Dolzer besin da Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û got ku ev sîstemeke pir demokratîk e û dikare li tevahî cîhanê pêk were. Martin Dolzer got: “Sîstema Rojava sîstemeke serkeftî ye. Hemû pêkhateyên civakê Ereb, Kurd, Asûrî, Suryanî û yên din cihê xwe di nav de digirin. Sîstemeke demokratîk e. Em dibînin ku hemû pêkhate bi hev re bi awayekî baş bê cudatî dijîn. Tişta herî girîng di vê sîstemê de rola jinê ya aktîf e. Ew pêşengiya civakê dike û di hemû aliyên jyanê de xwedî maf e. Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji hemû aliyan ve temam e û gengaze ku li tevahiya cîhanê belav bibe. Li ser Rojava ji aliyê çeteyan,Tirkiye û Başûrê Kurdistanê ve Ambargo heye. Tevî hemû zextan Rojava ya yekane ye ku li hemberî dijminên xwe disekine û xwe diparêze. Ev parastin û şerê ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parsatina Jin (YPJ) li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dimeşînin, ne tenê ji bo Rojava û Sûriye ye, lê belê ji bo tevahiya mirovahiyê ye.”
‘Tirkiye piştevanê çeteyan e’
Derbarê aliyên ku şerê Rojava û sîstema Rêveberiya Xwesr dikin, Dolzer wiha got: “Em hemû dizanin ku hikûmeta Tirk alîgirê bingehîn û setratejîk ê piştgirtiya çeteyên DAIŞ’ê û aliyên ku şerê Rojava dikin, e. Ew bi riya piştgirîdayîna madî û menewî, vekirina sînorê xwe ji çeteyan re û pêşwaîzîkirina çeteyan li nexweşxaniyên xwe û tedawîkirina wan raste raste şerê gelê Kurd dike.”
Dolzer diyar kir ku ji hikûmeta Almaniyayê tê xwastin dest ji kiryarên xwe yên li dijî gelê Kurd berde û got ku pêwîste piştgirtiya xwe ya bi hikûmeta Tirkiyeyê re rawestîne. Her wiha divê hikûmeta Alman binçavkirin û girtina dostên gelê Kurd ên Alman rawestîne.
Martin Dolzer da zanîn ku pêwîste hikûmeta Alman li şûna vê yekê têkiliyên baş bi gelê Kurd re bi riya tevgera wê ya azadiyê re ava bike û şoreşa Rojava fermî nas bike (Îtîraf). Dolls got ku divê hikûmta Alaman gaveke cedî û aktîf li ser erdê bavêje û piştgirtiya şoreşa Rojava û tecrûbeya Rêveberiya Xwesriya Demokratîk bike.
‘Mirovahî ji aboriyê girîngtir e’
Martin Dolzer dibêje ku partiya wan wê di navbera hizêran û cotmeha 2016’an de li bajarê Hamburg ê Almanyayê konferanseke bi ser navê “Mirovahî ji aboriyê girîngtir e” bi beşdariya hejmareke mezin ji siyasetmedar, akademisyen, rewşenbîr û pisporên di warê mafên mirovan de lidar bixin. Dolls got ku bi armanca ku rastiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin, ew hêvî dikin ku hejmareke mezin ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê beşdarî konferansê bibin.
Endamê Parlementoya Ewrûpa û Endamê Partiya Çep a Alman Martin Dolzer ev cara duyemîne serdana Rojavayê Kurdistanê dike. Bi armanca ku rastiya Rojava ji nêz ve bişopîna hatiye Rojava. Dolls di serdana xwe ya yekmîn de ku îlona 2015’an pêk hat tevî şandeyeke akademisyen û mafnasan serdana Kantona Kobanê kir. Dolzer li ser Kurdan jî pirtûkek nivîsandiye. Navê pirtûkê “Tekoşîna gelê Kurd li dijî dewleta Tirk” e.
ANHA/AMÛDÊ