Li herêma Til Temir bi dehan gir û deverên dîrokî hene. Di dema rêjîmê de kolandina van giran qedexe bûn û di van gir û cîhan de rê ne dida lêkolînan. Çavkaniyan gotin ku rêjîmê ne dexwest nasnameya resen a herêmê diyar bike, ji ber wê di herêmê de lêgerîn ne dikir. Yek ji van deveran gundê Mensef a 15 km başûrê bajarê Til Temir e. Di vî gundî de girek tijî kevirên dîrokî û bermahiyên ku ji kevirên reş (Bazilt) hatine çêkirin hene.
Li ser vî girî aşek, hin kevirên mezin ku xaç li ser hatiye çêkirin, bîrek, golek avê û mesereyek zeytûnan ku ji kevirên reş hatine çêkirin heye. Çavkaniyan destnîşan kirin ku şandeyek ewropî ya lêkolînên şûnwaran gir lêkolîn kir û diyar kirin ku li vê deverê Romanî hebûn û jiyan dikirin. Heman çavkaniyan dan zanîn ku pişî wê lêkolînê tu lêgerîna fermî di gir de ne hate kirin, çavkaniyan destnîşan kir ku di bin gir de dîrek heye.
Gundiyan dan zanîn  ku jinek û zilamek xiristyan beriya çend salan salekê carekê yan 2 caran ji saetên sibê dihatin ser gir û bê ku bi gundiyan re bikevin nava têkiliyan heta seatên êvarê diman. Gundiyan gotin ku jin û zilam digiriyan û dua dikirin û êvarê vedigeriyan. Gundiyan destnîşan kirin ku piştî pêngava şoreşê herdû kes nema hatin ser gir.
Gundiyekî diyar kir ku şandeya eworpî di gir de lêkolîn kir û gelek parçeyên ku ji kevirên buha yên kevin, seramîk û hwd… derxistin û radestî rayedarên rêjîmê kirin. Heman çavakî tekez kir ku tiştên hatine dîtin diyar dike ku dêrek kevin li vir heye û tiştên hatin derxistin alavên xemilandinê bûn. Heman çavkanî da zanîn ku şandeyê cihê dêrê jî diyar kir û neqşa dever çêkirin. Wî çavkanî ku dema şande li herêmê bû got ku şandeyê destnîşan kir ku di gir de ode hene û wiha axivî: “Biryar hate dayîn ku di gir de lêgerînê bikin, lê ji ber rewşa welat ew yek pêk nehat.”
Li aliyê din jî çavkaniyên herêmê destnîşan kirin ku di dema komên çete herêm dagir kiribûn, hatin herêmê û xaçeke mezin ku bi kevirên reş (bazilt) hatibû çêkirin şikandin, her wiha gelek dever kolandin û tiştên derxistin li derve firotin. Çavkaniyan tekez kirin ku çete gelek caran dihatin û di gir de lêgerîn dikirin û ne dihiştin gundî nêzî wan bibin. 

TIL TEMIR