Dîsa sivîl kuştin

Haberleri —

Balafirên şer ên Artêşa Tirk ku ji 2007’an vir ve bênevber Başûrê Kurdistanê bombebaran dike dîsa kesên sivîl xist hedefa xwe. Balafirên ku ji Amedê rabûn û Başûr bombebaran kirin û di encama vê bombebaranê de 2 qeçaxçiyên bi navê Mam Alî û Şepol Luqman jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn. Qeçaxçiyan diyar kirin ku ligel zanîbûn ku ew qeçaxçî ne jî dîsa balafirên Artêşa Tirk bi zanebûn wan bombebaran kirine.
Hikûmeta AKP’ê piştî di 5’ê mijdara 2007’an de bi DYA’yê re li ser kuştina Kurdan li hev kir, bi balafirên şer û topên obusê bênavber başûrê Kurdistanê  bomberan dike. Her tim cih û warên sivîlan dibe hedefa bombebaranê. Di encama van bombebaranan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên Başûr û Iraqê her tim li hemberî kuştina sivîlan bêdeng dimînin. Ne tenê Başûr, li Bakur jî sivîl bûn hedefa balafirên şer. Balafirên şer gundiyên Roboskê bombebaran kirin û di encama vê bombebaranê de 19 jê zarok 34 kes jiyana xwe ji dest da. Niha Roboskiya duyemîn li Başûr pêk hat.

2 sivîl kuştin

Balafirên şer ên Artêşa Tirk herî dawî di 6’ê mijdarê de ji Amedê rabûn û Başûr bombebaran kirin. Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) balafirên şer koma qeçaxçiyan ku ji 12 kesan pêk dihat û ji rojhilatê Kurdistanê ne, bûn hedefa bombebaranê. Di encama vê bombebaranê de qeçaxçiyên bi navê Mam Alî (49) ku ji  gundê Godoya Pîranşara rojhilata Kurdistanê ye û ji gundê Godoy a Pîranşarê ye û bavê 3 zaroka ye û Şepol Luqman (19) ku ji gundê Zêwkaya Mehabada rojhilatê Kurdistanî ye jiyana xwe di dest dan. Di vê bombebaranê de qeçaxçiyên bi navê Abûbekir Çeto ku ji Serdeşta rojhilata Kurdistanê ye û Rêbwar (30) ê ku ji Qeladizê ye  bi giranî birîndar bûn. 


Bi zanabûn bombebaran kirin
 Qeçaxçiyan der barê vê komkujiyê de diyar kirin ku dema ku ji rojhilatê Kurdistanê hatin û gihîştin gundê Sorgulê ya Qeladizê û li wir sekinine û wiha gotin: “Me agir vêxist û em li dora agir kombûbûn. Ev cihê ku em lê sekinîn nêzî gund e û cihê  me yê her tim em lê bêhna xwe didine. Balafirên şer ên artêşa Tirk her çiqasî zanîbûn ku em qeçaxçî ne jî bombeyên xwe bi ser me de
Ev cara ewil e û ne jî cara dawî ye
Artêşa Tirk Kurdher tim bi feraseta ku hemû zindiyên li çiyê bikujin tevdigerin. Ji ber vê ferasetê her tim di bombebaranên balafiran de kesên sivîl jiyana xwe ji dest didin. Mirov dikare mînakên van bûyeran bi vî awayî rêz bike; Di 5’ê îlonê de li hemberî Qendîlê êrîş pêk hat û di êrîşê de li gundê Duweleyê yek jê jin 2 kesên sivîl birîndar bûn.  Di 24’ê tebaxê de jî balafirên şer gundê Silê û Surede ya Qendîlê bombebaran kirin. Di encama vê bombeberanê de jê 2 kes  birîndar bûn.  Di 21’ê tebaxa 2011’an de di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a li Kortekê ji heman malbatê 7 kesên bi navê Huseyîn Mistefa, Mêr Mam Kak, Rêzan Huseyîn, Zana Huseyîn, Sonya Şemal, Solîn Şemal û Oskar jiyana xwe dest dan.Di 28’ê kanûna 2011’an de balafirên şer li Roboskiyê komkujî pêk anîn. Di vê komkujiyê de 34 kesan jiyana xwe ji dest da.



SERBAZ SIYAMEND / ANF/QENDÎL

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.