Di operasyona rizgarkirina Minbicê de ku ji aliyê Meclîsa Eskerî ya Minbicê ve hatiye destpêkirin, yek ji herêmên hatî rizgarkirin, gundê Um El-Rûs ê li rojavayê bajêr e. Ciwanê bi navê Mehmûd El-Hisên ku beriya çete gundê wî dagir bikin, karê berberiyê dikir ji ber qedexeya DAIŞ´ê li ser wî ferz kirî, neçar mabû vî karê xwe bide rawestandin, pê re jî rizqê wî qut kirin. Armanca çeteyan ew bû ku hemû ciwan rih û porên xwe wekî çeteyan dirêj bihêlin.

Mehmûdê berber dibêje: “3 salan ev kar li min qedexe kirin, lê min carinan bi dizî kar dikir. Tekane jêdera min a aborî ev pîşe ye. Tevî vê jî ez ji wan ditirsiyam. Rehm li cem wan tune ye. Ez ditirsiyam ku dikana min bigrin û bi qamçiyan êşkencê li min bikin.”

Piştî ku şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê gundê wî “Um El-Rûs” ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, Mehmûd ji nû ve dikana xwe ya berberiyê vekir û li karê xwe vegeriya. Kêfa wî jî xwe di ken û bişirîna wî de dide der. 


ANHA / MINBIC