Piştî ku di hevdîtina dawî de Rûsya û Tirkiyê li hev nekirin, li Idlibê rewş giran dibe. Dewleta Tirk ji bo çeteyên xwe ji operasyonên rejîm û Rûsyayê biparêze, unîformayên xwe li wan dike û gelek esker û cebilxane dişîne herêmê.

ERSÎN ÇAKSÛ / ANF/QAMIŞLO

Dewleta Tirk ji bo ku pêşî li operasyona artêşa Sûrî û Rûsyayê li dijî Idlibê bigire, taktîkên nû diceribîne. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk unîformayên artêşa xwe li gelek çeteyan kiriye û dixwaze wan li Idlibê biparêze.

Artêşa Tirk di 10 rojên dawîn de bi qasî 500 wesayîtan sewqiyata leşkerî kir û ji bo parastina çeteyan unîformayên xwe li wan dike.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin gelek çeteyên ji komên bi navê Sûltan Mûrad, Tumena Hamza, Sultan Suleyman Şah û Mûntasir Bîlallah ên ku artêşa Tirk ew perwerde kiribûn, bi unîformayên artêşa Tirk çûne Idlibê.

Ev komên berê ji aliyê artêşa Tirk hatibûn perwerdekirin, ji xeynî bendên çavdêriyê li bendên leşkerî jî tên bicihkirin.

Çeteyan xwe vekişandin nuqteyên Tirkiyê

Li gorî agahiyên gihiştin ber destê me, artêşa Tirk di serê meha Sibatê de ji bo pêşveçûna rejîma Sûrî û Rûsyayê bide sekinandin li 4 bendên derdora Seraqibê ev kes bi cih kiribû. Ev çeteyên navbirî bi wesayîtên zirxî û tankên dewleta Tirk êrişî hêzên rejîmê kirin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, piştî ku Seraqib ket, gelek çeteyan jî xwe vekişandine van bendan û bi wesayîtên artêşa Tirk hatine tehliyekirin.

Li Sûrî serdemeke nû?

Ji destpêka şerê Sûriyeyê û heta niha gelek endamên MÎT’ê û endamên daîreya şerê taybet a Tirk bi unîformayên komên çeteyan ên li herêmê dixebitîn. Lê tê dîtin ku dewleta Tirk li Idlibê unîformayên xwe li çeteyan dike û dixwaze xwe li herêmê xwe xurt bike.

Ajansa nûçeyan a Reûtersê pêr di nûçeyekê de diyar kiribû ku 40 fermandarên çeteyan ên artêşa Tirk û MÎT’ê li Reyhanliyê kom bûne û gotine “Hevdîtinên bi Moskovayê re negihiştin encamê, xwe ji rewşa xerab re amade bikin.”

Rayedarekî Tirkiyeyê di heman nûçeyê de gotibû ku “Sûriye û Rûsyayê hemû peyman bin pê kirine û divê ew xwe ji vê rewşê re amade bikin. Li Sûriyeyê êdî serdemeke nû hatiye destpêkirin.”

Sewqiyata leşkerî didome

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku artêşa Tirk di hefteyek dawîn de bi 240 wesayîtan sewqiyata leşkerî kiriye û hejmara leşkerên wê yên li Idlibê jî bûye 5 hezar.

Li gorî texmînan ji serê meha Sibatê û heta niha artêşa Tirk herî kêm bi qasî hezar û 480 wesayîtan sewqiyata leşkerî kiriye.