Wezîrê Karên Hundir ê Elman Seehofer ku ji bo çareserkirina krîza penaberan bi heyeteke Yekîtiya Ewrûpayê (YE) re çû Enqereyê, alîkariya madî ya bêhtir ji bo rejîma Erdogan erê kir.
Hejmara penaberên ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê dibin, vê dema dawî ji nû ve zêde bû, vê yekê YE bi taybetî jî Elmanya xiste nava fikaran. Di çarçoveya peymana penaberan a YE´yê ya 2016’an bi desthilatdariya Erdogan re, penaberên ku serlêdanên wan ên li Yewnanistanê hatin redkirin divê li Tirkiyeyê bên vegerandin. Ji bo ev pêvajo bi xurtî bê kirin heyetek bi pêşengiya Wezîrê Karên Hundir ê Elman Seehofer çû Enqere û Atînayê.
Heyetê bi Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû re hevdîtin kir. Wezîrê Elman Seehofer qet qala binpêkirina mafên mirovan û zextên li Tirkiyeyê nekir û bi rengekî balkêş pesnê rejîma Erdogan da.
Seehofer diyar kir ku ew dixwazin peymana der barê penaberan de xurt bikin û got, “Li her devera ku em karibin mijarê xurt bikin, em amade ne hevkariyê bikin.” Daxuyaniyeke bi vî rengî ya Seehofer welê hate şîrovekirin ku di berdêla hiştina koçberan li Tirkiyeyê de YE amade ye ku alîkariya pereyan bide rejîma Erdogan.
Seehofer û heyeta pê re doh bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re hevdîtin kirin û piştre çûn Atînayê.
ANF/ENQERE