
Hevserokê Pen a Kurd Osman Ozçelîk dest nîşan kir ku di milê yekitiya netewî de rol û mîsyona herî girin dikeve ser Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û wiha got: “Heke Barzanî rola xwe ya dîrokî nelîze, wê dîrok wan tewanbar bike.” Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk, “Yekitiya netewî” ku di demên dawî de ji bo gelê Kurd wek mijareke girîng di rojevê de ye, nirxand. Ozçelîk ewil li ser giringiya “Yekitiya netewî” rawestiya û anî ziman ku, bi sala ye di rojeva Kurdan de ye û got, bi tevlîbûna berpirsyarên partiyên siyasî gelek caran cîvin hatine lidarxistin. Ozçelîk dest nîşan kir ku, yekitiya ku bi sala ye tê xwastin pêk nehatiye û wiha axivî: “Gelê Kurd di nava 4 dewletên dagirker û li welatê parvekirî de ji bo azadiyê têdikoşin. Heta ku yekitiyek saz nebe, bila her kes bizanibe ku azadî ji pêk nayê.”
‘Yekîtiya bi nirxên netewî’
Ozçelîk li ser pêk nehatina kongreya yekitiya netewî ev şîrove kir: “Heger neteweyek yekitiya xwe pêk neyîne, mixabin azadî jê dûr dikeve. Saziyên gelê Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê ramanên wan çi dibe bila bibe, divê bi nirxên neteweyî yekitiyekê peyda bikin. Nirxên me yên neteweyî diyar in. Partiyên sosyalîst, îslamîst û sosyal demokrat an jî lîberal, çi dibe bila bibe her kes bi ramanên xwe, di warê nirxên neteweyî de bibin yek. Heger nebin yek, li tu parçeyên Kurdistanê gelê Kurd nagihîje mafên xwe. Heger nebe, wê trêna azadiyê biçe û sed sal din jî ev derfet nayê bi dest xistin.” Ozçelîk astengiyên li pêşiya lidarxistina kongreya yekitiya netewî wiha rêz kir: “Astengiya sereke dewletên dagirker, naxwazin yekitiya Kurdan pêk bê. Bi taybetî Tirkiye, Surîye, Iraq û Îran naxwazin gelê Kurd di nava xwe de yekitiyê peyda bike. Di navbera dewletan de şer jî hebe, dema mijar dibe yekitiya gelê Kurd hemû dibin yek. Heger gelê Kurd bigihîje yekitiya xwe, wê desthilatdariya dewletên dagirker jî hilweşe.”
‘Herkes berpirsyar e’
Ozçelîk bi lêv kir ku, êdî gelê Kurd jî di Rojhilata Navîn de netew e û wiha berdewam kir: “Ne tenê partiyên siyasî, hûnermendên Kurd, nivîskarên Kurd, rewşenbîrên Kurd divê ramanên xwe yî der barê kongreya netewî de bide der û divê daxwazên gel aşkere derbikeve holê. Dive bizanin ev ne tenê pirsgirîka partiyên siyasî ye. Pirsgirîka netewî ye. Ji ber vê yekê her kes berpirsyar e. Ji ber vê yekê kongre ango konferans divê demildest pêk bê.”
Berpirsyariya Barzanî
Ozçelîk anî ziman ku, kes nikare rojeva yekitiya netewî ji rojeva gelê Kurd derbixe û wiha domand: “Rola herî giran dikeve ser milê KDP’ê û Birêz Barzanî. Divê Barzanî wekî şexsî negire dest. Heger Barzanî rola xwe ya dîrokî nelîze wê dîrok wan tewanbar bike.” Ozçelîk balê kişand ser ereniyên kongreya yekitiya netewî û ev tişt gotin: “Îro her kes dizane bê ku Amerîka, bê ku Neteweyên Yekbûyî (BM) û gelek welatên cîhanê daxwazên gelê Kurd qebûl bikin, pêşketineke berçav tune ye. Ev jî daxwaz dikin ku gelê Kurd ji beriya her tiştê yekitiya xwe saz bikin. Bi hêza yekitiyî dikarin daxwazên xwe bi cîhanê bidin qebûlkirin.”
Ozçelîk herî dawî bang Kurdên li her çar parçeyan kir û wiha got: “Divê berjewendiyên şexsî nekevin pêşiya nirxên neteweyî û azadiya gelê Kurd.”
AMED