Bi rêya çêkirina tabloyên mezin li ser dîwaran li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê, kolan têne xemilandin. Ev çalakiya hunerî ya hatiye destpêkirin di heman demê de reng û dirûvê bajêr û estetîka wê jî diguhere.

Hunermned Welîd Mûrad dibêje, wan li Qamişlo dest bi çalakiya çêkirina tabloyan li ser dîwaran kiriye. Ew dibêje çalakiya wan dê li pirraniya bajar û bajarokên Herêma Cizîrê jî bê kirin.

Welîd Murad da zanîn ku mebesta wan ji vê çalakiyê guhertina dirûvê bajaran û nîşandana çand û folklora pêkhateyên deverê ye, çi Kurd, çi Ereb û çi Xirîstiyan bin.

 

QAMIŞLO