Nivîskar û Lêkolîner Alî Koçum debarê dêrê de agahî dan û diyar kir ku li Dîlokê 3 dêrên ayîdî Ermeniyan hene. Koçum, anî ziman ku dêra niha weke Navenda Çandê ya Omer Asim tê bikaranîn, Mizgefta Rizgarî (Dêra Meyram Ana) û Dêrsa Kendîrlî ne. Koçum, da zanîn ku dêra vegerandin Mizgefta Rizgarî demekê weke girtîgeh dihate bikaranîn.
Koçum, bilêv kir ku Dêrsa Kendîrlî piştî sala 1925'an weke avahiya Rêxistina CHP'ê ya Dîlokê hate bikaranîn. Koçum, destnîşan kir ku dêr piştî sala 1950'an ji bo kesên lîse xilas kirin hînî pîşeya mamostetiyê bibin weke dibistan hate bikaranîn. Koçum, anî ziman ku dêr pişt re dewrî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajarê hate kirin û wiha got: "Wan jî kir Midûriyeta Bajar. Niha jî weke lokala mamosteyan û Midûriyeta Navenda Lêkolîn û Rehbertiyê tê bikaranîn. Divê ji bo armancên çandê hatiba bikaranîn. Berhemên dîrokî wisa şaş tên bikaranîn. Dêr wisa tê bikaranîn li hemberî çandê darbeyek e. Bi kîjan mantiqê wisa bikartînin. Yanî ew bi hîşmendiya 'Min kir' weke hemû tiştî dizanin xwe dihesibînin. Li vî bajarî konseya bajar heye. Lê tu serlêdan li vir nehatine kirin. Ev dêr divê weke Navenda Çandê hatiba bikaranîn. Li aliyekî dibêjin 'Em dîrokê diparêzin' li aliyê din dîrokê talan dikin."
DÎHA/DÎLOK