Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Mihemed Sabîr diyar kir ku di vê qonaxê de yekîtiya neteweyî bûye pêwîstiyekî dîrokî û destnîşan kir ku derfeteke girîng derketiye pêşiya Kurdan got: "Heta niha, di dîrokê de derfetek wisa neketiye destê Kurdan"
Piştî hevdîtinên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yên bi alîyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê re biryar hat dayîn ku di 15- 16’ê Tîrmehê de kombûna şêwiriya neteweyî li Silêmanî pêk were. Têkildarî mijarê Mamostayê Beşa Siyasetê yê Zanîngeha Silêmaniyê Mihemed Sabîr axivî û got: “Niha em di qonaxeke ew qas hesas re derbas dibin ku yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan bûye pêwîstiyeke dîrokî û siyasî. Ji ber wê, dîroka kevin û nû ya Kurdan wê piştrast dike ku yek jî sedemên têkçûna tevgera siyasiya Kurd nebûna yekîtiya neteweyî ye." Mihemed Sabîr diyar kir ku ger hemû aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê di nav xwe da bikarin yekîtiyeke neteweyî pêkbînin, wê ew yekîtî hêzeke mezin bi xwere bîne.
Divê em pirsgirêkan bidin aliyekî
Sabîr îşaret bi rûdana derfeta derketî holê kir û got: “Niha ji bo pêkanîna kongreya neteweyî derfetek derketiye pêşiya Kurdan. Em dikarin bibêjin di dîroka Kurdan de derfeteke wisan derneketiye pêşiya me. Şerê DAIŞ’ê yek ji wan faktoran e ku piştgiriya navnetewî ji bo me daye çêkirin. Di heman demê faktoreke ku nêzîkbûneke neteweyî daye çêkirin. Ji ber wê divê em pirsgirêkên xwe bidin aliyekê û kongreya neteweyî li dar bixin. Tenê partiyên neteweyî ji bo bi cih anîna yekîtiya neteweyî kar dikin. Ew partiyên ku naxwazin yekîtiya neteweyî pêkbînin, ew ne partiyên neteweyî ne."
Tinebûna yekîtiyê aloziyan tîne
Sabîr di dewama axaftina xwe balkişand ser li berpirsiyariya aliyên Başûrê Kurdistanê ya li hember yekîtiya neteweyî û got: “YNK û PDK xwedî hêzên siyasî, aborî û leşkerî ne. Di qada navnetewî de li hember DAIŞ’ê hebûneke wan heye. Li hember yekîtiya neteweyî berpirsiyartiya mezin dikeve ser milê herdu partiyan. Pêknehatina yekîtiya neteweyî dibe sedemê alozî û nakokiyan. Li Rojavayê Kurdistanê hêzên Kurd piştgiriya navneteweyî bi dest xistine. Rêveberiya xwe pêk anîne. Li hember DAIŞ, rejîma Sûriye û Tirkiyê di nav şerekî giran de ne. Bi çi armanc û sedeman PDK sînor li wan digire û dijminatiya wan dike.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ