Artêşa Tirk hovîtiya xwe bi dronan jî dewam dike. Derket holê ku teknolojî û parçeyên heyatî yên ji bo van dronên kujer şirketeke Ingilîz firotine Tirkiyeyê.

 Hevkariya kujeran a Ingilîz û Tirkan bivê nevê helbesta Qedrîcanî tîne bîra mirov: “Dijmin …, Îngilîz in, Îngilîz, zînhar jê re nebin lîz“.

Dewleta Tirk veguheriye hêzeke dronên kujer û derketê holê ev yek bi alîkariya şirketeke sîlehan a Ingilîz mumkin bûye. Li gorî nûçeya The Guardian a bi mohra Dan Sabbagh û Bethan McKernan şirketa Ingilîz parçeyên ji bo çêkirina fuzeyan lazim, dane Tirkiyeyê û ev parçe û teknolojiya wê jî ji bo bernameya çêkirinan a dronan a Tirkiyeyê heyatî bûye. Yanî bi rengekî ji rengan helbesta Qedrîcan a ku bi "Dijmin… Îngilîz in Îngilîz, zînhar jê re nebin lîz" tîne bîra mirov.

Nûçe bi bîr dixe ku DYE´yê firotina dronên kujer ber bi Tirkiyeyê ve hingê qedexe kiribû û şirketeke li bajarê Ingilîstanê Brightonê parçeyên fuzeyan ên li Ingilîstanê çêkirî û teknolojiya wê daye Tirkiyeyê. Rojname dibêje, bi vê yekê Tirkiye veguherî hêza duyem a ku herî zêde dronên kujer bi kar tîne. Ev teknolojiya hanê di dronên Bayraktar TB2 de hatine bikaranîn.

Parçeyên heyatî ji Ingilîstanê ne

Ev dronên Bayraktar TB2 li Tirkiyeyê hatine hilberîn, lê bêyî fuzeyên xwe suwar dikin ên şirketa ji Brightonê ya bi navê EDO MBM Technology ti maneya van dronan nebûye. Meqaleyeke di kovara li ser nûçeyên eskerî ya bi navê Jane’s Defence Review ya GUlana 2016´an de nîşan dide ku ev fuze hîna di destpêka bipêşxistina dronê de dane şirketa Bayktar ku vê dronê çêdike. Piştre jî şirketa Tirk li ber fuzeya şirketa Ingilîz fuzeya xwe yanî moşeke xwe ya bi xwe suwar dibe li hedefê bi pêş xistiye.

Niha li Tirkiyeyê 86 TB2´yên kujer hene. Tirkiye van sîlehan li derveyî sînorên xwe li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di dagirkeriya xwe ya qirker de jî gelekî bi kar tîne. Nûçeya The Guardianê bi bîr dixe ku Tirkiye van sîlehan heta di şerê navxweyî yê li Libyayê de jî bi kar tîne.

L3 Harris ji ber qedexeyê gelo EDO MBM bi kar anî

Sîstema ku fuzeyên xwe bi xwe li hedefê suwar dibin ji bo van dronan heyatî ye, û weke destê biaqil ê dronan tê binavkirin. Teknolojî û parçeyên ku şirketa EDO MBM´yê firotî Tirkiyeyê jî tam ev parçe bûn û bêyî wan dronên Tirkiyeyê wê nikariya sala 2015´an serketî bin.

Ceri Gibbons lêkolînerek e di kampanyaya Brighton li dijî Tîcareta Sîlehan de. Wî derxist holê ku patenta vê teknolojiyê sala 2014´an li Meliktiya Yekbûyî (Ingilîstan) hatiye qeydkirin û paşê li Ye´yê û piştre jî li Tirkiyeyê hatiye qeydkirin. Xwediyê EDO MBM´ê şirketa DYE´yê L3 Harris e; ew jî di nava şirketên sîlehan ên herî mezin ên dinyayê de di rêza 6´an de ye. Lê ji ber ku EDO MBM li Ingilîstanê ye nakeve ber kontrol  û qanûnên Emerîkî yên sîlehan, li şûna wê dikeve ber yên Ingilîstanê û wê bi vî karî qedexeya Emerîkayê bişikîne û vê sîleha hanê, parçe û teknolojiya fuzeyên xwe bi xwe li hedefê suwar dibin bifiroşe Tirkiyeyê.

Rojnameyê pirsa têkiliyên wan ji L3 Harris û Baykarê kiriye, lê herduyan jî bersiv nedaye rojnameyê. Elaqedarî mijarê berdevkê ji bo bazirganiyê yê Partiya Karker a Ingilîz Barry Gardiner got, ew ji ber firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve gelek mitaleyan dikin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN