Arinç got; “Min got gelo Kurd bi vê rewşa xwe ewqas dewlemend e ku pê ji refa yekemîn ya dibistana seretayî heta zanîngehan perwerde bê dayîn? Derfetên wê amade ne gelo? Ez vê dipirsim.” Ji ber ku Orhan Mîroglû û Muhsîn Kizilkaya ku newêran weke rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Arinç rexne bikin, Arinç spasiya wan kir.
Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç beşdarî bernameyek a kanala Haberturk bû û bûyerên di rojevê de nirxand.Arinç di axaftina xwe de pesnê Serfermandarê artêşa Tirk Necdet Ozel da û komkujiya Roboskiyê ya ku 34 kesên sivîl têde jiyana xwe ji dest dan û ji aliyê artêşa Ozel ve pêk hat ji nedîtî ve hat.
Arinç bal kişand ser TRT 6’ê û îdîa kir ku hikûmeta wî AKP ji bo Kurd li her derê were hînkirin û axaftin tişta ji destê wê tê dike. Arinç îdîa kir ku wî ne gotiye; “Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye” û diyar kir ku axaftina wî şaş hatiye fêmkirin.
Arinç got; “Me xwest em ji bo TRT Şeşê xebatkar werbigirin. Kesên Kurdî baş dizanin, bikaribin li ser ekrana televîzyonê nivîsa Kurdî bixwînin. Heta niha jî kêmasiyên me di vî warî de hene. Gel bi Kurdî diaxive, lê belê em nikarin kesên ku bikarin di televîzyonê de bixebitin peyda bikin.”
Arinç got; “Ez dixwazim bipirsim ka ev zimanê şaristaniyê ye an na. Yanî dibe zimanê pirtûkan şano, dibe zimanê helbestan û niha pê tê axaftin. Ev ne Silêmaniya Bakûrê Iraqê ye. li wir dibistanên bi vî zimanî hene. “

Ji Mîroglu û Kizilkaya re spasdarî!
Arinç, diyar kir ku Orhan Mîroglû û Muhsîn Kizilkaya bersiv dane pirsa wî û ji ber wê jî spasiya her duyan kir. Ji ber rexneyên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê, rexne li her du rojanmeyan kir. Arinç got; “Dibe hinek kesên din jî nivîsandibin. Lê ez bi taybet spasiya her du kesan dikim. Ji ber ku uslubê wan xweş bû. Weke rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya welat heqaret nekirin, qîr nekirin.”

 ANF/ENQERE