HEWRÊ KIRÊKAR / BOTAN GERMIYANÎ
ROJNEWS/GERMIYAN
Kelha Şêrewane yek jî cihên dîrokî yên herêma Germiyan û Kurdistanê ye. Ji berî 152 salan ji aliyê Heme Paşayê Caf ve hatiye çêkirin. Niha ji ber kevinbûn û erdhejê metirsiya rûxîna hinek beşên wê heye.
Kelha Şêrewane dikeve başûrê navçeya Kelar a Germiyan û di nava 8 salan de hatiye avakirin. Ji dema hatiye avakirin ve sê caran hatiye nûkirin.
Dîroka avabûna kelhê
Li gorî dîroknasan Kelha Şêrewane di navbera salên 1866 û 1874’an de ji aliyê Heme Paşayê Caf ve li ser Girê Şiwêndewar ê Şêrwane yê li navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyan hatiye çêkirin. Kelha Şêrewane di nava 8 salan de hatiye çêkirin.
Kelhê dikeve başûr rojhilatê navçeya Kelar. Kelhe ji sê qatan sereke pêk hatiye.
Kelhe niha ji ber erdheja par nihek rûxiyaye. Beşek wê jî derizîne. Şiwênewariya Germiyan bi nûjenkirina cihên ziyan dîtive mijûl e.
Du sedemên çêkirinê
Nivîskarê pirtûka Kelha Şêrwane, Cîhad Deloy derbarê kelhê de wiha nivisiye: “Li gorî gotina dîroknasan, Heme Pasayê Caf Kelha Şêrwane zêdetir ji bo du sedeman çêkiriye. Yekem,ji bo ku desthilatdariya wî li ser wê herêmê hebe û li jêr destê xwe de bigire. Dûyemîn, ji bo bêhnvekirina xwe û eşîra xwe. Niha jî kelha Şêrwane cîhekî dîrokî û girînge.Yek ji cihên girîng ên Iraqê û Herêma Kurdistanê ye ku xelk tên serdan dikin.”
Kelhe sê caran hatiye nûkirin
Kelha Şêrwane ji dema hatiye çêkirin ve di salên 1925, 1988 û 1998’an de hatiye nûkirin. Ji ber erdheja par niha jî bo nûkirina cara çaran kar destpê kiriye. Nûjenkirina wê ji aliyê rêxistinekî Holandî ve were çêkirin. Biryare di demekî nêzîk de nûjenkirina wê temam bibe.
Heme Paşayê Caf kî ye?
Navê wî Paşa Mihemed kûrê Keyxwesrew ê kurê Silêman Beg ê kurê Zahîr Begê kurê Yar Emed Begê Seyfula Begê Seyid Ehmed e. Di sala 1814’an de ji dayik bûye. Serokê Eşîra Caf bû. Xwedî desthilatdariyekî berfireh bû. Ji Şarezûr heya Germiyan di bin desthilatdariya wî de bû.