya vê belavbûne û hatina Hîtatan a bakurê Kurdistanê hebe. Bilgîn jî ji bo vê yekê dibejê: “Ji vir beşek çû Hindîstanê bi şûnde, 1800 sal Bz Saravatî li mintiqa Îranê ya çiyayî bi cih bûn û beşek ji wan jî Mîtanî bûn ber bi başûrê rojava ve çûn.”(heman çavkaniya jor).
Wek tê zanîn gelek dîrokzan dibêjin Hatî ji bakur ve hatin nava Anadolê. Îhtîmaleke pirr mezin e ku Ariyên belavbûnî komek jê Hatî bûn. Lê berî ew werin Anadolê li ku bûn? Hinek nûser îdîa dikn ku li rojhilat bûn, hinek jî dibêjin, ew ji bakurê Behra Reş hatin… Piştre li Anadolê împeretorî ava kirin û di salên 1200´î Bz de ew ji alî gelên Behre û Asûriyan ve hatin hilweşandin. Li gorî dîrokzanan, ew gel ber bi rojhilat û bakurê rojhilat vekişîn… Bi dîtina min wan Xorasan ji xwe re wek navend girt; lê ber bi rojhilat (Hindistan û Çîn) û rojava ve jî diçûn û dihatin. Li vir wek Saka-Îskît tên naskirin. Çima? Lewra ew nav xelkên biyanî yên mîna Grek û Parsan li wan kiribû. Gelek zanyar jî dibêjin: Arî êlên îndo-îraniyê ku berî zayîne 2000´î û 1500´î li Efxanistan, bakurê Hindistanê, platoya Îran û Qafqasya dagir kirinê. Van zimanên îndo-îranî bi kar dianîn. Divê navê wan wek Heredots dibeje, Arî be. Nikolas G. Clarke dibêje: “Bi hesp û ereban gelêkî bi navê Arî ji bakur be êrişî Hindistanê kir. Ji Hîmalaya, herêmen berfê û kultureka kraltiyê dihatin. Hatin rojava û çanda xwe Îndîsk-Arî anîn. Ew mîna agire vêdikeve bûn; kî derketa pêş dişevitandin û têk dibirin. Gelek bû ku ji êlan pêk dihat û tim cih diguhertin. Bakurê Hindistanê dagir kirin. Arî xwêdiyê zimanê Sanskrît in.” Ew tespît rast in; lewra Arî/Kurd miletekî êlî bûn, şervan bûn û gelek konfederasyonên ji vî miletî kraliyet û împeratorî ava kiribûn. Hatî jî yek ji wan bûn. Di dema Medan de, xelkê li vê herêmê bi navê “Reş-an” ku gelêkî pir şervan û bi çek bûye, bi Medan re alîkariya eskerî dikin.
Li gorî zanyariya îro, bakurê Derya Reş û Derya Kesk bi temamî heta gola Aral di bin kontrola Sakan de bû. Di salên 700´î Bz de ji Asya Navîn koç kirin û hatin bakurê Derya Reş û heta çemê Tûna belav bûn. Piştre ew bi piranî hatin Anadolê.
b- Cografya Arî (Aran):
Şopên ji Ariya mayî didin xûyakirin ku ew li cograyayeke gelekî fireh jiyane. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê, li dora derya Kesk, Gola Aral û Xorasanê mirov li gelek cihan rastî navê Arî tê. Nivîskare Tirk Seferoxlu ji bo cografya Aran dibejê: “Di navbera çeme Kûr û Arasê de; bi mintiqa Tiflîs, Rewan, Gencê û Karabaxê re tê gotin. Di belgeyên qirna navîn de jî wek Aran derbas dibe. Sala 700´î Bz li wir Sakasen/Sakasun dijîn. Şaxêkî wan ê bi navê “Saka Bala” di navbere 646-1576´an de bi navê Kurd dihate nasîn. Mîrîtiya wan li Aniyê 1200-1317´an de hebûye (Anadolunun Îlk Sakînlerî KURTLER, T.K.A.Ens., Ankara 1982). Mîtouli jî heman tiştî dibeje: “Di nava wê cografyayê de gelêk cih wek “Aran” tên binavkirin” (Arya Uygarliklarindan Kurtlere, Koral, 1992). Di xarîtên kevin de ji navbera çemê Aras û Kûra re “Arran” tê gotin (Atlas till Världs Historien, Georg Westermann/Esselte Studium, 1978). Giraniya navê Arî, ji Serhed a bakur hetanî çemê Indus tê dîtin. Wek mînak: navê Agirî an jî Ararat bi Kurdî ye û ji hatin/teqîna ar peyda bûye. Yanî, Ar-jê-hat e. Agirî jî tê heman watê ku mirov dikarê bibejê bi maneya ar de ye. Ew yeka di heman demê de dide isbatkirin ku Kurd ji dema ew çiya teqiye û vir ve li wir in. Wê îdîaye Andrew Collins jî piştrast dike: “9500-9000 Bz de çûne çiyayên Kurdistanê û ew der ji xwe re war girtine… Yanî, mirov ji ber volkanan û agirê ji ezman dibare reviyan (Meleklerin Kullerinden, Avesta, Istanbul). Dîsa navên mîna: çemên Aras, Arios, Seyhan/Jaxartes(Binihêre li nexşeya li jor navbirî); bajarên mîna Ardexan, Artvîn, A/Erîvan, A/Erzirûm, Arpaçay, Anî, Armavir, Herat/Ariana (Binihêre li nexşeya li jor navbirî). Welatên mîna: Ermenistan, Azerbeycan. Li ser kevirên ji Asûriyan mayî, ji bo herêma Kirmanşahê navê Aryana bikar hatiyê. Navê Sîstanê/Sakaistanê yê kevn ji Arashosien (heman çavkanî) û li heman herême gola Ari, li bakur jî gola Aral heye. Ev ew beş e ku em nas dikin, mirov dikare hîn zêde mînakan bide. Lê pir mixabin desthilatdarên vê cografyayê ji tirsan gelek navên orîjînal guhertine.
c-Zimanê Arî
Bandora zimanê Arî bi qasî em dibînin gelekî zêde ye. Mirov dema li zimanên mîna Elmanî, Hollandî, Ingilîzî, Swêdî û yên wek wan hinekî dikole, dîbîne ku gelek peyvên hevbeş hene. Wek mînak, di navbera Hollandî û Kurdî de 1000 peyvên hevbeş hene (Binihêre li ferhenga Qiloriyan). Di navbera Swêdî û Kurdî de jî nêzikî 400 peyvî hene! Li vir ew pirs derdikeve holê, gelo Ewrûpiyên ku em behsa wan dikin û Arî yek kok in? Ew cihê lêkolînan e. Lê mirov dikarê bibêje, gelek îşaret hene ku nîşan didin Ewrûpî ji Asya Peşîn û Rojhilata Navîn hatine. Yanî berî hatina xwe ya Ewrûpa ew gel di demên kevin de li cem hev û cîranên hev bûn. Îdîayên ku dibêjin, Ingilîz ji navênda Anadolê çûne yek ji wan in… W. Jones navê Hind-Ewrûpa li gruba zimanê me kiriye. Gelo ew navlêkirin di cih de ye? Bi dîtina min hinekî neheqî li Kurdan dibe; dibe ku nav bibiya Koma Arî an jî Arî-Ewrûpî baştir bû. Ji bo ku nivîskar li Hindistanê lêkolîn kiriye û li ser beşên din ên Arî agahiya wî nîne ew nav lêkiriye. Ya herî rast Koma Arî ye. Lewra Arî wek kaniya çand, dîrok, bawêrî û ziman e. Ji vê kaniyê Ewrûpa jî Hindan jî sûd wergirtiye. Kok, rist, peyvên ziman û pîrozbûne agirî li nava Ewrûpiyan, hîn berdewamiya vê kaniye ye. Dîsa li rojhilat jî rewş wek vê ye. Miletên mîna Xezaran hatine, zimanê xwe guhertin û niha Darî (Tacikî) diaxifin. Tirkên ji rojhilatê Asya hatine jî heta serdemên dawî wek zimanê dewletê yê fermî zimanê Arî (Medî, Parth û parsî) bi kar dianîn. Ew hêz û qudreta vê kaniyê ye.
Mehrdad R. Îzadî îdîa dike ku heta 2500 salan beriya niha jî yekîtiya zimanê Ariya hebûye: “Gelên li bakurê Rojhilata Navîn, Asya Navîn hema hema bi temamî, nêzîkî 500 sal Bz wek zimanê zikmakî Hind-Ewrûpî bûn; koçberên li Kurdistan, Îran, Asya Navîn û Hindîstanê bi cih bûyî, xwe wek Er yan jî Arî (Aryen) bi nav dikirin (Kurtler, Doz). Îdîaya din jî dibeje: “Aryan heta hezar sal Bz di nav yekîtiyeka ziman û çand de bûn” (Binihêre li Bilgin 1997). Mirov vê bandor û nêzikatiyê îro jî dema bi yekî Paşto, Darî,Tacîk, Beluc, Osetî û Faris re diaxife dibîne.
Zimanzan gruba Arî an jî bi navê kevn Hind-Aryan wiha dabeş dikin:
1-Aryan: Hindî-urdu, Gujratî, Pencapî, Sindî û Şîrakî
2- Darî: Kafirî, Xowar, Darî (Keşmîrî, Torwalî, Şîna)
3- Îranî: Parsî, Axamenî (parsiya kevn), Pehlewî (parsiya navîn) û Parsî ya îro.
Madî, Avesta, zimanên Îraniya Rojava: Kurdî, Belûcî, Ormûrî, Pişto (zaravayên xwe: Yusûfzed, Xetak, Şênwarî û Elakaxa) û Galchahî/Pamîrî).
Wekî xuya dike bicihkirina Kurdî ya nav sîstemê nizm kirine. Ber eqsê vê, pêwîst bû ku Kurdî bibûya şaxê sereke. Ew jî neheqiya bê dewletbûnê ye.