Kolberê bi navê Ezîz Mehrûfî li herêma Bêmzerete ya ser bi bajarê Şino di êrişa hêzên dewleta Îranê de hate kuştin.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, şeva din hêzên dewleta Îranê li ser sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de, li herêma Şino êrişî komek kolber kir. Di encamê de kolberek hat kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê navê kolberê jiyana xwe ji dest dayî, Ezîz Mehrûfî yê ji gundê Bêmzerete ya ser bi bajarê Şino ye.
NAVENDA NÛÇEYAN