
Şoreş REŞÎ
Li bakur an jî li seranserî Kurdistanê ez ti caran li rastî êlêke bi navê Qeremanî nehatim. Tenê Tirk di dîroka xwe de qala ‘Karamanoğulları’ yanî kurên Qeremanan dikin û wan wek Tirk nîşan didin. Lê di rastiye de Qeremaniyan, li bajarê Karaman a li başûrê Anadolê dewleteke bi vî navî damezirandine û gelek avahiyên dîrokî li dû xwe hiştine. Di salên 2001 û 2003’an de dema ez çûm Xorasanê, li bajarê Aşxanê li rastî Qeremaniyên koçber hatim. Di nava xelkê de û di pirtûkên Farisî de ev wek “Taîfa Qeremanlû” derbas dibe. Ew daçek a “lû” ya li dawîya navê wan, wek ku Tirkiye jî nîşan dide, ew ji Anadolê çûne. Bajarê Karaman navê xwe ji vê êla Kurd girtiyê. Ew kîngê û çawa bûyê? Ez ê hewl bidim ku bersiva van pirsan bidim.
Navê Qereman?
Peyva Qereman ji Erebî tê, Tirk jî vê bi kar tînin û ev peyv ketiye nava Kurdî jî; di zimanê me de bi pirranî di wateya mêrxas, egîd û bêtirs de tê bikaranîn. Bi vê ve girêdayî, hinek jêderên Ereban jî dest nîşan dikin ku ew vê yekê li mirovên bêtirs re dibêjin. Hinek nûserên Tirk jî îdea dikin ku Qeremaniyan ji ocaxên komirê, komir dianîne Ermenek-Qonya û ji bo rû û kincên wan reş dibûn, ji wan re gotine Qereman (mêrê reş). Lê ya herî rast ji aliyê Prof. Uzunçarşili ve te nivîsîn. Ew dibêje, “Sala 1228’an serokê êla Qeremaniyan Nûrê kurê Sadûddîn (Nûrê Sofî) e û kurê wî jî Kerîmûddîn Qereman e (?-1261). Qeremanîyan navê xwe ji êla bi navê Qereman girtiye.”
Wekî em dizanin ku pirraniya êlên Kurd navê xwe ji serokekî yan jî ji cihekî digirin. Îhtîmalek heye ku di vê serdêmê de komê dev ji navê xwe yê kevin berdabe û navê nû yanî Qeremanî ji xwe re girtibe. Prof. Faruk Sumer jî ve yekê tîne ziman: “Kurê Nûreddîn Sofî Qereman navê xwe da malbatê. Em dizanin ku pirraniya serokên Qeremaniyan ji Bexdilî yan jî ji Şamlûyan (Dulkadirî ne) derketine.”
Dîroka Qeremanîyan a kevin
Li gorî jêderên heta roja îro derketine holê dest nîşan dibe ku, warê Qeremaniyan ji berê de Xorasan a mezin bûye. Dibe ku di nava Xorasanê de koçber bûn yan jî bi zora hêzên din cihê xwe guherîbin. Lewre ew carinan li dora Gola Baykal, carinan li Hîwe û carinan jî li Mangişlak (rojhilatê deryaya Kesk/Xezer) xûya dikin.
Dîrokzanê Tirk, Sumer, ji “Şecerî Terakîmê” radigihîne ku, “Oxuz, ji sedsala 10’an bi vir de li Mangişlak (rojhilatê Behra Kesk-Xezer) dijîn. Ew, bere giredayî xanê Altinorduyê; paşê jî giredayî xanê Salur e û li Hîwe daniştine. Piştî Şah Melîk mir, Oxuz belav bûn û beşek ji wan çû Mangişlak. Serokên wan, Kîlîk, Kazan û Qereman bûn. Pirraniya wan ji êlên mîna; Eymûr, Doger, Igdir, Çavuldur, Karkin, Salur û Axar bûne. Osmanî van êlan demekê wek Ûç-Ok, piştre jî wek Boz-Ulus jî binav dikin. Salurên li Mangişlak du beş bûn: Yen hundir û yên ji derve. Di ss XVI´an de ji Salûran, Yamut, Ersari, Teke (milan) û Sarik derketin. Vana sala 1863’an, 196 500 kon bûn (A. Vanbery). Bi êrîşên Mangit û Kalmukan ew çûn Xorasan û Balhanê.” Uzunçarşili jî xaleke din a balkêş radigihîne: “Ji vê êlê beşekê em di nava sedsala 12’an an de li Mevaraûnnehr û beşeke din jî em di dema Beranî avabûn de li Ezerbeycanê dibînin.”

Hatina Anadolê
Sumer, li ser hatina Qeremaniyan a Anadolê dibêje, “Ew bere hatin Genc û Berda. Bi hatina Moxolan re hatin Sêwasê.”
Li wir beşdarî serhildana Bav Îsheq bûn û piştre ji çûn dora Ermenekê (Qonya).
Ûzûnçarşili jî dibêje, “Beşek jê sala 1228’an - serdema Alaaddîn Keykûbat I. e - li Ermenakê bi cih bûn. Kerîmûddîn Qereman (?-1261) Ermenak heynan û bi şûn ve navê bajêr kir Kamerûddîn.
Dîrokzanê Tirk Yazicioglu jî vê yekê misoger dike: “Qereman ji Avşaran in. Li gorî dîroka Ermenan a anonîm a ji sala 1300’î ve mayî, serokê Avşar, Îslam Beg, sala 1254’an li peravê Îsorya bajarê Cracca (Kiz Kulesi- Silifke/Mersîn) talan kir.” Uzunçarşili jî dibêje, “Sala 1261’an Qereman Beg bi birayê xwe Bumsuz û Zeynelhec ve êrîşî ser Selçûqiyan dike. Piştî şerekî xwînrij Qeremanî têk çûn, Bumsûz û Zeynelhac dîl ketin û hatin bi dar ve kirin.”
Heman salê Qereman dimire. Kurê wî yê mezin Şejmseddûn Mehmed dikeve şûna wî.
Mêrxasiya Qeremanan
Sala 1276’an Moxol û Selçûqî dibin yek û êrîşî Qeremaniyan dikin. Di şerê li derbenda Goksu de hêzên îttîfaqê li hember Qeremaniyan têk diçin.
Sala 1277’an Qeremaniyan bajarê Qonya dorpeç kir. Piştî şerên direj, Qonya teslîm bû lê xelkê desthilatdariya Qeremaniyan nepejirand. Bi ser wê de Memed Begê Qereman kurê Izzedîn, Giyasuddîn Siyavuş (Cimri) Selçûqî kire rêveber. Bi ser hatina Moxolan re, Memed Beg vedikişe Mersînê. Heman salê Memed Beg di şer de ji aliyê Moxolan ve hat kuştin.
Gazan Xanê Moxolî ji bo mêrxasiya Qeremanan dibêje, “Heger ew Tirkmen û Qeremanî nebûyana, hespên Moxolan heta cihê ku roj lê diçe ava, dê biçûyana.”
Dewleta Qeremanî (1256-1487)
Jêderên Tirk dibêjin, Qeremanî ji sala 1327’an heta 1417’an serbixwe bûn. Beriya salên 1327´am giredayî Selçûqiyan nîşan didin. Lê mêriv dikare bibêje, bi hatina wan a Ermenakê (1228) re dewlet damezirandine. Piştî salên 1487’an mirov dibîne ku carinan ketine bin destê Memlûkan, Osmaniyan, Tîmûr û Pezgewran.
Şahabeddîn Omerî dibêje, “Zagonên Qeremaniyan bêhempa bûn, defterên xwe yên erdê; 25 hezar siwarî, 25 hezar jî eskerên xwe yên piyade hebûn. Ji xeynî wan jî ji hêzên êlan jî sûd werdigirtin.”
Têkoşîna li hember Osmaniyan
Di wê serdemê de, yek ji dewletên din ên li Anadolê hatî damezirandin jî Osmanî bûn. Di serdema Yildirim Beyazit de wan êrîşî mîrekiyên Kurdan ên mîna Aydin, Menteş, Germiyan, Sarûxan kir û di dawiyê de jî çû ser Qeremaniyan. Têkoşîna Qeremaniyan a li hemberî firehbûna Osmaniyan her dewam kir û li deşta Qonyayê, sala 1387’an ew têk birin. Alaaddîn Begê Qeremanî, dema Yildirim li Rumeliyê bû êrîşî Enqerê kir û ew der girt. Bi ser vê de Bayezît jî êrîşî Qeremanan kir. Şiltberger ê li cem Bayezit wiha qala şer dike, “Yildirim bi 160 hezar leşker çû ser wan. Qeremanî jî 70 hezar bûn. Li Qonyayê şer kirin lê herdû alî jî bi serneketin. Paşê, Osmaniyan bi dizîka 30 hezar leşkerên xwe şandin pişta Alaaddîn û ew têk birin. Wî, xwe sparte keleha Qonyayê, dema Yildirim kete nava kelehê wî êrîşî Yildirim kir. Heger xelkê kelehê alîkariya wî kiribûya, ew bi ser diket, lê nekirin lewma ew dîl ket û Yildirim serê wî jêkir.”
Bi vî awayî sala 1398’an dawî li Qeremaniyên Qonyayê hat. Li Mût, Ermenek, Îçel û Taşelî desthilatdariya Qeremaniyan bi Şêx Hesen dewam kir. Di dema Tîmûr de girêdayî wî Qeremaniyan dîsa desthilatdariya xwe bi dest xist. Pişt re gelek caran ketin bin parastina Memlûkan.
Di salên 1442’an de em dibînin ku Îbrahîm Begê Qeremanî bi Xaçperestan re, li hemberî Osmaniyan dikeve îttîfaqê û bi ve re Enqere, Kutahya, Afyon, Bolvadin, Beypazari, Hamideli tên şewitandin.(2) Siltan Murat bi Xaçperestan re aştiyê dike û hemû tola xwe ji Qeremaniyan dihilîne. Cîhên ku tê re derbas dibe, kevir li ser kevir nahêle û bi tevî leşkerên xwe dest dirêjiya jinan dike. Ji Qeremaniyan re Akşehîr, Seydîşehîr, Beyşehrî dimînin (2).
Belaya serê Osmaniyan bûn
Li Anadolê ji bo Osmaniyan pirsgirêka mayî Qeremanî bûn. Pêwîst bû ji bo wan çareyekê bibînin. Lê ew pirsgirêk bû sedem ku Osmanî bi Hesenê Dirêj-hakîmê Îranê- re bêne hember hev. Desthilatdariya Qeremanî ya li navenda Anadolê sala 1468’an dawî lê hat. Lê têkoşîna begên Qeremanan li Torosan hîna jî dewam bû. Ew yek bû sedema nexweşiya di navbera Memlûk û Osmaniyan de jî. Sala 1472’an artêşa Qereman û Pezgewran Tokat bi erdê re kirin yek û dûvre, êrîşî Akşehîrê kirin. Pezgewran, ji Pîr Ehmed û birayê wî yê Qeremanî re, di fermandariya Zeynel Beg de artêşeke ji 30 hezar kesan pêkhatî şand. Lê sala 1472’yan Osmanî di şer de bi serketin.
Parçebûna Qeremanîyan
Di serdema Pezgewran de navê du komên Qeremanî derbas dibe. Di vir de parçebûnek heye, lê em nizanin sedêma wê parçebûne çi ye. Ji bo komekê ji wan herî dawî navê Qasim Begê Qeremanî sala 1478’an derbas dibe.
Koma duyemîn jî ji destpêka sedsala 15’an ve, li Berda-Gêncê bi cih bûyî ye ku endamên wê neviyê Emîr Qereman in. Li wir tevlî Şah Îsmaîl bûne.
Di dema Şah Îsmaîl de ew li Aranê dijîn. Ji begê wê êlê Beyrem, Xorasan girt û piştre bû waliyê eyaleta ku Belx, Murxab û Gurcistan di nav de ye. Ew sala 1512’an di şerê Ozbekan de mir.
Têsîra li ser damezrandina Safewiyan
Di serdema dewleta Safewiyan de, pirraniya Qeremaniyan gihiştin Şah Ebbas û bûne xwedî statu. Yek ji kesên herî binavûdeng ê wê demê Biram Begê Qeremanî bûye ku bi xwîşka Şah Ebbas re zewiciye. Lewra yek ji komên hêza Safewî damezirandî Qeremanî bi xwe ne. Eger Qeremanî û hêzên din ên Kurd nebûyana Safewî jî, Şah Ebbas jî dernediketin holê. Li ser milê wan, Safewiyan hêz kom kir û bûne xwedî dewleteke mezin. Biram Beg, Xorasan ji destê dagirkerên Ozbek rizgar kir û tixûbên berê yên Xorasanê careke din xêz kir û dest danî ser Herat û Belxê. Sala 967’an, ji ber mêrxasî û netirsiya xwe heta nav dilê dijmin çûbû lê di vî şerî de tê kuştin. Wekî din mirov dikare qala Zolfeqarxanê Qereman bike ku di îdarekirina welêt de, 133 salan piştî Şah, wek kesê herî bi hêz û xwedî desthilat bû. Di dema Şah Ebbasê yekem de li cihê herî bilind bû. Lê dûvre bi destê Şah hate kuştin. Ji ber ku Şah ji hebûna wan ditirsiya ev yek kir. Îro li Xorasanê Kurdên herî xas ew in û hîna jî rêûresmên Kurdî didomînin.
Li Xorasanê, Qereman li bin çiyayê Şaycanê û li dora bajarê Aşxanê dijîn. Beşên Qeremanan wek êlên; Mayvan, Îgan, Qasiman, Şadkan û Heşt Merxî xûya dikin.
Qeremanyên li navênda Anadolê
Em ji fermaneke Osmaniyan dizanin ku Canbegên li bakurê Kurdistanê beşek ji Qeremanan e û parçê wan e ku neçûnê Xorasanê. Ferman wiha ye: “Ji Begê Enqere û ji Qadiyên li wê herême re! Te ji min re name şandiye, ku Canbegê ji taîfa Qeremanlû yê di nav sînorên Aksaray û Enqere de; û Bozcalû yê ji taîfa Haymana diziyê dikin. Bazirgan, rêwî û gelên wir dişêlînin û mirovan dikujin. Gelek êl in, ji ber ku li wir niştecih in, neçin ser. Lê dema ev ferman gihişte destên te, here ser wan û wan bixe dest. Yên ku ev karên xerab nekirine, dest nedin wan. Sal 998 (mîladî 1585).”
Ji vê fermanê bi awayekî zelal diyar e ku Canbeg girêdayî Qeremaniyan in û hîna jî ew li cihê xwe yê kevn in.
Hinek jêder Canbegan girêdayî Bexdiliyan dest nîşan dikin. “Bexdilî yek ji 24 zendên Oxûzan e. Di deftera Osmaniyan a Tahrîr de wek ‘Konar-goçer Tirkmen Ekradi Taîfesî’ derbas dibe. Ji keviyên Dîcle hatine Qonyayê û navê xwe dane Cîhanbeyliyê. Beşek li Akşehirê û beşek jî li Haymanê bi cih bûn.”
Bi texmîna min, navê Qeremaniyan yê kevin Badilî ye yan jî Osmaniyan ewê ku ji Qeremaniyan veqetî û di çîna rêvebir re got, Bexdîlî; yanî yên bi zimanê began. Bi qasî tê zanîn, Badilî biqasî 125 êl, di dema Abbasiyan de anîne Anadolê. Wekî din, Canbeg di nava Qereçoriyan de, di nava Milan de û gelek federasyonên din de jî xûya dikin.
Canbeg lingekî dewleta Qeremaniyan e
Zenda Canbegê bi navê “Heft Zend” di dema Osmaniyan de li Kutahya-Sarisu û Qereçamê bi cih kirin. Îzî jî li ser vê yekê dibêje, “Canbeg ji Bexdîliyên Oxûzan e. Bexdilî, yek ji pênc êlan e ku hukumdar derxistiye. Li bakurê Suriyê, milê Tirkmenên Bozok pêk tînin. Di nava Tirkmenên Helebê de jî hene û di avabûna dewleta Safewî de cih girtine.”
Cihên Canbeg-Qeremaniyan
Ji wê desthilatdarî û rêxistina bi hêz jî tê fêhmkirin ku Canbeg lingekî dewleta Qeremaniyên bi hêz bûye. Yên li Anadolê manî, navê xwe dane ser qeza Cihanbeylî û wekî din jî, di navbera Polatli û Cihanbeyliyê de li Sêwas, Semsûr û gelek bajarên din jî Canbeg-Qeremanî hene.
Dînê Qeremanîyan
Li ser ola Qeremaniyan ev hevoka li jêr gelek agahiyan dide. Li gorî dîroknûsên wê demê, ji Qeremaniyan re “Qizil borklû û ayaxi çarikli-Kumsor û ling bi çarox/kaloş” dihate gotin. Ew kumsorî dê piştre bizivre, Sersoritî-Qizilbaşîtî-Elewîtî û Şîîtiyê. Îro Qeremaniyên li navênda Anadolê misilmanên Sunî, yên li Xorasanê jî şîî ne.