Operasyona binçavkirina siyasetvanê Kurd Kenan Baştû ku sala 2015'an li bajarê Elmanyayê Dresdenê hate binçavkirin, ji aliyê du polîsên bi eslê xwe Tirk ve hat birêvebirin, yek ji wan amîr bû, û yê din jî serkomîser. Derket holê ku van polîsan dosya Baştû amade kiriye. 

Balkêş e, yekîneyên polîsê Elman, Kurdên li Elmanyayê dikin muxatebê polîsên bi eslê xwe Tirk. Amîr, serkomîser, komîserên bi eslê xwe Tirk ên ji aliyê MÎT'ê ve tên birêvebirin, serdegirtina malên Kurdan û operasyonên binçavkirina siyasetvanên Kurd dimeşînin.

Piştî ku sîxurên MÎT'ê yên di nava yekîneyên polîsên Elman de derketin holê, bal çû ser polîsên bi eslê xwe Tirk. Tê gotin, tevî ku demeke dirêj e tê zanîn ku bi îstîxbarata Tirk re dixebitin jî, yekîneyên ewlekariyê yên Elman, van polîsên bi eslê xwe Tirk naxwazin bibînin. Kurdên li Elmanyayê, ji însafa van polîsên sîxur re hatine hiştin, ya rastî ketine ber çerxa zilma wan.

Balkêş e li gelek bajarên Elmanyayê, li daîreyên krîtîk ên bi navê "polîsê ahengiyê", "Maseya PKK'ê", "Maseya biyaniyan" û daîreyên krîmînal, polîsên bi eslê xwe Tirk dixebitin. Bi giranî jî li bajarên Berlîn, Hannover, Gelsenkirchen, Koln, Frankfurt û Munchenê.

Bi taybetî li xwepêşandanên Kurdan ev polîsên bi eslê xwe Tirk, tên wezîfedarkirin. Siyasetvanê Kurd Mehmet Demîr, ku xebatkarê Buroya Hiqûqê ya Azadî ye, li ser vê mijarê agahî dan ANF'ê û got, "Me bi salan ji yekîneyên ewlekariyê û siyasetvanên Elman re got, me nekin muxatebê polîsên bi eslê xwe Tirk. Lê belê me nekarî derdê xwe ji wan re bibêjin."


Çavkaniya provokasyonan in

Demîr da zanîn, ku polîsên bi eslê xwe Tirk, timî li dijî Kurdan kar dikin û anî ziman ku ev yek zerarê dike li ewlekarî û dadgeriya serbixwe ya Elmanyayê. Demîr wiha dewam kir: "Manîdar e, ku di xwepêşandanên me yên li bajarên mezin de, di festîvalên me yên navendî de polîsên bi eslê xwe Tirk qaşo 'ewlekariya' me dikin û timî bi me re di nava diyalogê de ne."

Demîr bi bîr xist, yekîneyên ewlekariyê yên Elman bi israr, polîsên bi eslê xwe Tirk li xwepêşandanên li Berlînê wezîfedar dikin û got, "Polîsên bi eslê xwe Tirk carinan girseya me tacîz dikin. Carinan jî hevalên xwe yên Elman li dijî Kurdan sor dikin. Mînak, di xwepêşandaneke beirya bi çend rojan de li eyaleta NRW, me bi xwe bihîst ku polîsekî Tirk piştî dijûnkirinê li hevalên xwe vegeriya û got, 'binerin ez ê çawa van hêrs bikim'."


Operasyona li dijî siyasetvanê Kurd bi destê 2 Tirkan

Ne tenê çalakiyên Kurdan, her wiha operasyonên serdegirtina malên Kurdan û binçavkirina siyasetvanên Kurd jî ji aliyê amîr û serkomîserên bi eslê xwe Tirk ve tên birêvebirin.

Herî dawî operasyona binçavkirina siyasetvanê Kurd Kenan Baştû, ku 25'ê Cotmeha 2015'an li Dresdenê hate binçavkirin, derket holê ku ji aliyê amîr û serkomîserekî Tirk ve hatiye birêvebirin. Ev polîsên ku nasnameya wan a rasteqîn di destê ANF'ê de ye û li midûriyeta polîsan a eyaleta Saksonya Jêrîn wezîfedar in, der barê Baştû de dosya lêpirsînê amade kiriye.

Yek ji van polîsên bi eslê xwe Tirk, ku paşnavê wî bi G dest pê dike û serkomîser e, operasyona serdegirtina mala welatparêzê Kurd Muzaffer Polat a li Dresdenê bi rê ve bir. Ev yek di dosya lêpirsînê de ku ketiye destê ANF'ê, eşkere xuya dike. Baştû bi rê û rêbazên polîsên Tirk, ji mala Polat hatibû binçavkirin.

Kenan Baştû, ku bi îdîaya "endamê rêxistina terorê ya li derveyî welat çalak e" ji aliyê Dadgeha Bilind a Celle ve bi 2 salan hate cezakirin û hê li Girtîgeha Celle tê ragirtin; Hezîrana bihurî bi rêya nameyekê bersiv dabû pirsên rojnameya Ozgur Polîtîkayê. Baştû bi vî rengî qala binçavkirin û girtina xwe kiribû:

"Piştî ku hatim binçavkirin û girtin, bêhiqûqiyeke mezin li min hat kirin. Ez li saziyên li gorî qanûnan, ji bo pêşvebirina mafên civakî û demokratîk ên civaka xwe xebitîm. Tevî vê yekê bi hincetên pûç ez girtim.

Mîna hêzên mîlîter ên Tirk, saet 5'ê sibehê deriyê mala Kurdekî li Elmanyayê şikandin û binçav kirin. Eger hedefa serdegirtin û bêhiqûqiyê tenê ez yan jî em bûna, dikarîbûn li her cihê dixwestin, em bigirta. Dema rêbaza binçavkirinê dinirxînim, dibînim ku dixwazin daxwaza Kurdan a xwedîderketina li nirxên xwe yên demokratîk û hewldana xwedîderketina li nasnameya xwe, bitepisînin." 


 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN