Peyvirdarê Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Bajar a Çewlikê jî diyar kir ku li gel wan fîrmayên HES'ê hişyar kirine jî dîsa xebatên avahiyê didomin.

Warên dîrokî yên herêmê yek bi yek di bin bendavê de dimînin û wêran dibin. Destpêkê warê dîrokî Samsat ku 50 hezar sal dîroka wê heye û Xalfetî ku warê dîrokî ye di bin navê de man. Dîsa Heskîf jî hêdî hêdî di bin avê de dimîne. Niha jî dixwazin Keleh, mizgeft û goristanên dîrokî yên Solxana Çewlikê ku ji aliyê Lijneya Hebûnên Tabîata Çandî ya Erziromê ve hat tescîlkirin û wekî qata SÎT hatiye îlankirin di bin bendava Kale Han 1 û avahiya HES'ê de bihêlin. Warên dîroki di bin ava bendavê de dimînin û tune dibin. Li şûna ku ev warên dîrokî bên parastin, li gel ku fîrmayên bendavan ava dikin rayedaran hişyar dikin jî dîsa jî Miduriyetê peyvira xwe bi cih nîne. Ji ber ku avahiyên bendavan tên çêkirin, warên dîrokî bi xetereya tunebûne re rû bi rû ne.

Şêniyên gund bi fikar in

Ji ber ku guhdê Kelehê di koncal û newalê de ye, piştî rêya avê bê girtin, wê hemû warê dîrokî di bin bendavê de bimîne. Şêniyên gund ku gundê wan û warê wan ê dîrokî û çandî di bin avê de bimîne, bi fikar in. Ji gundiyan M. Şîrîn Yanilmaz anî ziman ku ji ber gelek kesên ji herêmê di avahiya bendavê de dixebitin, dengê xwe nakin, lê dema ev bendav temam bibe wê hemû xweza, dîrok, çand û qada çandiniyê ku debara jiyana xelkên herêmê  ye tev wêran bibe û di bin avê de bimîne. Yenîlmez, anî ziman ku wê hemû xweşikahiya xwezayê ya Geliyê Muratê di bin ava HES'ê de bimîne. Yenîlmez got, "Guzê gundên Qemeran, Tutêlê bi nav û deng in. Disa bihokê gundên Hovîtê û Geliyê Muradê yê bi nav û deng tev wê di bin avê de bimînin".

TEMA li benda rapora ÇED'ê ye

Nûnerê Vakfa TEMA ya Çewlikê Cumali Karaarslan jî anî zima ku ew li benda rapora ÇED'ê ne. Karaaslan, anî ziman ku ji ber ew tev li civînê nebûn der barê vê yekê te tu xebatên wan tune û piştî rapora ÇED'e dê helwesta xwe nîşan bidin.

DÎHA/ÇEWLÎK