Kanê carina ji însanê re dibe; tiştekî dibihîzî û tu dibêjî qey ji dinyayê xêynî vî gotinê tu gotin û pêyv tune, an jî hewce nake ku xêynî vî gotinê hin gotin hebin û ji bo rave kirina rewşa însan werin ser ziman. Nexwe bi vî gotinê wêde, tu gotin nikare halê însan bi vî rengî xurt, têgihîştî û wêjeyî bîne ziman. Wek van gotinan gotinek, di zaroktiya min de, pîrika min fêrî min kiribû. “Ger dîtin ez im, nedîtin diz im!..”

Jixwe mezinên Kurd, gotinên xwe, fêr û ramanên xwe, ji jiyan dîtir li tu cihekî nagirin. Tê zanîn ku zêdetirî hîkmetdarên Kurd, xwendin û nivîsandin nizanin. Lewma jî, her çi ku karê ramangeriyê hilberandine, ji bo wan mêjiyên xwe hê zêde êşandine û ew berhemên ramangerî û fikirandinê ji xwe re wek rênîşander hilbijartine. Ji ber wê jî her çi êş û kulê jiyanê hebe, di jiyanê de her çi pirsgirêk biqewime, her çi fikir bikeve hişê wan, bixwazin an nexwezin, di mêjiyê xwe de dihêjînin, doş dikin, dizivirînin, ji wê hin wateyan diafirînin û heta mirinê jî ewana ji xwe re raber û rênîşander dihesibînin, birastî ez bixwe wek çavdêrek şahîdim ku heta dawiyê jî wisa vediguhastînin. Bi vî rengî, ji bav û kal, ji pîr û dayik, ew gotinên berê ya ku xwedî taybetmendiya fikrên gerdûnî û mêjiyê ne, nesl binesl, heta sedan sal, hezaran sal jî digihîjin ayendê.
Ev gotinê ku me li jorê anî ziman û li ser sekinî, ne tiştekî wisa sivik e ku hema însan bi hêsanî biafirîne û têbigihîje. Hevok û fotinên bi vî rengî, ne tenê gotinên fikrî ne, di heman demê de gotinên wêjeyî, gotinên hunerî, gotinên jiyanî ne. Ber wê ji, em dikarin bêjin hin hevok û gotinên fêylesofan, yên herî bi navûdeng jî, wek mînak ji Sokrates bigirin heya Monteignê, bi qasî van gotinan ne bitesîr, tijî, û ne bikêr in.
Ji ber ku ev gotinan, tenê ji mêjî hnahêje û tenê bi zanebûnê hilnayên. Hêsta van gotinan ramanî ye, lê bixwe Zindî ne... Him dîrokî him rojane ne... Him herêmî, him gerdûnî ne... Him ji çandekî diafirin, him jî ji bo hemû çandan derbasdar in. Him li bêhna civakek û bêhna zimanekî ve watedar in, him ji bo hemû însanetî bi naverok in... Ji ber wê heya ku li ser vî dinyayê însan hebe û bijî, ew gotin jî dê bijîn... Çi ku heta lewaziya însan bidawî nebe (ku teqez û teqez bi tu şiklî nabe), çi ol, çi birdojî û çi şer, çi exlaq û çi dewlemendî nikare însan ji van lewaziyan biparêze û nikare însanetî ji zebûnî û qelstiyan dûr bihêlîne. Heta li ser dinyayê çandek, civakek, komek însan be jî hebin, wate û giraniya van gotinan jî tu carî wenda nabe, dê bi însanetî re bijîn...
***
Çendek e di siyaseta Tirkiyê de, niqaşeke çewt didome. Carina  tênagihîjim, gelo ez ne li gorî vê dinyayê me an dinya şaş e. Di mercê siyasetê de bi tu şiklî kes rewşa xwe bi zelalî natîne ber civakê. Her kes li gorî pîvanên berjewendiyê, li gorî hesabên xwe û hêsabên siyaseta xwe tevdigere. Gava ku rewşa siyasetê bigihîje asta erê jî, tu car rastî yê ku exlaqî ye ji holê namîne. Ca ku mesele dizîtî be, tu kes dizîtiya xwe napejirîne. Tu destê wî li ser dizîtiyê bibînî û bigirî jî wê demê ewê bêje “ez im keko ez, ne dizitî ye, tu min nasnakî ma?” Ev rewş, rewşa şermkirinê nîn e. Di siyasetê de bi şermê ve pozîzyon girtin ne mimkûn e û ne rewa ye ji... Di vî mercê de, peywir, ya ku li himberê dizan siyaset dimeşînin, ya wan e...
***
Wek mînak; Li Kurdistan sedan sal e ku jiyana Kurdan tevda tên dizîn. Diztîtî zelal e, ber çavan e, her kes dibîne, her kî re bêjî dikare jê fêm bike, nava gundan hatiye dizîn, nava însanan hatiye dizîn, nasnameyên însan û civak tevda hatine dizîn, nanê însanan, petrolê Kurdistan vaye sedan sal e wek bi rewşeke aşkere tên dizîn, cil û bergên însan û civak, çand û zimanên tevahî Kurdistaniyan, xwezayên wan, dar û daristanên erdnigariyek devda, çem û newal temamî, rê û daristanên wan, tevahî jiyan tên dizîn... Li ber çavan û bêşerm...  Heta kêngî?.. Heta ku tevgerek, an jî em bêjin kesên bi cesaret rabin ser pî û vî rewşî teşhîr bikin, biqîrin, ne carek jî, sedan milyonan car biqîrin, bêzar nebin, ji mirinê netirsin an jî mirin hildin berçav, hewl bidin û têbikoşin, xwe û civak rêbixin, bêjin “tu dizî, ev jî dizîtiya te ye”, ne tenê ew kes jî, ji bo ku hemî tekildar tê bihesin, dizîtî bibînin û îqna bin, bixebite... Tevgera Kurd heya ku dizîtî ya desthilatdariya Tirk bide xuyandin çi êşên ku li dinyayê ne li serê tu kesî de êşiyaye kişand, dûvre diz gotê, “ez im ez”, yên berî min neheqtî kirine ji te re, îja vêcar ez im, ezê îcar nadizim...” Ne bi xêra xwe, ji bo ku te dizîtiya wî aşkere kiriye û destê wî li ser dizîtiyê girtiye, xêra vê yekê... Siyaset ev e... Devjê berdandina dizîtiyê, bi înternetê nabe, tenê bi rê ya vî şiklî... Ango tekoşîn...